9 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şivan û Şiv

Nizamettin Ozturk

Li qûntera çiyayê Elahuekberê gelek keriyên pez, yên gundên hawîrdor hebûn, wan keriyan destpêka havînê heta payîzê li wir debara xwe dikir. Ji wan keriyan yek hebû ku heta payîza derengî li wir dima, piştî wê dikişiyan diçûn deşta gundê xwe.
Rojek ji rojan şivanê wî keriyê pez ji bo bêhnvedanê pez kişand cihê xwe yê ewleyî û da mexel. Bi xwe jî li ser cilikê bi kêfxweşî pala xwe da kendalekî qedîm; şiva xwe jî danî kêleka xwe cem bilurê. Çitobe ev şiv wekî diyajoyekî alîkarê wî bû! Şivan îro hinek westiya bû. Hê, çavên xwe girtibû, bi dengekî şiyar bû.
Şiv hatibû ziman!
Şivan behitî mabû!
Şivê got; Şivanê min ê jîr û wêrek lêborîna xwe dixwazim, min tu şiyar kirî. Şivan tengezarî li ser xwe zûtir avêt û got; Kerem bike hevala min a qedirbilind. Şivê ji ber vê pesindayînê spasiya xwe pêşkêş kir û got; Ezbenî, bi salan e ez di bin destê te de me, min tu carî li hemberî te bê iteatî, bê hurmetî nekir. Jixwe peywira te gelek giran û zehmete. ji bo wê dibe ku, tu gelek tiştan ferq nekî; ez bixwe êdî betilîm. Ji ber çend babetên bê xêr jî dikarim bêjim peritîm!
Piştî va gotinan, Şivan kulavê li ser jûniyê xwe hilda danî hêlekê û xwe kişandê jor. Rabû bi çavekî matmayî li şivê nihêrî. Ya rastî ev gotinên şiva wî ya salan hinekî li wî ecêb hat. Lê dest nedayê. Şivê gotina xwe berdewam kir; Ezbenî eger destûra te hebe dixwazim li ser hin arîşeyên li vê alema me çavdêriyên xwe bînim ziman.
Şivan hinek ponijî û got; Ka keremke bêje. Lê di wê der barê de fikarên min hene. Tu jî zanî ku sala berê, min jî hinek tişt gotibûn, feqet serê min gelekî êşiya. Şiv dîsa vegeriya ser Şivan û got; Rast e ez dizanim gelek gotinên te hebûn. Ez fikarekirina te fehm dikim, êdî ji bo min dem hatiye, dixwazim ev çend babet hene ji te re bêjim. Piştre daxwazeke min ji te heye!
Şivan lê vegerî û got; Nizanim tu yê çi bêjî, daxwaza te çi ye? Lê ji ber gotinên ku ji dev derdikevin, teqez li her derê belav dibe! Berê wê axaftina xwe dixwazim tu baş bifikirî!
Lewre me gelek sal bi hev re derbas kiriye û ked me ya bê hempa li ser hev heye. Mesela; tê bîra te gelek sal berê, beranê keriyê me yî qemer ê wêrek û çalak, ji ber kurtepis û paşgotinên keriyên cînara hema ku diçû ber mirinê. Bi saya piştevaniya min û te me ev ji xetereyek mezin xelas kir.
Şivê bi xemginî axînek kişand û got; Erê, ezbenî ew bûyer baş tê bîra min. Bi destûra te ez ji bîranînek têxim bîra te. Di wê navberê de Şivan hinek baldarî biribû hêla jor nihêrî û li wê derê tevliheviyek hebû; ‘ji keriyek din çend bizin û nêriyek rih dirêj û poz bilind, xwedêgiravî hatine mewantiya nêriya vî keriyî.’ Şivan ser wan tespîtên xwe dest avêt çenga xwe hêdî hêdî xurand, paşê ji şivê lêborîn xwest û jê re got; Ka keremke. Şivê got; Tê bîra te, wextekî lingê te şikestibû, tu nikarîbû li ser piyê xwe bisekinyayî, du gurê har erîşê keriya me kirin; te ez hildan wekî çekeke bi agir şixulandim û natika guran xistim. Ji ber vê guran hêla xwe guherandin. Ez wê bûyerê qet jibîr nakim. Keriya me de se yê belek bi tena serê xwe berî guran dida. Ev rewş jê re xetere bû. Bêguman tu jî zanî; ker ji hêla hemû mexluqan tê mirandin û piranî jê re bêhiş tê gotin. Lê wê rojê kera me ya reş; bi dengekî bilind, da lotikan çû hawara seyê belek.
Lê heman demê de di nav pezên bêdeng û bêhes de alozî derket, li wî alî guran gelek pez birîndar kiribûn. Dîsa di heman demê de tiştekî balkêş diqewimî: nêriyên me yê xebîs bi wî xemla xwe û zengila li stûyê xwe derketibû ser zinarekî mezin, derûdor temaşe dikir. Taybetî ber bi hevraz çûyîna guran dişopand. Nêrî ji ber qewimandina bûyerên wisa qet rewş û timtila xwe xira nekir. Ya rastî di pêvajoyên ewqas salan de gelek bûyerên wiha li me qewimîn lê helwesta nêriya xebîs hertim wisa bû. Şivan; Kaji kerema xwe ew babetên dinê çinê û xwesteka te çiye? Wana bêje! Şivê got; Ezbenî di nav berfirehiya vê alêmê de; du mijaran ez gelek qehirandim. Yek helwesta nêrî; min qala wê kir; ya duyem jî, tu bi xwe jî zanî mixabin xemsariya di nav keriyê de ye! Ev çilo yê? Xemsarî evqas bilind û zêdeye, di navbera wan de agir bi yekî bikeve, ji bo yê din qet xem nîne! Tu di niherî nîvê keriye, qevdek gîha di destê kê de bibînin ew kes kî dibe bila bibe li pey wî diçê, nizane ku, ketiye rêya salxanê!
Xwesteka min; Êdî ez nikarim di vê nêvengê de bimînim. Ez dixwazim bikişim goşeyekî û xwe vehesînim. Tu ji bo xatirê rojên borî, min bide destê rêviyek camêr herim zozana bapîr û dapîrên xwe.
Şivan bersiv neda! Nihêrî ji hêla jêr de siwarek tê. Destê xwe bilind kir, siwar sekinî, jê tika kir û bi dil û can ji hevalê xwe yê salan re got; Baş li xwe miqatebe û ew teslîmî siwar kir. Siwar heya girê sofî zivirî, Şivan wisa di nav xemgîniyê de li ser pê ma! Paşê hat ber avê rûnişt ji bo xatirê şivê li bilûrê xist.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê