Rengê hêsirên çavan tune ye, neteweya wan tune ye, lê zimanê wan heye û bi hezaran gotinên wan hene. Carinan gotinek an jî nêrînek jî dikare bibe sedema hêsirên çavên me, carinan jî sedema kêfxweşiyê. Hestên mirovan fêmkirin hunerek e, ma ne carinan em bi xwe jî ji hestên xwe fêm nakin. Zimanê vê hunerê çi ye gelo?
Pir caran li şûna ku em hewl bidin xwe fêm bikin, em hewl didin ya/yê li beramberê xwe fêm bikin. Dibe ku ev yek bibe sedema ku em ji zimanê vê hunerê fêm nekin. Qey ev ne reva ji hestên xwe bi xwe ye?
Di vê jiyanê de bi milyonan tişt hene ku mirov dikare hestên cuda ji bo wan an jî ji ber wan hîs bike. Ev hest jî bi awayek dibin awazên dilê me. Lê seranseriya ku di kesayeta me de derdikeve, dihêle ku em nekevin maneya hest a wan tiştan. Çavên me gelek tiştan dibînin ku divê mejiyê me wan wêneyan yekoyeko bixwîne.
Lê şêwazê xwendinê ya mejiyê me ji ku tê? Bêguman ji mînakên me yên jiyanê pergala dibistanê ku me tê de xwend, an jî dibistana malbatê ku em tê de jiyan. Dîtin di heman demê de fêrbûnek e.
Lê şekildayîn bi hestan re tê kirin. Ger em bikaribin tirsa xwe ya ji hestên xwe derbas bikin, em dikarin kûrahiya Xwebûnê û fêmkirina wan hestan bijîn. Lê ji bo wê jî divê em dilê xwe û mejiyê xwe ji wan hestan re vekin û riyekê ji bo ketina kûrahiya wan bibînin. Ew tê maneya ku divê em dil û mejiyê xwe ji kêfxweşî û xemginî, ji tirs û wêrekî, ji evîn û nefretê, ji guman û bawerkirinê û hwd. re vekin. Di gava piştî vê de em dikarin hinek tişt ji xwe re bineqînin û ên ku em li gorî kesayeta xwe guncaw nabînin dikarin bêbandor bikin.
Yên dibêjin mirov bi fikirandinê dibin mirov, hestên mirovî paşçav kirine. Mêjî û dil ji hev ne qut in, berovajî wê, hev bi rê ve dibin. Mirov bi fikir û hestên xwe dibin mirov. Me beriya niha dema qala taoîzmê kiribû behsa şiyarbûna mirovan kiribû. Mînaka şiyarbûna mirovan dabû. Careke din mirov dikare balê bikişîne ser asta şiyarbûna mirovan. Parçeyek mezin ji vê şiyarbûnê di hestên me de veşartî ye. Divê mirov ji hestên xwe netirse, wan netepisîne lê divê mirov bikaribe xwe perwerde bike. Di gotinê de ev yek pir hêsan e, lê bi rêvebirina hestan hêz û baweriyê dixwaze. Dema me tiştekî fikirî ev yek hestek bi me dide jiyîn. Wê perwerdekirina xwe jî, rê li ber bi hêzkirina hestan veke. Ji ber ku fêmkirin pêkanîn e.
Bi vî awayî mirov bi xwe diyar dike ku dixwaze çi bike, dixwaze kî be, dixwaze kesek çawa be. Lê ya girîng ew e ku mirov çi bike jî, bi eşqek mezin vê yekê bike. Heskirina jiyanê hestên me yên di nava jiyanê de jî bandor dike. Di esasê de hest weke ku her tê gotin ne tiştek tevlîhevin, lê di kêliya rast de tevlî awazên wan hestan bûyîn jî hessasiyetê dixwaze.
Gotin, kilam, wêne hemû berhemên hunerê xîtabî hestên me dikin, her kes di wêneyekê de dikare tiştek pir cuda bibîne. Bikeve nava bîranînên xwe û hestên wan kêliyan bijî. Kilam jî bi vî awayî xîtabî dilê me dikin. Bêguman hest ji hunerê qut nabin, lê em hestên xwe pir rojaneyî dikarin ‘xerc’ bikin.
