Di serî de em li sedemên sixêfkirinê yên derûnî binêrin. Ez dibêjim em ji kê bipirsin, wê bibêje dema sixêfan dikim rihet dibim, deşarj dibim. Hema ev ji ber hesta hêrsbûyînê hinekî wisa ye. Lê kesên sixêfan dikin wexta kêfxweş jî dibin, di demên xwe yên aram de jî sixêfan dikin. Carnan di demên aciziyê de jî weke refleksekê ji devê mirovan derdikeve. Em dikarin bibêjin ku ev hinekî diyarkirina hestan e. Li gorî her ziman, çand û welatî ev diguhere yan li gorî hesasiyetên neteweyan tê guhertin. Mînak; spanyolî bêtir bi navên ajalan sixêf û heqaretê li hev dikin. Hollendî bi navên nexweşiyan, almanî bi taybetmendiyên kesan ên fizîkî heqaretan dikin. Ji tazîbûnê şerm nakin. Ji ber wê sixêfên wan jî bêtir zayendî ne. Di çandên olî de jî li jinan an li hin ferdên malbatê sixêfkirin talûke ye. Azerî wexta heqaretê li hinekan bikin dikarin tif bikin wan. Ji bo ereb û hin gelên kafkasî jî tif heqaret e. Îtalî jî li ser dayikên xwe gelekî hesas in. Di nav kurdan de jî ji dayik, xwişk û hevjînê re sixêf dikare bibe sedema kuştinê. Bi piranî şibandina kûçikan jî heqaret e.
Xwediyê pirtûka “Swearing is Good for you(Sixêfkirin Ji Bo Te Baş e)” Dr. Emma Byrne dibêje; pênasekirina sixêfan dijwar e û berdewam dike. “Wexta em şoke dibin, matmayî dimînin, kêfxweş dibin ango bixwazin qirdik xwiya bikin em sixêfan dikin.” Wekî din dibêje tiştek çandî ye ku di heman ziman, welat, civak û olê de watedariya wê heye. Hesasiyeta her civakê rê dide rengê sixêfan. Bi vî awayî kesên sixêfan dikin, heke bixwazin dikarin bi tabûyê wê civakê jî bilîzin û bêrûmet bikin.
Dersdar û Derûnînasê Zaningeha Keeleê Dr. Richard Stevens ku rêberê “Laboratuvara Sixêfan” e li ser vê mijarê hin ceribandinan kirine. Dipirse; “Gelo çima dema em êşê dikşînin sixêfan dikin? Min meraq kir û hinekî ceribandin kir. Sîtileke tije ava cemidî û qeşa amade kirine. Destê ceribanokekî/ê xistine nav wê avê û jê xwestine ku sixêfan bike. Cara duyem domandine. Vê carê jê xwestine ku bi gotinên nazik hestê xwe bîne ziman. Ev encam ji ceribandina xwe girtiye; cerbanok bi sixêfan destê xwe bêtir di nav ava qeşayê de girtiye. Wekî din ji bo vê mijarê di hin serpêhatiyên kesa guhdar kiriye, yek ji wan kesa bi navê Colin dibêje; “Ez bi piranî sixêfan nakim. Lê berî çend salan li serê çiyayekî birîndar bûm, piyê min ji cihê xwe derket û li serê çiya asê mam. Wexta hin kes bi min ve hatin jî mecbûr man ku min deynin ser kêşakekê, heya ez daketim jêrê. Min ji bilî sixêfkirinê nikarîbû tu tiştek bikira. Ji êşa, weke refleks û ji qehra sixêf ji devê min derdiketin.”
Dr. Stevens dibêje; “Wexta em sixêfan dikin, dilê me ji rewşa aram bêtir lê dide. Ev jî nîşaneya bertekek hestan e. Kes wexta êş dikşîne û sixêf dike stresa xwe zêde dike, stres jî analjezî diafirîne.”
Mînakên ku van pisporan dane li ser êşê bûn. Hin kes hene di rewşa aram de jî ji sê gotinan du gotinên wan sixêfên zayendî ne. Pispor dibêjin bi kesên ku gelekî sixêfan dikin re meyla tundiyê heye û ev yek di deverên rêveberiya serdestiya mêran de bêtire. Çimkî li gorî mêrên hetero/çalak kesên pasîf ne mêr in, bi kêr nayên û nikarin liva “kutanê” pêk bînin. Laşê jinê ji bo mêrên serdest û hetero dibe tişta ku teqez bê parastin a serdestiya xwe li ser pêk tîne (Xezeba Lîlîthê li ser wan). Namûs e. Kes nikare li ser tu gotinan bike. Çimkî cihê nîşaneya hêza wî ye. Ev tişt vê fikrê di serê mirov de çêdike. Mêr dîsa li ser xwe dixeyide, hêza wî ewqasî hesas e, ewqasî hesas e heke gotinek bê ser dayik, xwişk û hevjîna wî dikare xwînê birijîne, şer derbixe. Ji heman derûniyê ew jî dixwaze hesasiyeta kesê li hember xwe binpê bike, yê li hember xwe biêşîne. Em dikarin di qada sporê yan jî di nav trafîkê de gelekî sixêfan bibînin. Dîsa li gorî zîhniyeta erkî jina ku sixêfan dike ne giran e. Pê nakeve, kirêt disekine.
Îcar ev demeke mêrên kurd sixêfekê li ser medyaya dijîtal digerînin. Nava sixêfa wan a bi tîpên kurtkirî jî wiha ye: ‘dqn’. Pêwistî bi vekirina vê sixêfê nîne. Jixwe hema bibêje her kes vê sixêfê dizane! Ey mêrên kurd! Mixabin sixêfa we jî dîsa tê wateya xwe serwerdîtinê û kesên pasîf biçûkxistinê.
Femînîzm sixêfên ne zayendî dipejirîne. Lê di jîneolojiyê de min li ser pejirandina sixêfa (yê ne zayendî jî) tu gotin nedîtiye. Di nav kurdan de sixêfkirina zayendî li gelek qadan heye. Di nav dengbêjên me de jî heye. Ji xwe her ku em bertekê nîşan didin mêr xwe diavêjin pişt gotina “Ma ne civakî ye. Di nav stranên me de jî heye û pesindayîn jî heye”. Mînak; pesnê pêsîr û laşê jinê didin. “Yaw pêsîr pîroz e, yekem cihê xweyîbûnê ye.’’ Mîna ku em van tiştan nizanibin diaxivin. Mêr bi van fenan tevdigerin. Lê êdî jin vî zimanî napejirîne. Li dijî vî zimanî ye.
Çand: Çand jî jixwe her car li ber bayê wext û pêvajoyê diguhere. Bila ev gotinên min weke bêrûmetkirina çanda me ya kevin nexuyê. Rexneya min li ser hişmendiya erkî ye. Jin di nav helbest, stran û nivîsên xwe de behsa organên zayendî yê mêran nakin.
Axir nivîs hinekî bû weke sûcdarkirinê! Bi van gotinên dawî hema jixwe mêrên ne bi vî awayî bin, bila xwe di ser van gotinên min de biqevizînin. Ya rast ev zîhniyeta erkî pêşî ji serê kesan, piştre ji ziman diçe. Hêvî dikim her kesek vî barî ji ser milê xwe biavêje.