Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi modela rêveberiya xwe ji bo gelên cîhanê dibe mînak. Her netewe, civak û bawerî dikarin xwe bi rêxistin bikin û nirxên xwe biparêzin. Hemû bi hev re di nava yekîtî, wekhevî, aştî û jiyaneke kolektîf de dijîn. Pêkhateyên ku ji kurd, ereb, suryan, asûr, tirkmen û ermanan pêk tên bi reng û baweriya xwe dibin banekî de dibin yek. Bi hev re siberoja xwe diyar dikin. Vê yekê jî bi Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) pêk tînin. MSD bi pergala xwe ji bo hemû gelên cîhanê dibe mînak û hêz. MSD hevbendiyeke siyasî ya niştimanî, civakî û çandî ya Sûriyê ye. Ji partiyên siyasî, hêzên sivîl û civakî, kesayetiyên çandî û civakî û rêxistin û tevgerên femînîst û ciwanan pêk tê. MSD di 8-9ê Kanûna 2015an de li bajarê Dêrikê hat damezrandin. Beriya ku Meclis bê avakirin, pêwîstî bi berpirsyartiyê û hebûna nêrîneke rêxistinkirî, demokratîk, ku tu bîrdozî nikare wê têk bîbe hebû. Pêdivî bi lêvegereke dûrî berjewendiyên partiyekî hebû. Li ser vê yekê MSD, weke lêveger û sîwana siyasî ya rêveberên xweser û meclîsên sivîl û Hêzên Sûriyeya Demokratîk hat avakirin. MSDê ji bo pêşniyaza çareseriyeke siyasî ya aştiyane û diyalogê di navbera hemû gel, civak û baweriyên Sûriyeyê de hate damezrandin. Li ser armanc, xebat û pergala MSDê Hevseroka MSDê Leyla Qereman pirsên me bersivandin.
Hûn dikarin hinekî MSDê bidin naskirin. MSD çi karî dike, kengî çawa û çima hat avakirin?
MSD di Kanûna 2015an de li ser vexwendina hêzên niştimanî yên Sûriyeyê li Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşeke aloz de ava bû. Di rewşeke ku şer di asta herî bilind de bû û guhertin di hevsengiyên nav Sûriyeyê de hebûn ava bû. Lewra Rûsya û Îranê bi awayekî fermî li ser daxwaza pergala Şamê dest werdan. Ji aliyê HSDê ve bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî kampanyayên azadkirina axa Sûriyeyê ya ji çeteyên DAIŞê hebû. Wisa xuya bû ku rêkeftinek di navbera Amerîka û Rûsyayê de derbarê rojhilat û rojavayê Feratê de jî hebû. Damezirandina MSDê jî di demeke wiha de pêk hat. Wê demê li paytextê Siûdî, Rîyadê konferansek ji bo avakirina hêzeke muxalefeta li dijî pergala Esad hate lidarxistin. Herwiha desteyeke bilind li dijî avakirina MSDê bû; ji bo danûstendinên bi pergalê re hat avakirin. Bi vê yekê pirsgirêka Sûriyeyê ji Sûriyebûnê derket û bû navdewletî û herwiha bû karteke ji bo welatên biyanî da ku wê li dijî hev bi kar bînin. Bû kartek ji bo çareserkirina hesabên di navbera hêzên herêmî û navdewletî yên ku dixwestin biryara wê ya siyasî desteser bikin. Ji ber vê yekê îsrara hêzên Sûriyeyê hebû ku çareserî di hundirê Sûriyeyê de ye û ne li derve ye û hemû hevdîtinên li derve negihiştin encamekê. Dibe ku hinek mijarên fermî hatin rojevê û hinek aliyan ji wê demê sûd wergirtibin. MSDê ne di nava van civînan de bû, lê bi gelek hêz û welatan re têkiliya wê heye û li ser erdê amade ye. Ji ber vê yekê MSD di 8-9ê Kanûna 2015an de li bajarê Dêrikê, di rewşeke gelek aloz de hat damezirandin. Wê demê mijara herî diyar a qonaxê tundîtûjî û çareseriya leşkerî bû; çi ji aliyê pergalê ve û çi ji aliyê komên bi navê muxalefetê ve. MSDê ji bo pêşniyaza çareseriyeke siyasî ya aştiyane û diyalogê di navbera Sûriyeyiyan de hat damezirandin. Damezirandina MSDê li dijî bikaranîna tundîtûjiyê, wekî pêngaveke bikalîte ber bi çareseriyeke domdar a ji qeyrana Sûriyeyê re bû.
MSD ji kîjan hêz û derdoran pêk tê?
MSD, ji hêz, partî û kesayetiyên ji beşên cuda yên gelê Sûriyeyê pêk tê ku li ser belge û bername û nerînên siyasî yên vê meclisê û li ser pergala wê ya navxweyî li hev dikin. Ev hevbendî ji bo danîna nexşerêyekê ya derketina ji qeyrana Sûriyeyê bi hev re kar dikin. Ew di wê baweriyê de bû ku çareserî bi beşdariya her kesan bi rêya diyalog û danûstendinan û bêyî dûrxistin û biçûkxistina tu kesan divê Sûriye be. MSDê ji damezirandina xwe heta îro ev erka niştimanî daye ser milê xwe. Bi xebata ji bo yekkirina Sûriyeyan û yekkirina rêzên wan tev digere. Ji bo avakirina lihevhatineke niştimanî, bi gelek hêzan re dest bi gelek diyalogên niştimanî, peymannameyên ji hevtêgihiştinê re pêk anî. MSDê gelek forum û konferansên li hundirê Sûriyeyê û dîasporayê bi serkirde û kesayetiyên demokrat re pêk anîn. Bi muxalefeta ku baweriya wê bi çareseriyeke siyasî heye re hevdîtin kirin. Ji bo bidestxistina daxwazên gelên li Sûriyeyê, bidawîkirina qeyranê û hemû şêweyên stemkariyê û avakirina demokrasiyeke nû, piralî û bi hêzên herêmî re kar û xebat kir. MSD li Sûriyeyê weke sîwana siyasî ya hêzên demokratîk û civakî, rêveberiyên xweser û meclisên sivîl û xwecihî tê dîtin.
Li bin banê wê çiqas û kîjan pêkhate hene? Pargala wê çawa bi rê ve diçe? Hejmara nûnertiya pêkhateyan li gor çi û çawa tê diyarkirin?
MSD hevbendiyeke siyasî ya niştimanî, civakî û çandî ya Sûriyeyê ye ku ji partiyên siyasî, hêzên sivîl û civakî, kesayetiyên çandî û civakî û rêxistin û tevgerên femînîst û ciwanan pêk tê. Hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê di nav xwe de digire; girêdanên neteweyî û dînî yên ku li ser belge, bername û dîtinên siyasî yên meclisê li hev dikin û li ser pergala wê ya navxweyî li hev dikin (Belgeya siyasî – nexşerê û rêziknameya navxweyî) Li bin banê MSDê hêz û kesayetên cuda hene ku li gor nêrîn, belgeya siyasî û nexşerêya wê tevdigerin û ji bilî gelek rêxistinên jin û ciwanan zêdetirî 35 partî û kesayetiyên serbixwe yên ji pêkhate û hemû erdnîgariya Sûriyeyê hene.
Heykelê rêxistinî yê Meclisê
1-Konferansa giştî: Desteya herî bilind a MSDê siyaset û stratejiyan durist dike û ji her du salan carekê dicive. Dema ku pêwîstî pê hebe jî, civînên awarte bi tevlêbûna kesayet û rêxistinên jinan û ciwanan li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê û derveyî welêt pêk tîne.
2- Meclisa Giştî: Ji bo danîna siyaset û biryaran di navbera herdu konferansan de û çêkirina planên guncav li gor belgeyên meclisê û biryarên konferansê, biryara beşdarbûna di hevbendiyên siyasî yan jî vekişîna ji wan pesend dike û avakirina desteya serokatiyê pesend dike.
Meclisa Giştî ji nûnerên partiyên siyasî, hêz, kesayetiyên serbixwe û hêzên sivîl pêk tê.
3-Hevserokatî: Serperiştiya karê desteya giştî dike, serperiştiya karê desteya serokatiyê dike, çavdêriya cîbicîkirina siyaset û karê ofîsên pêwendîdar dike û nûnertiya meclisê dike, di rêkeftin û peymanan de û diyalogên bi hemû aliyên Sûriyeyê re kar û xebatan dike.
4- Desteya Rêvebir: Ji hevserokan, nûner û yek ji serokên ofîsê pêk tê, ji erkên wê desteya berpirsê cîbicîkirina biryarên kongreya giştî û encûmena giştî ye û ji danîna planan berpirs e. Bernameyan amade dike û li ber Encûmena Giştî berpirsiyar e.
5- Navendên jêr: Navendên Encûmena Sûriyeya Demokratîk bi biryara desteya serokatiyê li herêm û bajaran ku nûnertiya encûmenê dikin tên avakirin û aliyan beşdarî meclisê dike.
Mekanîzmaya rêxistinî: Rêziknameya Encûmena Sûriyeya Demokratîk, di navbera serkirdeyên encumenê û pêkhateyên encumenê de, rêgeza sereke ya peywendiyên rêxistinî ye. Biryar bi lihevhatinekê tên stendin. Di egera vê yekê de, ew bi piraniya dengan kar dike. Biryarên îdarî bi piranî du ji sisêyan ên siyasî û stratejîk tên girtin.
Ferqa vê meclîsê û meclîsên dewletan ji hev çi ye?
Taybetmendiyên herî girîng ên MSDê ev in:
* Prensîb û bingehên ku ew li ser hatiye damezirandin û hewl dide bi dest bixe; tevgera demokratîk e. Ji ber ku ev li Sûriyeyê wek çirûskeke hêviyê ji bo çareserî û rizgariya ji metirsiyan e. Wekî lokomotîfa tevgera demokratîk e.
Bi rastî û bi kedeke mezin ji bo dîtina çareseriyên siyasî bi rêya diyalogê ji bo rawestandina xwînrijandinê ya li Sûriyeyê û bidestxistina xwestekên gelên Sûriyeyê di azadî û rûmetê de, kar û xebatên xwe dike. Herwiha kar li ser guhertina demokratîk bi armanca bidestxistina dewleteke hevwelatîbûnê dike. Dewleteke qanûnî ku mafên hemûyan bêîstîsmar misoger dike. Wekî rêxistin ên ku hatin damezirandin armanca wê ne marjînalbûn û bidestxistina desthilatdariyê ye.
* Xebata vegerandina têgînên bingehîn li ser esas û rastiya wan, ku siyaset karê gel e û ne tenê bi dewlet û mêran re sînordar e.
* Hebûna nerîneke siyasî û nexşerêyeke ji bo çareserkirina qeyranên pêkhatî yên ku Sûriyeyê tûşî wan dibe. Dabînkirina yekîtî û aramiya Sûriyeyê û pêwîstiya pêkhatina nasnameyeke niştimanî ya Sûriyeyê ya berfireh li ser bingeha hemwelatîbûna azad.
* Hebûna bi hêz û bi bandor a jinan di navendên biryardanê de û azadiya jinê weke bingeha hemû azadiyan û beşdarbûna wê di proseya siyasî de weke mercekî bingehîn ji bo serketina proseya danûstendinan û guhertinan (bilindkirina rola jinan, ji %50 beşdarbûna bibandor a li hemû qadan jî wek hêza dînamîk a civakan û ya herî jêhatî ya guhertinê tê dîtin.)