Heskirina welat, çand, ziman, mirov, heskirina hebûnê ye . Tişta mirov jê hez dike, mirov dixwaze biparêze û bibe para wê. Ji bo bûyîna para vê yekê divê mirov ked bide. Ked-dayîn îfadekirina heskirina jiyanê ye. Îfadekirina berpirsyariyê û wijdanê ye. Eger em bi zimanê hestan bigirin dest, dibe ku herî baş mirov bi vî awayî bikaribe tişta di dilê xwe de parve bike. Lê ger êrîşek li dijî jiyana ku em dixwazin bibin para wê tê kirin, vê demê hêrs, acizî, tirs, xwedîderketin û wêrekî derdikevin pêş û tişta ku em jê re dibêjin tevlîhev nerast xwendina wan hestan e. Ev yek ne ya lêborînxwestinê ye. Dibe ku hestên herî paqij û ji dil bin jî. Bi giranî hîskirin û rastxwendina vê hestê pir girîng e. Ji ber ku yek ji esasiyên mirovan parastina hebûna xwe ye. Ev hêrs ger rast were bikaranîn, wê me bibe riya têkoşîn û berxwedanê. Ev berxwedan wê hîsek bi hêz bi me bide jiyîn û bibe sedema xwe rêxistinkirina rast. Ev hîs jî ger were mezin û berfirehkirin û serkeftinan bidest bixe wê bibe sedema kêfxweşî û aramiya dil.
Berxwedanî hestek çawa bi mirovan dide jiyîn di berhemên hunerî de jî gelek caran hewl tê dayîn were derxistin holê. Lê ev hest tenê bi jiyankirinê dikare were hîskirin. Ango em li berhemên hunerî binêrin an guhdar bikin jî, heke naskirina wê hestê nebe em ê nikaribin wateyê rast bixwînin. Xwendina hestan ya ji dil wê fikrên me jî bi rê ve bibe. Bêguman ev yek ji bo hemû hestan derbasdar e. Ev e sedema ku pergala heyî bi riya valakirina naveroka hunerê hewl dide hestên me bi rêve bibe.
Ev e sedema ku dema em li kilamek guhdar dikin dilê me bi ahenga vê kilamê lê dide û bi gotinên vê fêrî zimanek nû dibe.
Ew dîmenê li ser lûtkeyek çiyayê bînin ber çavan ku ewr dema kom bûn, mirov dibêje qey li ber nigê we ne. Ger em bi çavên xwe bixapin em ê gavekê li biavêjin valahiyê. Lê mejiyê me li wir ji me re dibêje ‘Ewr hilma avê ne, gav neavêje an tuyî bikevî, jixwe tu nagihijî wan ewran!’
Lê di dilê me de çi hest derbikeve, ger em vê bikaribin bi nav bikin, em dikarin şîroveya herî rast a vê hestê derxînin holê. Wê dilê me bêje; ‘Tenê gavek maye, tu bixwazî tuyî bikaribî xwe bigihînî’. Meşa li ser ewran, fira bin baranê, beza ber bi keskesorê ve û govenda li dora rojê. Hûn dikarin hîs bikin?
Weke Gulçîçekê, hevjîna Borkluce Mûstafa gotiye; ‘Ji bo evînê divê em bi dilê xwe bifikrin û bi mêjiyê xwe bicoşin!’
Bila hestên me bikaribin di tarîtiyê de jî riya xwe bibînin û bila enerjiyek bê mînak bikaribe ji vakûma ku hestên me tê de hatine asêkirin derkeve. Bila nigên me gavên xwe ber bi ewran biavêjin û pozê me bêhna baranê ji herî nêz bigire. Bila destê me hilma ewran hîs bike û bila çavên me xemla rengê ewrên di bin lingên me de mane hîs bikin. Bila dilê me yekpareya hestan rê bike mejiyê û kilamek an jî helbestek jê derxîne. An jî wêneyek xêz bike. Em navê vê hunerê bikin ‘senfoniya hestan’… Ê de bila!