11 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Siyaset divê çareseriyê bîne

Bêguman daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan a bi sernavê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” xwedî girîngî û wateyeke dîrokî ye. Di serî de PKK, gelek derdoran bal kişandiye ser vê girîngiyê û banga navborî bi pênaseyên mîna “Manîfestoya Sedsalê”, “Manîfestoya Serdemê” bi nav kiriye.

Eger gotin di cih de be, niha bi rastî jî top li cem dewletê û di saziya siyasetê de ye. Vaye “terora ku her tiştê asteng dike” ji holê rabû. Pêşiya siyasetê heta dawî vebû. Wê demê divê hêza xwe ya ji bo çareseriyê nîşan bide.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniya xwe ya ku pir dihat nîqaşkirin, roja 27ê Sibatê kir. Diyar kir ku “şert û mercên dema PKK derketî holê hatine guhertin” û banga “kongreya xwe kom bike û di vê kongreyê de biryara çek berdanê û xwe fesihkirinê bide” li PKKê kir. Hetta anî ziman ku hem ji aliyê çareseriya pirsgirêka kurd û hem jî ji aliyê têkoşîna sosyalîst ve, ev pêvajo ji destpêka salên 1990î û vir ve ketiye rojevê, lewma ji bo vê dereng maye.

Bêguman ev daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan a bi sernavê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” xwedî girîngî û wateyeke dîrokî ye. Di serî de PKK, gelek derdoran bal kişandiye ser vê girîngiyê û banga navborî bi pênaseyên mîna “Manîfestoya Sedsalê”, “Manîfestoya Serdemê” bi nav kiriye. Diyar e ku biryar û bangeke wiha ya ji bo guhertina çêkera rêxistina PKKê û guhertina rastiya têkoşîna taktîk û stratejîk, cihê lîdertî û rêbertiyeke vekirî ye. Rêber Abdullah Ocalan bi vê bangê wesfa xwe ya rêbertiyê car din nîşanî her kesê da.

Gelo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çima ev bang kir? Pir eşkere ye, ji ber ku rewşa rêxistinî ya PKKê ya heyî û xeta wê ya têkoşînê ji bo rêxistinbûn û têkoşîna xwe ya Şaristaniya Demokratîk û Modernîteya Demokratîk guncaw nedîtiye, ev bang kir. Şert û mercên leşkerî û siyasî ya heyî ji bo guhertinên navborî weke derfetekî girîng dît, biryar da ku guhertina bi kok a navborî pêk bîne. Bi vî rengî pêşbînî kiriye ku PKKê biguhere û guhertina demokratîk a Tirkiye û Rojhilata Navîn pêş bixe.

Komîteya Rêveber a PKKê jî bi daxuyaniya xwe ya 1ê Adarê “agirbest” îlan kir û diyar kir ku “kongre ji bo kombûnê amade ye”. Bi vî rengî diyar kiriye ku ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk bikeve meriyetê dixwaze “pêşî veke”. Helbet ji bo di kongreyê de biryara fesih û berdana çekan bê girtin, diyar kir ku divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe û derfet jê re bê afirandin ku bikare bixebite. Yanî destnîşan kiriye ku biryarên navborî encex yekser bi pêşengiya Rêber Apo dikare were girtin.

Heta vir tiştên têkildarî pêvajoyê hatine kirin, aşkere û fêmkirî ne. Destpêkê Rêber Abdullah Ocalan banga xwe kir ku ti kes ne li benda vê bangê bû, piştre jî PKKê agirbest îlan kir û diyar kir ku ew ê “guh bidin” naveroka bangê. Helbet ji bo xebatên kongreyeke wiha, divê Rêber Abdullah Ocalan rasterast tevlî bibe. Yanî gotiye, encex pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan dikare fesha partiyeke ku ji afirandina wê re pêşengî kiriye, pêk bîne.

Evane hemû xisûsên eşkere û fêmkirî ne. Yanî ji bo pêşketina pêvajoya ku ji Cotmeha 2024an destpê kirî, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite û PKK jî di nav de bikare bi her kesê re peywendî çêbike û nîqaş bike. Di bin şert û mercên êşkence û tecrîda Îmraliyê de, gotina bila PKK kongreya xwe çêbike û xwes fesih bike di pratîkê de pêk nayê. Wê demê, ji bo pêvajo pêş bikeve xala girîng ew e ku Rêber Abdullah Ocalan demildest bigihije şert û mercên azad. Helbet yê vê yekê bike jî hêza ku sîstema Îmraliyê didomîne ye, yanî Dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Wê demê top li cem dewleta Tirkiye û di siyaseta wê de ye. Jixwe ji endamên Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî got, “rewş wê di nava vê hefteyê de zelal bibe” û bendewariya xwe anî ziman.

