17 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şîyar be!

Dewlet ne bi tenê bi tank û topên xwe bi van qirêjiyên xist nav civakê jî şerekî bêeman meşand û hîn jî dimeşîne. Memûr, esker, polîsên dewletê li Kurdistanê serkêşiya vî şerê qirêj dikin.

Di roja me ya îro de yek ji mijarên ku herî zêde tê bilêvkirin rizîna civakî, pûçbûna têkiliyan û li dijî vê rewşê girîngiya avakirina civaka exlaqî û polîtîk e. Şerê taybet û qirêjî civak ji hev de xistiye. Bûye ku civak û malbat weke cinawiran zarok û ciwanên xwe dixwin! Di van salên dawî de li bakurê Kurdistanê jî di encama şerê qirêj de ev karên kirêt zêde bûne. Bazirganên van qirêjiyan êrişî hemû nirxan dikin. Li dijî vê jî heke bi serwextî û zanebûn têkoşînek neyê meşandin li ser navê paşerojê wê ji civaka me re jî tiştek nemîne; ne xeyal û ne jî armancek…

Em xwe reşbîn nekin. Em bizanin ku ev rewş li çar aliyê cîhanê kêm zêde weke hev e. Lê lêv beriya diran e û em ê li halê xwe binêrin. Em ê ji halê xwe re çareyek bibînin. Em ê ji xwe dest pê bikin. Dema me birînên xwe kewandin, ev wê ji derdora me re jî bibe mînak. Ji bo ku em bikaribin vê jî bikin lazim e em sazûmaniya xwe, rêxistiniya xwe xurt bikin. Ji ber ku xelasî, rizgarî bi serê xwe nînin.

Civaka kurd a ku bi nirxên xwe re dilsoz e, çi bû sedem ku salên dawîn ewqas qirêjî ket navê? Kîjan şibak û derî vekirî hatin hiştin ku ev qirêjî xwe xist nav mala kurdan? Pirsên muhîm in û tevî malbat û saziyên xwe, tevî pêşengên xwe divê em li bersivan bigerin. Erê şerekî bêrehm û qirêj li hemberî me hat meşandin. Lê jixwe ya muhîm ew e ku di demên wisa de mirov bikaribe xwe ji qirêjiyan biparêze. Çi bûn sedem ku me nekarî zarok û ciwanên xwe biparêzin.

Terza jiyanê û terza danîna têkiliya bi hev re guheriye. Bajar jixwe weke mekanên kaotîk ji xwe re rîtm û lezek çêkiriye, bi bêrehmî şevê dikin roj û rojê dikin şev. Betalî û xizanî pê re kêmbûna halxweşiyek bidirûstî, nebûna sazûmaniyeke xurt a exlaqî û polîtîk muqavemeta civakî ya li hemberî van qirêjiyan jî kêm dike. Emrê bikaranîna tiryak û heşîşê bi raporan sabît bûye ku daketiye heta 8-9 saliyan. Pê re zêdebûna fihûşê ye. Dewlet ne bi tenê bi tank û topên xwe bi van qirêjiyên xist nav civakê jî şerekî bêeman meşand û hîn jî dimeşîne. Memûr, esker, polîsên dewletê li Kurdistanê serkêşiya vî şerê qirêj dikin. Sed mixabin ku dema vê dikin, yên ji wan re xizmetkariyê dikin jî hene. Xwedêgiravî ferdên ji nav mala kurdî ne lê ew bixwe dibin belavkarê wê tiryakê û ew bixwe dibin sedem ku esker û polîs û memûr wisa bi rehetî fihûşê bikin. Heta ew jî bi wan re heman karî dikin.

Niha li bakurê Kurdistanê bi Platformên Şiyar Be li hemberî vî şerê qirêj têkoşîneke mezin û birêxistinî dest pê kiriye. Di dewra yekê de xebatên wan xuya ye ku li ser teşhîrkirinê û serwextkirinê ne. Di lingên pêş de bi çalakiyên çand û hunerî, xebatên perwerdeyî, xebatên werzîş û sporê wê qadên paqij û alternatîf ên ku zarok û ciwan bikaribin xwe tê de îfade bikin û bi hev re têkiliyên paqij ava bikin wê bi pêş bixin. Îcar li vê derê karekî mezin dikeve ser milê malbatan, dikeve ser milê der û cîranan ku têkiliyên xwe ji nû ve tanzîm û xurt bikin.

Ev aliyek meselê, aliyê din jî avakirina ekonomiyeke paqij e. Ji bo vê jî lazim e civak tevlî pergala hilberînê bibe û bikaribe debara xwe bike. Yek ji lingên esasî yê meselê jî ev e. Li bajaran rêjeya betaliyê nîşan dide ku karekî zehmet e lê heke ev betalî ji holê neyê rakirin jî wê ev zarok û ciwan tim di hedefa bazirganên jiyankuj de bin. Ji bo wê jî rêxistiniyên demokratîk bi rêya şaredariyan bi avakirina qadên nû yên kar, divê hedef bikin ku vê betaliyê jî ji holê rakin. Encax bi vî awayî em ê bikaribin derî û şibakên xwe zexim bikin û mala kurdî biparêzin.