7 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şîtka: Fermana 3’ê Tebaxê li ser lihevkirina Tirkiye, PDK û DAIŞê pêk hat

Îro 7’emîn salvegera komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an e. 7 sal berê îro bi deh hezaran êzîdî ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji cih û warên xwe hatin koçkirin. Bi hezaran êzîdî hatin revandin. Mala Êzidî ya herêma Cizîrê û bi sedan şêniyên Hesekê êzidiyên 7 sal berê li Şengalê hatin qetilkirin bi meşekê bi bîr anî.

Gel li çerxerêya gundê Berzan ê êzidî yê Hesekê kom bûn û wêneyên Abdullah Ocalan, kesên di komkujiya Şengalê de hatin qetilkirin, alên Mala Êzidî, YBŞ û gelek pankart hildan.

Girsê beriya meşe ji bo bîranîna qurbaniyan 5 deqîqeyan rêz girtin. Piştre çûn Mala Êzidî ya li gundê Berzan û berxwedana şêniyên Şengalê silav kir. Li pêşiya Mala Êzidî Endama Rêveber a Meclisa Kantona Hesekê Zêneb Şîtka axivî û got: “Komkujiya 3`yê Tebaxê, li ser bingeha lihevkirinekê di navbera Tirkiye, DAIŞ û PDK`ê de pêk hat.”

Zêneb Şîtka li ser helwesta PDK`ê jî rawestiya û wiha got: “PDK û hikumeta Iraqê şêniyên Şengalê bi tenê hiştin. Ev yek isbat dike ku destê wan di komployê de heye û ew berpirsên wê komkujiyê ne. Bi saya Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) gelê Şengalê ji qirkirinê xilas bû.”

Zêneb Şîkta di axaftina xwe de soz da ku dev ji şêniyên Şengalê û hemû parçeyên Kurdistanê bernadin û HPG, YPG û YPJ`ê dê gelên Kurdistanê biparêzin û wiha bi dawî kir: “Em nahêlin careke din komkujî li dijî gelên me pêk werin. Em ê li hemberî Tirkiyeyê û çeteyên wê bisekinin û bi vîna xwe em ê têkoşînê mezin bikin.”

Hevserokê Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Farûq Tozo jî axivî  û wiha got: “Armanca qirkirina valakirina Şengalê û qirkirina gelê wê bû. Lê bi saya fedekariyên HPG, YPG û YPJ`ê Şengal ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bû.”

Komê piştî meşe dirûşme berz kirin û komkujî şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan 