Ez behsa mitolojî, fantaziyên kozmogonî û metafîzîk nakim. Mijara min efsûna şerê cîhanê yê 2yemîn û piştî wê ye. Efsûna şerê cîhanê yê duyemîn, kuştina felsefê û disîplîna felsefê ye. Kuştina diyalektîka dem û mekan e. Bi avêtina bombeya atomê, aqilê ku dîrok rêve dibir hate kuştin. Ev tê wateya kuştina bîrdoza Arîstoteles a beriya 2500 salî û kuştina giyanê demê ku Hegel dibêje, hêza aqilê dikevê pratîkê!.. Ev avakirina zindana mirovaniyê ye. Yanî destpêka siyaseta atomîk e. Yanî destpêka magazîna siyasetê, destpêka kîn û berjewendî û ehlakê selefkarî ye. Ne fikir, ne felsefê, ne dibistan û mederese, ne murşîd û ayet, ne şaristanî û edebiyat, helbest û roman, otorîteya atomê cîhan rêvedibe. Dî scîl-nasmeya ferhengan jî êdî mekanîka çekên nukelerî ye.
Cendermetiya netewe dewletan, yanî îrfan-î emperyal, ji aliyekî ve erd-cîhanê talan dike, ji aliyê din ve çarçoveya koletiyê fereh dike. Gotin, hişmendî-fikir nebe, rastî eşkere nabe, rastî neyê vegotin pêşketin çênabe, mirovanî ji xeşîma tarî ku Webel behsa wê dike dernakeve. Rewşa îro ya cîhanê ku azadî hatiye karîkaturîzekirin û bûyerên dehşetengîz encama siyaseta atomik e.
Piştî Arîstoteles bi 2500 salî, piştî sedsala navîn ku weke sedsala ronahiyê tê binavkirin, Abdullah Ocalan, bi alternetîfa “paradigmeya ekolojîk” derkete holê. Vê îdeolojiyê bêdengiya zanistên cîhanê bi dawî kir, vijdanê razayî rakirin ser piyan, komên xelkê yên li derveyî dîrokê hatibûn hiştin, vexwendin navenda dîrokê. Azadî û edaleta civakî anî bîra her kesî.
Ocalan, ev siyaset li ser kevirê teneşîrê razand, lê hêzên hegemonik, beriya bikaranîna neşterê, komploya korsanî û tecrîda mutlaq kirin pratîkê.
Tecrîd, navê “KanunaTakrîr-î Sûkûn” e. Ev kanun, di sala 1923an de ji aliyê desthilatdariya Îttîhat Terakî ya dewleta Tirk ve, weke fermana îstîbdada hişk û îşkdayî hate amade kirin. Sed sal in di pratîkê de ye û bûye xeşîma kor û tunekirinê. Ocalan fanosa ronîkira vê xaşîmê pêxist.
Vêce, li cîhanê her kes, pêşniyarên bi başî bikaranîna dewlemendiyên xwezayê dike. Lê tu kes, li dijî siyaseta atomik ku naqosa mirina mirovaniyê ye, têkoşînê nake; ji nû de nakevê nava hewldanên zindîkirina nirxên universal, (avakirina hiş û hewngîriya azad), ku împaratoriya tirsê berteref bikin. Mixabin siyaseta atomik dewam dike. Di dema Arîstoteles de ne atom hebû, ne jî dînamît û ne jî tozên kimyewî.
Ji sala 1944an û heta îro 78 sal derbas bûne, ev jî 3 nifş dikin. Di nava 78 salan de, biqasî 78 caran sed carî sed, milyon mirov, lawir, kulîlk, gul û darmêwe hatine kuştin.
Ez hesabê hejmaran ji matemtîkzanan re dihêlim û dewam dikim: Piştî serdema dayiksalarî, sîstemên lanetkîrî hatin avakirin, ev sîstem bi efsane û çîrokên kozmogonîk hatin îşkdan. Piştre, serdema kehanetan dest pê kir û îblîsên bi bask siyaseta atomik serdest kirin. Siyseta atomîk, zanistên pêşerojan, yên îro û paşerojan teva kuştin. Ti gotin û aqilê mirov, yên li derî okyanusa berjewendiyan nayên qebûl kirin. Yanî dojeheke mirovaniyê hatiye avakirin.
