23 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Siyaseta qirêj û talana bêsînor

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Şerê taybet tenê bi rûmeteke bilind û bi rêxistinkirineke herêmî û radîkal tê têkbirin. Divê her malek, her taxek bibe keleha berxwedanê ya li dijî vê qirêjiyê. Divê em li hemberî talankerên siruştê û kujerên civakê bibin yek hêz. Hêrs ne bes e, rêxistinbûn şert e!

Îro li bakurê Kurdistanê, em ne tenê bi dagirkeriyeke leşkerî, lê bi qirkirineke spî û talanê re jî rû bi rû ne. Dewleta tirk, bi hemû qirêjiya xwe ya dîrokî, polîtîkayên şerê taybet xistiye qonaxeke nû ku armanca wê ne tenê şikandina îradeya siyasî, lê helandina cewherê civakê û talankirina axa pîroz e jî. Ev êrişeke wisa hov e ku ji canê ciwanan bigire heta koka darên li çiyayan, her tiştî dike hedef.

Dewlet bi zanebûn deriyên Kurdistanê ji bo her cure qirêjiyê vekiriye. Kesên ku ji aliyê pergala dewletê ve hatine perwerdekirin, îro li kolanên bajarên bakurê Kurdistanê bi taybet jî li Amed, Şirnex û Colemêrgê, mîna vîrusekê belav dibin. Tiryak, fihûş û dizî ne encamên krîza aborî ne; ev çekên kîmyewî yên li dijî nirxên civakî ne! Dewlet bi destê çeteyên krîmînal dixwaze ciwanên kurd ji nasnameya wan, ji rûmeta wan û ji têkoşîna wan dûr bixe. Dema ku ciwanek di nav çirava tiryakê de wenda dibe, dewlet li navendên xwe yên şerê taybet wan dixe bin xizmeta xwe û ji bo armancên xwe yên qirêj bi kar tîne. Ev planeke ji bo kuştina ruhê neteweyî ye.

Talana sînoranenas

Li aliyê din, sirûşta Kurdistanê bi hovîtiyeke bêhempa tê talankirin. Şîrketên ku ji bermahiyên AKPê xwedî dibin, mîna vampîran ketine nav çiya û geliyên me. Bi navê kanên madenê û bendavan, rehên axê tên hişkkirin, jiyan tê zuhakirin.

Tiştê ku li çiyayê Kurdistanê bi taybet jî li Cûdî û Bestayê diqewime, ne tenê birîna daran e; ew birîna nefesa gelê kurd e. Ew cerdevanên ku bi çavdêriya eskeran darên me dibirin û wek êzing difroşin, ne tenê darê, rûmeta xwe jî difroşin. Axek ku bêdar û bêav bimîne, axeke kuştî ye. Ev polîtîkaya erdê şewitî ya sedsala 21ê ye ku dixwazin Kurdistanê bikin çoleke bêmirov. Mirov nikare vê siyasta talanê ji polîtîkayên dewletê cudatir bibîne.

Bêdengî yan bêrêxistinî?

Lê belê, ya herî biêş û ya ku divê em bi tûjî rexne bikin, ne tenê hovîtiya dijmin e; ew bêdengî û bêrêxistiniya me ye jî! Erê, nerazîbûn hene, daxuyanî tên dayîn, lê ma ev bes in? Heta ku ev nerazîbûn nebin hêzeke birêxistinkirî, heta ku em kolan bi kolan li dijî firoşkarên tiryakê û talankerên xwezayê û kesên jinên ciwan dikişînin nav tora fihûşê ranebin, dijmin wê hîn bêhtir har bibe û êrişan bike.

Em wek civak û wek saziyên siyasî, di nav xemsariyeke kujer de ne! Hêrsa me di nav daxuyaniyên çapemeniyê de diçike, lê di pratîkê de encameke ku rê li ber van kiryaran bigire nayê dîtin. Ma em ê heta kengî tenê temaşevan bin? Ger îro em nikaribin zarokên xwe ji çengê fihûş û tiryakê derbixin, ger em nikaribin pêşî li birîna darên xwe bigirin, em ê çawa behsa azadiya welatekî bikin!

