Siyasetmedar, nivîskar û helbestvan Hamît Geylanî ku 1ê Tîrmeha 1947an li bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, ji Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) a hate girtin, di serdema 23yemîn de bû parlamenterê Colemêrgê. Nivîskar û helbestvan Geylanî li Enqereyê, li nexweşxaneya ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Hamît Geylanî kî ye?
Malbata Hamît Geylanî sala 1925an ji ber Serhildanên Şemzînanê û bûyerên wê demê koçî Îranê kir. Geylanî li gundê Mirgever ê bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê di sala 1947an de ji dayik bû. Malbata Geylanî sala 1951ê bi efûya ku ji aliyê Partiya Demokrat ve hate ragihandin vegeriya gundê Dêmanê yê Şemzînanê. Geylanî li Ocaxên Çandê ya Rojhilat a Şoreşger (DDKO) dest bi siyasetê kir. Du salan li dibistana bilind a endezyariya înşaetê xwend, salekê li Fakûlteya Zanyariyên Siyasî ya Enqereyê xwend. Fakulteya Hiqûqê ya Enqereyê sala 1979an qedand.
Geylanî ku yek ji damezrînerên Partiya Kedê ya Gel (HEPê bû, ji serokatiya bajêr destpê kir û di nava hemû partiyên Kurdî de yên hatin vekirin û girtin, Serokatiya Giştî jî di nav de di her qadê de wezîfe kir, bi berpirsyariyê rabû. Geylanî piştî ku HADEP hate girtin 5 salan kete ber cezayê qedexeya siyasetê û 3 caran hate girtin.
Di dema parêzeriyê de li Colemêrg, Wan, Amed, Edene, Erzîrom, Enqere, Stenbol û li dadgehên Ewlekariya Bilind û dadgehên cezayên giran parastina mafên mirovan kir. Her wiha li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê parastina partiyên siyasî, kesayet û saziyan kir.
Pirtûkên Geylanî
Pirtûkên ku ji aliyê Geylanî ve hatine nivîsandin bi vî rengî ne: Yîrmî Kûrşûnlû Yurek (Helbest); Azad Nîsan Yagmûrû (Helbest); Ciwan Dengê Bê Dêngîyê’ne (Helbest); Zap Nehrî Gîryan Akar (Helbest); Şemdînlî’den Qamişlo’ya Dag Sevdasi, Kurt Mucadelesînîn En Genîş Damari Şeyh Ubeydûllah Nehrî û Kurt Mucadelesînde Yarim Asir Hamît Geylanî (Li gel Emîn Sari)…