Vê dojehê, bi “tecrîda mutlaq” ji mirovaniyê vedişêrin. Tecrîda mutlaq, îzolekirina mirovaniyê ye. Ev karê qirêj, bi amurên magazînal têne kirin û jiyan, rastî têne dejenerekirin. Ev firtone û bablîsok jî di mêjiyê mirovan de tevlîheviyê çêdikin. Di jiyane rojane û asoyên sibêrojan de xumamek mij û moranî çêdikin; ji aliyekî ve tirsê bela dikin, ji aliyê din ve bi jeneretorên derewan qoqê serê mirovan dişon.
John Keane dibêje, yek riya naskirina rastiyan û başiyê heye, ew jî naskirina xerabî û mirovên xerab e.
Ocalan jî di roportaja bi Yalçin Kuçuk re, dibêje, “Zanebûn”, têgihiştin, mirov dike xwedî îrade û dike evindari başiyê. Yanî “mirovekî ji dest û lingan hatibe kirin, ji dîtina çavan û fikirandina mêjî hatibe qutkirin, nikare li dijî xerabiyê têbikoşe. Pêşî dive qeyd û merbatên dest û lingan bêne parçekirin çav bêne belkirin, mêjî dikaribe bifikire û ziman jî bibêje. Yanî “hêvî û daxwaza bextewariyê” bêafirandin.
Siyaseta atomik, ruerda gerstêrka cîhanê tune kiriye. Ev vegera li serdema qeşayî ye!.., Eger behişta li gerstêrka cîhanê nehatibane kuştin, gelo gêra li behişta gerstêrkên gerdunê hewce bû?
Ocalan, di pirtûka Şaristanî, (rp 85) dibêje; “Netewperestiya teng, herka rast a dîrokê wajî kiriye, perde kiriye, bi xefk û davikên înkarê dagirtiye.” Yanî Kanuna Takrîr-î Sukûn û serdema qeşayî!… Yanî, kîn û berjewendiyên selefkarî û serdestiya emperyal, bi bombeya atome hate misogerkirin; kordînatên jiyana bi rûmet ya li gerstêrka cîhana me hatin kuştin. Ji sedema ku hêzên global xwe dibin ewlekariyê de nabînin, hêza atomic, vek daqoqê himandî-şûrê demokles bikartînin..
Bi gotina Ocalan, ev hêzên global, “li hemberî kedê, rumeta mirovan û nirxên civakan birêz tevnagerin, bi xwezayê re ne dilsoz in. Mirovanî kirine dojehê û ew jî gihane ber qeraxên vê dojehê.” Yanî ew jî mahkumî dojeha ku bi destên xwe avakirine bûne.
Ya balkêş ew e ku, di gera li behişta gerstêrkên gerdunê, ne ji bo bextewariya mirovaniyê ye, ji bo serdestiya hêzên global yên ku siyaseta atomîk dane destpêkirin û dimeşînin e.
Şêniyên li cîhanê nêzî 8 milyard e û teva bi siyaseta atomik, dibin “tecrîdeq mutlaq” de têne girtin. Ev hejmara mezin, her sibeh, beriya roj hilê, wek şelîpana miro-gerikan, ber bi fabrîqeyan dibine şelîpan û bibez diçine kar. Bi rojava re jî ji hal ketî, ber bi kunên têr ronahî yên recîdan ve dibezin û bêhal dikavin radizên. Her roj, ev serencam a zorê, weke çerxa jiyana şev rojê dubare dibe.
