Çalakvanê siyasî û mafên mirovan Cibraîl Mistefa, têkildarî siyaseta dûrxistinê ya ku ji aliyê desthilata Şamê ve li dijî gelê Sûriyeyê tê kirin, ji ajansa ANHAyê re axivî û got ev pêkhate dê tu çareseriyeke bi zorê û binpêkirina mafên wan qebûl nekin.
Mistefa li ser mijarê got: “Têkildarî aliyên ku dixwazin bi hinceta serweriya dewleta Sûriyeyê nakokiyan çêkin û netewe, civakên din ên Sûriyeyê paşguh bikin, ev yek bi serê xwe xizmeta serweriya nîştimanî û yekitiya xaka Sûriyeyê nake. Ji ber ku Sûriye ji aliyê dîrokî ve mozaîkek e û xwe dispêre hin rastiyên erdnîgarî, dîrokî yên li ser bingeha cudahiyên neteweyî, çandî û mezhebî.”
Mistefa bal kişand ser cihêrengiya çandî, olî û etnîk a li Sûriyeyê û got: “Dema ku em dixwazin Sûriyeyeke nû û yekgirtî ava bikin, divê em xwe bispêrin bingehên dîrokî û erdnîgarî, ev bingeh ji aliyê arkeolojiyê ve hatine piştrastkirin. Li Sûriyeyê cihêrengiyeke neteweyî, etnîk û çandî ya Kurd, Ereb, Suryan, Elewî, Durzî û Îsmaîlî heye, ber wiha olên êzidî, misilman, sunnî, şîe û xiristyan hene, ji ber vê yekê, divê di avakirina hikumeta nû ya Sûriyeyê de li gorî vê cihêrengiyê, objektîfbûn û cesaret hebe û kes neyê paşguhkirin.”
Cinraîl Mistefa encamên siyaseta rejîma Şamê ya niha ya li dijî gelê Sûriyeyê di dema desthilatdariya wê ya demkurt de bi bîr xistin û got: “ji hikûmeta ku yek rengî û yek netewê hatiye avakirin, me dît çawa encamên wêranker derketin. Di komkujiyên ku li dijî Elweyên peravên Sûriyeyê pêk hatin bi zêdeyî 20 hezar kes bûn qurbanî, her binpêkirinên ku li dijî Durziyan hatine kirin û binpêkirinên ku em rojane dibînin û belge dikin li dijî hemû pêkhate, mezheb û etnîkên li parêzgehên din ên Sûriyeyê.”
Mistefa wiha dewam kir: “Divê em destûreke nû ya Sûriyeyê ji nû ve amade bikin û dest bi diyalogeke nû ya Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê bikin, ku hemû gelê Sûriyeyê tê de beşdar bibin, li ser bingeha cihêrengiya niştimanî, etnîkî, çandî û civakî, da ku em karibin Sûriyeyeke nû ava bikin, Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî.”
Her wiha Mistefa da zanîn ku dûrxistina her pêkhateyek, etnîk û neteweyekê dê Sûriyeyê ber bi şerekî navxweyî ve bibe û ev şer dê ji bo hemû gelê Sûriyeyê wêranker be. Cibraîl Mistefa peyamek ji hemû gelê Sûriyeyê re şand û daxwaz ji wan kir: “Rola xwe ya nîştimanî, li ser bingehên dîrokî û civakî pêk bînin. Ji ber vê yekê divê gelê Sûriyeyê hevgirtina civakî di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de vegerîne, li ser bingeha cihêrengiya çandî û olî, ji bo rê li ber şerekî din ê navxweyî neyê vekirin.”