Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de dihat darizandin, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Sofya Alagaş hate birîn. Cezayê hatiye dayin li pêşiya Edliyeya Amedê hat protestokirin.
Sofya Alagaş a ku ewil di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku doz ji destpêkê ve ne hiqûqî ye. Sofya Alagaş, anî ziman ku doz dozeke ku rojnamegerên Kurd û vîna wan nas nake û wiha got: “Vê dadgehê careke din dijminatiya dewletê ya li hemberî Kurdan nîşan da. Ev doz hatiye lezkirin. Dosyayên winda bûn, lêpirsîn hebûn. Dosyayên ku divê bihata yekirin hebûn. Dadgehê dev ji van hemûyan berda, lez da dozê û biryara xwe da. Hûn ê rojnamegerê Kurd nas nekin, guh nedin wan, lê hûn ê bibêjin ‘Em ê bi hev re li vî welatî bijîn.’ Ev wê çawa bibe? Ev dereweke mezin e. Hûn hemû cîhanê dixwapînin. Ger hûn ê vîna gel paşguh bikin, bijartinê nekin. Her kesê ku dengê xwe da me îro hat cezakirin. Tu kê ceza dikî? Hûn her tiştî diceribînin lê hûn bi ser nakevin. Em hene, em ê hebin. Bi vî awayî hûn ê bizanibin, divê hûn bizanin. Em li vî welatî bi hev re ne, hûn ê bizanibin. Çawa we hebûna me qebûl kir, hûn ê vîna me jî nas bikin. Em li vir in!”
Piştre Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş axivî û diyar kir ku ev biryar siyasî ye. Sabahat Erdogan Saritaş bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Ev biryar biryara ji jor ve ye, lewma biryareke siyasî ye. Di wan dosyayan de rastiyên vî welatî dihatin gotin. Ev biryar ne tenê ji bo hevserokatiya me, ji bo hemû Kurdan hatiye dayîn. Yên dibêjin werin bibin xuşk û bira, bila van biryaran bînin bîra xwe û li ser bifikirin. Em wek gelê Kurd çawa dikarin ji we bawer bikin? Ew kurdên ku nayên naskirin bi dosyayên plastîk û biryarên ji jor ve tên naskirin. Ev qanûna dijminatiyê ye. Di vê biryarê de me careke din dît ku saziyên vê dewletê ji aliyê dewletê ve hatine valakirin û rizandin. Em vê biryarê nas nakin. Em kesên ku gelê Kurd nas nakin em jî wan nas nakin. Yên ku darbeya siyasî kirin tu carî nekarîn vî gelî bixin nava tevgerê. Em vê biryara neqanûnî nas nakin. Ji ber ku hevşaredara me Hevşaredara Sêrtê ye ev biryar hat dayîn. Ger qanûn hebûya ev biryar nedihate dayîn. Eger hevşaredara me li dijî hemû bêhiqûqiyê nebûya hevşaredar ev biryar nedihat dayîn..”
Parêzer Veysel Ok jî anî ziman ku ger Sofya nebûya Hevşaredar ev doz bi vî rengî bi dawî nedibû. Veysel Ok ev biryar weke êrîşa li dijî rojnamegeriyê nirxand û diyar kir ku ev biryar ne hiqûqî ye.
‘Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin’
Her wiha piştî cezabirînê Sofya Alagaş, têkildarî biryarê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Sofya Alagaş, got ku doza wê dozeke siyasî ye û dosya li ser talîmatê bilez û bez hatiye amadekirin. Sofya Alagaş, wiha domand: “Di dosyayê kêmasî hebûn lê bilezûbez dev ji temamkirina van kêmasiyan berdan. Dadgehê bixwe dixwest were temamkirin lê tavilê dev jê berda. Ez hevşaredar im lewma biryareke wiha dan. Her kes bi mebesta vê dizane.”
Sofya Alagaş, diyar kir ku ji bo tayînkirina qeyûman li hevşaredarên dosyayên wan tune ne jî doz tên vekirin û wiha got: “Yên dozên wan hene jî van dozan bilezûbez biencam dikin. Vê jî ji bo tayînkirina qeyûm dikin. Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin. Li gorî xwe hincetan çêdikin lê hinceta vê nîne. Dadgeha herêmî ceza daye û ev nayê wê wateyê ku dosya biencam bûye. Hêj pêvajoya îstînafê û Dadgeha Bilind heye. Lê biryara dadgeha herêmî esas digirin û serî li sepanên wiha didin.”
Sofya Alagaş, bi bîr xist ku li Amedê tevî 22 rojnamegeran hatibû girtin û doz bi temamî operasyoneke li dijî rojnamegeran e. Sofya Alagaş, axaftina xwe wiha qedand: “Em salekê di girtîgehê de man. Dosyaya min û yên hevalên rojnameger ji hev cuda kirin. Ev jî ji bo tayînkirina qeyûm kirin. Xuyaye ku li dadgehê jî qeyûm hatiye tayînkirin. Nexwe ev doz di vê rewşê de nedibû. Bi destê darazê ceza didin rojnameger, profesor û hwd. Bila nebêjin em ê ji ber van cezayan serî li ber wan bitewînin. Em hene û li vir in. Hiqûqa dijminatiyê ye. Ev biryar, tescîlkirina vê dijminatiyê ye. Dê têkoşîna me ya hiqûqî ya li dijî biryarê bidome.”