8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

SMJÊ: Dîvê partiyên kurd li dora HSDê bibin yek

SMJÊ der barê metirsiyên li ser bawerî û neteweyên cuda ên li Sûriyeyê bang li hemû hêzên kurdistanî kir ku li dora Rêveberiya Xweser û HSDê bibin yek.

Sîwana Meclisên Jinên Êzidî (SMJÊ) têkildarî êrîşên çeteyên Dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya SMJÊ wiha ye: “Tişta ku çeteyên DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an li Şengalê li hemberî civaka êzidi kir, niha Dewleta Tirk ku dijminatiya gelê kurd ji xwe re dike esas, bi komên çete yên bi heman mejî û hovîtiyê li tevahiya Kurdistan û Sûriyeyê dike. Em bi fikarin ku piştî Sûriyeyê li ser Şengalê fermanekî nû pêk were.

Lewra em weke SMJÊ dibêjin, avakirina hikûmeteke nû li Sûriyeyê bi destê van dijminê gelê kurd û tevahiye mirovahiyê ne pêkane. Ji ber ku armanca wan ji kiryarên wan diyar in. Ew dixwazin zihniyeta xwe ya DAIŞê li ser heremê bi giştî ferz û dagir bikin. Di planê qirkirinê de, pêşî gelê kurd û piştre qirkirin û kolekirina jinan heye. Dîsa zihniyeta reş, tarî û paşverû, li ser hemû baweriyan tê ferzkirin. Hemû pêkhateyên li Sûriyeyê di bin metirsiyeke mezin de ne.

Bi komkujî û êrîşên li hemberi elewiyan wan hişmendiya xwe da der. Em wek SMJÊ wê hovîtiyê bi tundî şermezar dikin. Herwiha em ji HSDê hêvî dikin ku çawa YPJ û YPG di 3yê Tebaxa 2014an de li civaka êzidî xwedi derket û bû stara jinên êzidi, ew jî bibin stara elewiyan.

Li hemberî van xeterî û metirsiyan em bang li hemû partî, berpirs, rêxistin û hêzên kurdan dikin û dibêjin: ‘Eger hûn vê firsenda dîrokî ji destê xwe berdin û nebin yek, ev guneh û sûc e. Eger hûn nebin yek, hûnê bibin hevkarên sûcê dijmin, li hember gelê kurd. Roj hatiye ku kurd li dora Rêveberiya Xweser û hêza leşkerî HSDê kom bibin û bibin yek. Ev derfeteke zêrîn e, nabe ku ji dest bê berdan. Roj roja parastina rûmet, şeref, nasname û hebûna me gelê kurd e. Dîsa em bang li hemû hêzên demokrat, şoreşger û azadîxwaz, aştîxwaz û mafparêz dikin û dibêjin, ‘Rojava rûmeta mirovahiyê parast û îro ji diparêzê, li ber xwe didê. Divê her kes bi lezgînî, li hember mejiyê jinkuj û mirovkuj rabe ser piyan û li kêleka berxwedana qirnê sedsalê cihê xwe bigire û erka xwe ya dîrokî pêk bîne.”