Li vir rexneya herî giran li me û saziyên me ye. Polîtîkayên dewletê diyar in, lê têkoşîna li dijî şerê taybet ketiye nav rutînekê. Li taxekê ku tiryak lê tê firotin, ger gel bixwe ranebe û wan firoşkaran dernexîne, daxuyaniyên partiyan tu encaman nadin. Civak hêdî hêdî hînî van nûçeyên talanê dibe. Normalîzekirina talanê, serkeftina herî mezin a şerê taybet e. Em li benda hêzeke derveyî ne ku were me xelas bike. Lê belê, heta ku em parastina cewherî (parastina taxê, parastina xwezayê) saz nekin, ev qirêjî wê bêhtir belav bibe.

Divê çi bê kirin?

Divê em ji şêwaza şermezarkirinê derbasî şêwaza pêşîgirtin û parastinê bibin. Her malek divê bibe dibistanek, her taxek divê bibe qadeke berxwedanê ya li dijî çeteyan. Ji bo ku civak li hemberî vî şerî nebe mexdûr û bibe hêza çareseriyê, divê sîstema parastina cewherî ne tenê di warê leşkerî de, di her kêliya jiyana civakî de bibe bingeha sereke. Parastina cewherî, mafê her zindî ye ku xwe li hemberî êrişan biparêze; mîna ku gul striyên xwe hene, divê civak jî striyên xwe yên rêxistinkirî li dijî vê qirêjiyê derbixe.

Ji bo rêbazên têkoşînê yên li dijî şerê taybet werin xurtkirin, divê pêşî hişmendî û perwerdeya radîkal û zanistî were avakirin. Şerê taybet di mêjî de dest pê dike. Heta ku em nexşeya dijmin nas nekin, em nikarin li dijî wê şer bikin. Di her taxê de divê komunên xwendinê û nîqaşê werin avakirin. Ciwan divê fêr bibin ku tiryak û fihûş ne kêf in, ew çek in ku ji bo tunekirina îradeya wan hatine çêkirin. Divê kesên ku sixuriyê dikin, tiryakê difroşin an jî fihûşê bi rê ve dibin, bi belgeyan di nav civakê de werin deşîfrekirin û rûreşkirin. Bila her kes bizanibe kî û çawa bi nirxên wan ên bingehîn dilîzin û dixwazin têk dibin.

Avakirina komîteyên parastina taxan ango xwe rêxistinkirin yek ji hîmên herî sereke yê li dijî her cure êrişan in ku li ser civakê tên ferzkirin. Em nikarin li benda polîs an dadgehên dewletê bin ku me biparêzin, ji ber ku ew bixwe amûrên vî şerî ne. Ew bixwe şerê taybet li Kurdistanê rewa dikin. Ciwan divê li taxên xwe tîmên şopandinê ava bikin. Divê têketin û derketina kesên biguman di bin çavdêriya ciwanan de be. Malbatên ku zarokên wan ketine xefka tiryakê, divê tenê neyên hiştin. Divê li her taxê komîteyên piştgiriyê werin avakirin da ku wan ciwanan ji nû ve qezenc bikin.

Siberojeke geş û xweş a Kurdistanê ne bi hovîtiya dewletê, bi vîn û xebata ciwanên serhildêr dê bê avakirin. Parastina cewherî ne tenê hilgirtina çekê; ew hilgirtina rûmetê, parastina hevalê xwe û xwedîderketina li dar û devî û berên çiyayên me ye.

Dem dema wê ye ku em ji vê xewa giran şiyar bibin. Şerê taybet tenê bi rûmeteke bilind û bi rêxistinkirineke herêmî û radîkal tê têkbirin. Divê her malek, her taxek bibe keleha berxwedanê ya li dijî vê qirêjiyê. Divê em li hemberî talankerên sirûştê û kujerên civakê bibin yek hêz. Yan em ê bi rûmet li axa xwe û nirxên xwe xwedî derkevin, yan jî em ê di bin vê heriya qirêj a dewletê de wenda bibin. Hêrs ne bes e, rêxistinbûn şert e!