Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de hate parvekirin, li her çar aliyên cîhanê deng veda. Zanyarên navddar, akademîsyen, siyasetmedar, rojnamheke, hunermend û nivîskarên Xelata Nobelê wergirtin piştgirî dan banga Abdullah Ocalan.
Serokkomarê berê yê Awûstûryayê Heinz Fischer, Parlamentera Partiya Keskan a Viyanayê Heidi Sequenz, Parêzerê Viyanayî Clemens Lahner, Siyasetmedar û Pispora Polîtîkaya Derve Ewa Ernst-Dizedzic, Parlamentera Partiya Kesk a Awûstûryayê Berîvan Aslan têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gavavêtina Dewleta Tirk ji ANFê re axivîn.
Serokkomarê berê yê Awûstûryayê Heinz Fischer anî ziman ku ji bo şerê bi salan ê navbera Tirkiyeyê û kurdan çareser bibe, divê herdu alî gavê biavêjin. Fischer destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gaveke girîn avêt û pêwîste hikûmeta tirk jî bersiva vê yekê bide. Heinz Fischer destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi dehan salan a li Tirkiyeyê firsendek afirî ye û got: “Di navbera hikûmeta tirk û gelê kurd de bi salan e şerek diqewime. Heke ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, yan jî qet nebe ji bo kêmkirina vê pirsgirêkê firsendek hebe, herdu alî jî divê gavê biavêje. Ocalan bi wêrekî gav avêt. Hikûmeta tirk jî divê bi rengekî rast nêzî gelê kurd bibe. Tenê dema ku herdu aliyan bi biryardarî ji bo aştiyê hewl dan, hinî dikare bi ser bikeve.”
Fischer, anî ziman ku salên dûr û dirêj e ew Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike, cihê wî yê li nava dîroka siyasî ya li Tirkiyeyê dişopîne û bal kişand ser salên li girtîgehê yên Abdullah Ocalan û şerê ku diqewime. Fischer, têkildarî bûyerên dawî jî ev tişt anî ziman: “Ez 86 salî me û pêvajoya beriya girtina Ocalan tê bîra min. Wê demê ji herdu aliyan jî gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Piştre Ocalan li Îmraliyê hate ragirtin û ev rewş weke pirsirêke bi salan ma ku nehate çareserkirin. Lê belê heke Ocalan gaveke girîng diavêje ku berê nepêkan bû û bi PKKê re banga çekdanînê li Kurdan dike, divê ev firsend bê bikaranîn. Hikûmeta tirk jî divê bersiveke erênî bide vê bangê û ji bo aştiyê gavekê biavêje.”
Fischer, destnîşan kir ku pêvajoyên aştiyê tenê bi gavên herdu aliyan dikare bi pêş ve biçe, gavên yekalî têrê nakin û got: “Ji bo çareseriya şerekî, divê herdu alî tevbigerin. Dema ku aliyekî gav avêt, divê aliyê din jî bersivê bide. Ocalan gava destpêkê avêt. Heke hikûmet jî li pêş raya giştî bersivê bide, hingî ji bo aştiyeke mayinde gav wê bê avêtin. Divê guh bidin peyama Ocalan û li gorî vê jî rêyeke çareseriyê bê peydakirin.”
Heinz Fischer bi bîr xist ku berê di nava demokrasiyên Rojavayî de têkildarî Tirkiye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKKê hin hewldanên çareseriyê hatin kirin lê belê piraniya wan bi ser neketin. Fischer, diyar kir ku niha firsendeke rasteqîn bi dest ketiye û wiha pê de çû: “Di nava 20 salên dawî de li demokrasiyên Rojava ji bo çareseriya vê pirsirêkê gelek pêşniyar hatin kirin. Piraniya wan jî bi ser neketin. Lê belê niha li ber destê me firsendeke rasteqîn heye û divê bê bikaranîn. Kevirê herî hişk jî dema ku tu avê berde ser, wê şeklê xwe biuherîne. Piraniya hewldanên bi salan bê encam man, lê belê îro şensek afirî. Heke ev firsend neyê bikaranîn wê bibe windahiyek mezin. Herdu alî jî ji bo aştiyê divê gavê biavêje û vê pirsgirêkê bi rengekî mayinde çareser bike.”
Parlamentera Partiya Keskan a Viyanayê Heidi Sequenz anî ziman ku gava Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê avêt gelekî girîng û wêrek e, Tirkiye jî divê bersiva vê yekê bide. Heidi Sequenz, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo fesihkirina PKKê û rawestandina şerê leşkerî weke hewldaneke bi wêrekî pênase kir û ev tişt anî ziman: “Ev gava ku Ocalan avêt ne tenê girîng e, di heman demê de gelekî wêrek e. Gotina Em dawî li şerê leşkerî tînin, PKKê fesih dikin gaveke gelekî mezin e. Lê belê di vir de divê aliyê Tirkiyeyê jî bersivê bide. Mixabin heta niha me gaveke bi vî rengî nedîtiye.”
Heidi Sequenz bi bîr xist ku êrîşên li hemberî kurdan dewam dikin, ev yek zerarê dide baweriyê û got: “Dema dawî min êrîşek li ser malbateke li Rojava û mirina sivîlan bihîst Bûyerên bi vî rengî teqez zerarê dide baweriyê û zerarê dide pêvajoya aştiyê.” Heidi Sequenz, destnîşan kir ku serokdewletên Yekitiya Ewropayê, bi giştî jî Ewropa divê banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin û got: “Bi rastî jî ya girîng ew e ku serokdewletên YEyê û Ewropa pêşniyara aştiyê ya Ocalan bixin rojeva xwe û ji raya giştî ya berfireh re ragihînin. Naxwe ev hewldan wê bi bandor nebe. Mafê peyama Ocalan heye ku bi xurtî li cîhanê bê bihîstin.”
Heidi Sequenz, anî ziman ku ragirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salên dûr û dirêj li hucreya yek kesî kiryareke li dijî mirovahiyê ye û destnîşan kir ku divê tavilê bê berdan. Sequenz, wiha pê de çû: “Tu kes nabe ku ewqasî demdirêj bê tecrîdkirin. Hikûmeta Tirk divê tavilê vê helwestê biuherîne û Ocalan bi lez berde. Hîn wê çiqasî li Îmraliyê tecrîd bike?”
Parêzerê ji Viyanayê Clemens Lahner banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke mayinde û ji dil weke hewldaneke girîng pênase kir. Lahner, destnîşan kir ku divê Tirkiye vê firsendê bi kar bîne û bi gelê Kurd re danûstandinên cidî bike. Clemens Lahner diyar kir ku salên dûr û dirêj ew bi civaka Kurd re xebitî û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vî rengî nirxand: “Banga ku Abdullah Ocalan kir ji bo aştiyeke mayinde ya kurdan û gelên tirk hewldaneke cidî ye. Ev yek înîsiyatîfeke gelekî girîng e û em hêvî dikin ku Tirkiye wê vê firsendê bi kar bîne û bi Tevger Azadiyê ya Kurd re dest bi danûstandinên cidî bike. Ocalan salên dûr û dirêj e tecrîdkirî ye. Tirkiye wî weke terorîst bi nav dike lê belê Ocalan ji bo gelê kurd nûnerek e, semboleke xurt e. Rola wî ya di pêvajoya aştiyê de gelekî girîng e. Ev şer bi rêbazên leşkerî bi ser nakeve. Ne Tevgera Azadiyê ya Kurd ne jî artêşa tirk dikarin serketineke leşkerî bi dest bixin. Ji ber vê yekê jî yekane rêya çareseriyê lihevkirina siyasî û demokratîk e.”
Lahner, bal kişand ser girîngiya piştevaniya navneteweyî, bi bîr xist ku mafên mirovan gerdûnî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştevaniya navneteweyî gelekî girîng e. Heke em qala mafên mirovan dikin ev maf ji bo her kesî divê derbasdar bin. Mafên mirovan ya ji bo her kesî heye yan jî ji bo kesî nîne. Mafên gelê Kurd bi qasî mafên me girîng e. Dema ku mafê gelekî hate binpêkirin, mafên her kesî dikeve xeteriyê. Ji ber vê yekê divê em bi hev re li ber rabin, biaxivin û çareseriyeke hevpar bibînin.”
