Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Humisê 22 kes hatin kuştine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Li gorî SOHRê, komên çekdar ên xwecih ên girêdayî rêveberiya HTŞê di 72 saetên dawîn de li gundên niştecihên wê elewî, şîe û murşidî ne, operasyonên tesfiyekirinê pêk anîn. SOHRê ragihand ku di encama binpêkirinan de de 22 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
SOHRê da zanîn ku li wan gundan bi dehan kes hatin revandin, heqaret û îşkence li wan hat kirin, destdirêjî li sembolên olî hate kirin, komkujî hatin kirin û bi cenazeyan hate lîstin.