Pergala Kapîtalîst; civakek bêhiş, ji xwe dûrketî, perçebûyî û qelsbûyî armanc dike. Lewra birêvebirina parçeyan ango kesan wekî ku tê xwestin ji rêvebirina civakek yek girtî hêsantir e. Bi vî awayî, kes hêza xwe ya ramanê winda dike. Kesên vîna xwe winda bike, dikare bi hêsanî teslîmî pergalê bibe. Dîrok nîşan dide ku yê xwe bi awayekî civakî nekare ava bike, nirxên xwe yên civakî nekre biparêze; yan asîmîle bûye yan jî tune bûye. Ji bo pergala serdest karibe serweriya xwe li ser civakê pêş bixe, hişê civakê didize. Li şûna hişê civakê feraseta xwe ya nexweş bi cih dike.
Çiqas pergala Modernîteya Kapîtalîst hewl bide ji bo koletiyê şerê taybet li ser civakê bimeşîne jî, civak jî li dijî vê yekê hewl dide xwe li gorî feraseta sincî û polîtîk biparêze.
Li Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê li tax û navçeyên ku kurd lê dijîn tora tiryakê û fihûşê gelek pêş ketiye. Herî zêde ciwanên Kurd û Kurdistanî ketine tora vê tiryak û fihûşê. Tiryak û fihûşa pêş ketiye bi destê polîs û leşkeran tê pêşxistin. Lê heta niha li dijî vê yekê ji aliyê partî û saziyên civakî ve tu tedbîrên ciddî nehatiye girtin. Ji ber ku bi salan e tora tiryak û fihûşê li Kurdistanê û Tirkiyeyê belav dibe, bi deh hezaran ciwanên Kurt û Kurdistanî ketine vê torê û êdî bandoreke gelek xerab li ser sinc û nirxên civakê dike û civakê parçe dike. Piştî tiryak û fihûş gelek zêde bû, saziyên Kurdan li hev kom bûn û ketin nava tevgerê.
Di 26ê Nîsanê de li Amedê Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya “Şiyar Be” ava bû. Di pêşengtiya DEM Partî, DBP, TJA û saziyên civakî yên Amedê de Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be ava bû. Zêdetirî 2 meh in Platform hewl dide di nava civakê û saziyên civakî de hişyariyekê ava bike. Meşên girseyî li dar dixe. Li parkan civînan pêk tîne û li kolanan belavokên ku civakê hişyar dike belav dikin.
Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên civakê, bêrêxistinbûyîne. Civakên ku li ser bingeheke rast hatine birêxistinkirin dikarin pirsgirêkên bi vî rengî yên kangrenîk çareser bikin. Lê belê civakên ku nikarin bên gel hev, bêparastin dimînin û her tim rastî polîtîkayên qirêj ên desthilatdaran tên.
Saziyên civakî û partiyên siyasî yên pêşengiyê ji civaka ahlakî polîtîk re dikin, ji bo rol û erka xwe pêk bînin nêzî 2 mehin ketine nava hewldanan.
Platform armanc dike ku xwe bigîne hemû malbatên ku zarokên wan tev li tiryakê bûne. Di demên pêş de plan dike li hemû taxan ji malbatên ku zarokên wan tev li tiryak û fihûşê bûne kom bike û li taxan komîsyonên li dijî tiryakê ava bikin. Beriya ku komisyon û meclisan ava bikin, ewil bi çalakiyên meş û civînan li navçeyên Amedê xebatên “Şiyar be” li dar dixin. Di roj û hefteyên pêş de tê plankirin ku li hemû navçe û bajarên Kurdistanê ku tora Tiryakê lê belav bûye meşên girseyî li dar bixin. Armac dikin ku di nava civakê de li dijî torên tiryakê Şiyariyekê ava bike û hemû malbatên ku zarokên wan tev li vê torê bûne li hev kom bike û wan bi rêxistin bike.
Ji ber ku heta malbatên zarokên wan tev li vê torê bûne li hev kom nebin û di nava xwe de komîsyon û meclisan ava nekin, dê têkoşîna li dijî tiryak û fihûşê xurt nebe.
Ji bo vê yekê divê di serî de Platforma Şiyar be karibe xwe li her bajarê Kurdistanê rêxistin bike. Xwe bigîne hemû malbatan. Her wiha divê hemû malbatên ku zarokên wan tev li vê torê bûne jî xwe bigîne Platformê û li dora platformê bibin xelek. Eger Platform û malbatên ku zarokên wan tev li tiryakê bûne bigêjin hev û bi hevre vê xebatê berdewam bikin, dê karibin encamên xurt bigirin. Na eger platform xwe negîne malbatan û her wiha malbat li tora torê xwe nekin xelek, dê encama ku tê xwestin pêk neyê. Eger ev Platform nekaribe civakê û rêxistinên civakî hişyar bike, her wiha civak jî hişyar nebe û li dora Platformê kom nebe, dê hemû ciwanên Kurd û Kurdistanî di vê torê de bifetisin. Eger ciwanên Kurd û Kurdistanî di vê torê de bifetisin, dê Kurd û Kurdistanî ji dîrok û siberojê qut bibe. Ji ber vê yekê divê divê civak hişyar bibe û hiş û bedena xwe ji tiryakê biparêze. Ji bo em hiş û bedena xwe biparêzin divê em şiyar bin. Ji bo em şiyar bibin jî divê em ji tiryaka ku hiş û bedena me ditevizîne û pûç dikin dûr bikevn. Em hem şiyar bin û hem jî derdora xwe şiyar bikin.