Siyasetmedara Awûstûryayî û Pispora Polîtîkaya Derve Ewa Ernst-Dziedzic anî ziman ku zextên li hemberî gelê kurd li Tirkiyeyê hîn jî dewam dikin, Tirkiye bi rengekî samîmî nêzî pêvajoya aştiyê nabe û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salên dûr û dirêj bi rengekî bêhiqûqî tecrîdkirî ye û divê bê berdan. Ernst-Dziedzic diyar kir ku li Tirkiyeyê zexta li ser muxalefetê zêde bûye û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi vî rengî rexne kir: “Min bihîst ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê hatiye girtin. Li Tirkiyeyê dadgerî serbixwe nîne û ev yek jî tesadufî nîne. Erdogan weke ku her carê dike hewl dide zextê li muxalefetê bike û bombeyan li herêmên kurdan dibarîne. Halbûkî hêviya aştiyê hebû û dihate gotin, bi Tirkiyeyê re lihevkirinek dikare bê kirin. Lê belê Tirkiye li şûna ku destûra jiyaneke aştiyane bide gelê kurd, polîtîkaya zextê dewam dike.”
Ewa Ernst-Dziedzich, axaftina xwe wiha domand: “Ocalan demeke dirêj e bi rengekî giran tecrîdkirî ye û divê êdî bê berdan. Kurdan gelek caran anîn ziman ku ew ji danûstandinê û agirbestê re amade ne, lê belê ev yek her tim bi yekalî bû. Tirkiyeyê ti carî bersiv neda û hîn jî ji bo aştiyê gaveke şênber neavêje. Li Sûriyeyê jî kurd xwedî hêviyeke mezin a aştî û lihevkirinê ne û di nava dewletê de dikarin bi rolekê rabin. Lê belê ez bi guman im ku ev pêvajo bi ser bikeve. Ji ber ku heman piştî lihevkirina bi Kurdan re ya ji 8 xalan Serokdewletê Sûriyeyê aşkere kir ku ew serwerê yekane yê welêt e û Îslam ola fermî ye. Kurd û hindikahiyên din bi lez hatin jibîrkirin û mafên jinan ji nedîtî ve hatin.”
Ewa Ernst-Dizedzic anî ziman ku Tirkiye niha bi pêvajoya aştiyê re girêdayî nîne, zexta li ser kurdan û muxalefetê dewam dike û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê zext dewam dikin û li hemberî kurdan û muxalefetê zext zêde dibin. Mirov têne girtin. Divê kes bawer neke ku Erdogan bi rastî jî bi aştiyê re eleqedar dibe.”
Parlamentera Partiya Keskan a Awûstûryayê Berîvan Aslan jî destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî pêvajoya li Tirkiyeyê hîn bêhtir kontrol bike û ji bo pêkhatina aştiyê jî divê giranî ji dîplomasiyê re bê dayin. Berîvan Aslan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rastî ev e ku bi mirinê em nikarin bibin xwişk û bira. Gelê kurd û gelên din xwedî mafê jiyana bi rûmet in. Lê belê ev pêvajo divê ji aliyê aktorên navneteweyî ve hîn bêhtir ji nêz ve bê şopandin. Pêvajoya aştiyê divê destpê bike û vê carê ders ji tecrûbeyên têkçûyî bêne werirtin û li ser hîmên xurt bê danîn.”
Berîvan Aslan, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo pêvajoyeke hîn xurt a aştiyê bi dîtina min divê aktorên navneteweyî jî tevlî pêvajoyê bibin. Dîplomasî divê bingeha vê pêvajoyê be Pêvajoyeke xurt a aştiyê ne tenê ji bo kurdan, ji bo Ewropa û tevahiya cîhanê jî irîng e. Weke siyasetmedar em amade ne bi berpirsyariya xwe rabin.”