Di vê rewşê de ev pirs çêdibe: bi desthilatdarî û muxalefeta xwe ve siyaseta Tirkiyeyê ya heyî gelo wê îradeyeke wiha nîşan bide û biryarê bigire? Yanî gelo wê bike ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî azad bijî û bixebite? Gelo ji bo vê yekê wê mewzûata hiqûqî ya pêwîst, biafirîne? Diyar e ku bersiva pirsê, xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Di rastiyê de bi vî rengî tenê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mewzûateke hiqûqî ya nû nayê çêkirin. Hin derdorên CHPê jî di vê yekê de asê mane, di rastiyê de ev tenê dîmenek e. Ya esil ew e ku mewzûata hiqûqî ya nû ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, wê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bibe destpêka guhertineke hiqûqî. Eger ev gav were avêtin, wê qalibek hilweşe û piştre gavên pêwîst ên ji bo demokratîkbûnê wê bi rehetî werin.

Li aliyê din, bersiva pirsa navborî di aliyê erênî de rewşeke neçarî ye. Ji ber ku siyaseta Tirkiyeyê divê êdî bibe hêzeke ku çareseriyê dihilberîne. Jixwe rewşa heyî çavkaniya xwe ji vê yekê digire ku ev siyaset berê nebûye hêza çareseriyê. Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe de bal kişandiye ser vê yekê û diyar kiriye ku “Berê ji ber ku siyaseta demokratîk pêk nehat, xeta PKKê hêz girt.”

Eger siyaseta Tirkiyeyê niha jî heman bêçareseriyê jiyan bike û bêje, “Jixwe çawa be PKKê agirbest îlan kir û xwe fesih dike, wê demê pirsgirêk çareser bû”, eger sedemên ku PKK derxistiye holê yanî pirsgirêka Kurd û lewaziya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ji nedîtî ve were, diyar e ku wê şaştiyeke pir mezin bike. Di wê rewşê de dibe PKK biçe, lê wê hinek din werin cihê wê. Em li dîroka du sedsalên dawî binêrin; serhildanek çûye lê piştre yek nû hatiye û di dawiyê de jî tevgereke mîna PKKê ku nîv sedsal e li ber xwe dide, derxistiye holê. Eger pirsgirêka Kurd li ser bingehê demokratîkbûna Tirkiyeyê çareser nebe, wê di pêvajoya pêş de bûyerên hîn cudatir û texrîbkar derkevin holê.

Kurdan bi banga Rêber Apo re bi rastî cesaret û fedekariyeke pir mezin nîşan dan. Siyaseta Tirkiyeyê divê zehmetiya vê yekê ya ji bo civaka Kurd bizane û cidî bigire. Ji gelek beşên civakî gotinên ku mirov nerehet dikin, derdikevin. Dayikan jî bi gotina “agirbesta yekalî nabe, divê li her du aliyan çek bên danîn” helwesta xwe nîşan dane. Wê demê divê bibîne ku çiqasî zehmet e PKK tişta tê xwestin pêk bîne.

Eger gotin di cih de be, niha bi rastî jî top li cem dewletê û di saziya siyasetê de ye. Vaye “terora ku her tiştê asteng dike” ji holê rabû. Pêşiya siyasetê heta dawî vebû. Wê demê divê hêza xwe ya ji bo çareseriyê nîşan bide. Divê neyê jibîrkirin ku zemînê ku her cure tundî û teror derxistî holê, çavkaniya xwe ji nebûna siyaseta demokratîk digire. Ji vî alî ve, saziyên siyasetê şûna ku neçareseriyan bibînin û sererast bikin, timî tundiyê rexne dikin, ev ne helwestekî rast e û çareseriyê jî nayîne. Diyar e ku di rewşa heyî de siyaseta Tirkiyeyê tam di nava ezmûneke dîrokî de ye. Eger vê ezmûnê bi serketî derbas bike wê demokrasiya Tirkiyeya mînak biafirîne, di rewşeke berevajî de jî Tirkiye wê bikeve tarîtiyeke hîn mezintir.

Em hêvî dikin ku derdor û saziyên siyasetê vê rastiyê baş bibînin û ezmûna dîrokî, bi serketî derbas bikin. Helbet ji bo vê yekê hewldan û pişgirtiya saziyên çapemeniyê, derdorên rewşenbîr û hunerê, akademîsyen û saziyên civaka demokratîk jî girîng e. Eger nîqaş û helwest rê vekin û piştgiriyê bidin, wê tevkariyê bike ku ezmûna dîrokî bi ser bikeve. Wê demê ezmûna dîrokî ya her kesê ye û serketin jî wê hevpar be.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka