SOHR ku li Sûriyeyê xwedî toreke berfireh a çavkaniyan e, bal kişand ser ‘operasyonên paqijiya etnîkî û înfazên bêdaraz’ ên ji aliyê komên çekdar ên Şamê ve têne kirin û ragihand ku heta niha 973 kes hatin kuştin ku di nav de zarok û jin jî hebûn.
Li gorî SOHRê, ji hêzên çekdar ên Şamê û hêzên çekdar ên elewiyan herî kêm 481 kes hatin kuştin.
Neteweyên Yekbûyî, Washington û paytextên din komkujî şermezar kirin û bang li rayedarên Şamê kirin ku dawî li kuştina mirovan bînin.