* Meclîs di hemû pêkhateyên xwe yên rêxistinî de pergala hevserokatiyê qebûl dike.
* Hebûna wê ya li ser erdê, sîwana siyasî ya rêveberiya xweseriya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Çawa xwe bi rêve dibe û pirsgirêkan çareser dike û di avakirin û sazkirina qanûnan de bi risteke çawa radibe?
* Di rêza yekemîn de xwe dispêre zagonan. Ji ber ku ew sazûmankara ku mekanîzmayan destnîşan dike ye. Zagoneke hundirîn ku mekanîzmaya karê xwe bi rê ve dibe, destnîşan dike. Her guhertin an jî guhertina di bendên rêziknameyê de ji erkên Konferansa giştî ye.
* Siyaseta rêxistinî ya KCDê ew e ku demokrasiyê wekî çand, pratîk û nêzîkatiya ji bo bi pêşxistina xebatên Meclîsê tê şopandin binirxîne.
* Mîsogerkirina mafê bîr û rayên din û derfetên pêşkêşkirina ramanên xwe di nav saziyên meclisê de pêk tîne, lê girêdayî encamên lihevkirinê dimîne.
* Hebûna jinan a di hemû qadan de ji sedî 50 û ya ciwanan jî ji 25 e.
* Biryar bi lihevhatinekê tên stendin. Eger ev ne pêkan be, di biryarên îdarî de piraniya sade (%50 + 1) û di biryarên siyasî û stratejî de piraniya du ji sêyan û raya hevserokatiyan tê bikaranîn. Di dema dengan de wekhevî tê tercîhkirin Civîn jî zagonî tê dîtin ku herî kêm ji sê parên du endaman beşdar bibin.
* Civînên demkî di hemû astan de hene. Di van civînan de xebatên ku hatine qedandin tên nirxandin. Plan û stratejî tên çêkirin, pirsgirêkên herî girîng û nîqaşkirina astengiyan û heke hewce bike civîneke awarte tê destnîşankirin, mijarên lezgîn û girîng tên nîqaşkirin.
* Xebat di nav ofîsên jêrîn de tê kirin, ku di her ofîsê de pisporî heye û kar bi hev re têkildar in. Wekî Buroya Têkiliyên Giştî, Ofîsa Jinan, Ofîsa Şêwirmendiyê, Buroya Ragihandinê, Ofîsa Sekreteriyayê, Rêxistin, Şûnwar Ofîs, Meclisa Ciwanan karên bingehîn in.
Di dîplomasiya navxweyî û derve de xwedî risteke çawa ye?
Meclisa Sûriyeya Demokratîk xwedî risteke girîng e di danîna peywendiyên dîplomatîk de. Çi li nav xwe û çi li derve, bi awayekî ku xizmeta rêya çareseriya siyasî dike û daxwaz û berjewendiyên gelê Sûriyeyê pêk tîne. Di serî de ji bo bihêzkirin û bipêşxistina peywendiyên civakî di navbera hemû gelên Sûriyeyê û pêkhateyên wê de hewl dide. Herwiha ji bo xurtkirina peywendiyan di navbera hemû pêkhateyan de, meclis her dem xwedî rist û helwesteke berbiçav e bi gelên Sûriyeyê re, di rewşên cuda de her dem xwedî helwestên hevgirtinê ye. Li ser asta navxweyî heta niha bi pêkhateyên gelên Sûriyeyê û pêkhateyên cuda gelek civîn li dar xistine. Ji bo gotûbêjkirina daxwazên gelên Sûriyeyê û çareseriya herî guncawa ji bo siberoja welêt gelek forumên diyalogê, semîner û kargeh hatine lidarxistin. Meclis heta niha di asta civakî de jî bû xwedî risteke girîng û gelek kar û xebat meşandin. Jin di karê dîplomasiyê yê MSDê de xwedî risteke herî berçav in. Di navendên biryargirtinê de cih digirin.