Ev vegerin destpêka nivîsa xwe û dubare behsa felsefeya diyalektîka jiyanê bikin; Li hemberî xiltên ku cîhan “qulqulî” hev kirine, bi gotina Ocalan; “avakirinek ji dîrok û cografya qut çênabe.’ Ev rast e û siyaseta bi avêtina bombeya atomê dest pê kir, dîse bi gotina Ocalan,” rojane girêdana hişmendî û îradeya mirovan, bi gotinên îşdeolojîk û sîyasî” îstîsmar e, ev jî bi gotinên retorîk û medya têne kirin. John Keana jî heman tiştî dibêje.
Ocalan dîse pirtûka “Şaristaniyan”de, (rp. 48) dibêje; Çerxên muazzam hatine avakirin, (…) hêzên mûtlaq yên hêrtinê ne.” Qutbuna ji dîrok û mekan (erdnîgarî) ne destînî ye!… “Hebûn û avabûna mirov bi mekan û dîrokê ve (ahlak jî di nav de) girêdayî ye. (..) gerduneke her zindîdarî heye, Ev jî erdnîgarî ye.” Qutbuna ji vê erdnîgariyê, wek dara ji kokê bê rakirin e. “Ev jî ne bi rêbazên Darwintiya dogmatîk, bi parastina xweza û xwezayî dibe.” Ocalan balê dikişîne ser dîtina Hegel a “hişemdiya gerdunî” û dibêje;” dive em enerjiya amuran-madde bi zindîbûn xwezayê û di nava wê de, bi enerejiya ferd û civakê ve girêbidin.” Ev tev tê wateya kordînatên ku Zizek jî dibje; Ocalan kordînatên bingehîn yê jiyanê nîşan dide û dide xuyakirin ku mirovanî li ku ye.
Zizek jî, vê rastiyê bi gotina “koda bingehîn a atomî tehdîda li ser mirovaniyê ye,” erê dike. Parastina li hemberî vê tehdîda mezin, bê mubalexe, paradigmeya Ocalan a erkolojîk e.
Em hinekî din vekin û bi dengekî bilind bêjin: Di dema deshilatdariya Îttîhad û Terakî de Elmanan, ji bo emperetoriya Osmanî gotina “Enwerlend” bikardianîn. Min jî gelek caran, ev mînak da û Tirkiye weke “Erdoganland” bi nav kir. Ez vê gotinê dubare dikim. Tirkiyê bi nav heye lê bûye Erdoganland!..
Li welatê Enverland û serdama Enver paşa de, qirkirina gelan hebû! Enver paşa bû bavê faşîzma Hîtler!…,
Li welatê Erdoganland û serdema Erdogan reîs de jî qirkirina gelan heye! Erdogan reîs jî bûye bavê faşîzma serdemê!…
Tirkiye, ji gersterka cîhanê ne qut e û siyaseta atomik, bi siyaseta Turk-î Îslam ve kiriye yek. Bê perwa, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bi çekên kimyewî êrîşî Kurdan dike. Hêzên Erdoganland jî, bi hişmendiya çetetiya ku heddê xwe nizanin, bê rawestandin êrîşan dikin. Helbet û bêguman, Erdogan weke partnêrê Donald Turmp û Putîn e, destûbirakê El Başîr û hevkarê Ixwaniyan e.
Ev îdeolojiya desthilatdariyên totalîter e, li dijî hemû felsefe û îdeolojiyên ku bextewariya civakan diparêzin e, jinan kole dibînin. Ev jî bingeha efsaneya ku bi netewe- dewletan, mirovanî kiriye kole ye û xelîmên kor de digire ye.
Îdeolojiya Ocalan jî, xerakirina vê efsûna qirêj û derxistina komên xelkê ji şikefta tarî ye. Tecrîd jî “jehra baldiran” e û dive vijdanê şiyar ê cîhanê, bi panjehra baldiran û li dijî tecrîda tunekirinê dengê xwe bilind bike. Bi azadkirina Ocalan, hem tecrîda bi Kanuna Takrîr-î Sukût ji holê radibe, hem ji bo rizgariya ji siyaseta atomic û kuştina xweza û mirovaniyê gavek dîrokî tê avêtin.
Pêdiviya mirovaniyê bi kordînatên nû yên ku Ocalan destnîşan kirine heye.