Bi sedan siyasetmedar, hevserok û hevşaredarên DEM Partî û DBP’ê li semta Ofîsê ya Amedê kom bûn û heta Sûrê meşiyan. Siyasetmedaran banga mîtînga 13’ê Cotmehê ku li qada Îstasyonê pêk bê kirin. Bi sedan siyasetmedar ji bo beşdariya “Mitînga Azadiyê” ya li Qada Îstasyonê ya meşiyan û daxuyanî dan. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak, siyasetmedar Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li meşê bûn. Meşê ji Semsta Ofîsê dest pê kir û ber bi navçeya Sûrê ve berdewam kir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Tevî hemû astengî û gefên polîsan jî girse ji Ofîsê heta Mizgefta Gewre ya li Sûrê meşiya. Siyasetmedaran di meşê de gel û dikandaran silav kirin û xelkê vexwendin mitîngê. Piştî meşê li ber Mizgefta Mezin daxuyani dan. Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray ewilî axivî û destnîşan kir ku ew dixwazin hemû Kurdistan û cîhan dengê wan bibihîzin û got: “Em dixwazin biz iman, çand, reng û dengê xwe bi awayek azad li axa xwe bijîn. Bila hemû cîhan bibihîze. Em ji tu tiştekî wan natirsin. Êdî hûn nikarin kurdan tune bikin û dengê wan qut bikin. Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê li benda gelê xwe ne. Em qedexeyên wan nas nakin.”
Siyasetmedar Ahmet Turk, Ayla Akat û Sebahat Tuncel jî axivîn û gel dawetî mitîngê 13’ê Cotmehê ku li Qada Îstasyonê pêk bê kirin.