Li Tirkiyê, sed sal in ku diyalektîk û materyalizma dîrokê tê redkirin. Sistama dewşirme, ji sîstema kapîtalîzmê cûdatir e û dijwartir e. Sîstema dewşirme dagir dike, tune dike, hem bedena mirovan, a civakan û hem mal û mewdanê wan û erdnîgariya wan talan dike. Sîstema Kapîtlîst jî, metingerî ye, mal û mewdanê mirovan û civakan û keda wan talan dike. Lê cudatî di ruhê her du sîsteman de ye.
Sîstema dewşîrme, bi ruhekî Frankenstein haraket dike, dîrok, çand, ziman, nasname înkar û tune dike. Sîstema kapîtalîst, bi ruhekî ruhanî harakket dike, wekî, mêzîn û olçeka bazirganiyê di radeya selefekariya Hecî Pepe, yan jî Bazirganê Venedîk de dike pratîkê.
Kapîtalîzm tenê bi hêza eskerî li ser piyan namîne. Sermayê bingeha vê sîstemê ye. Hêza eskerî jî parêzvan e. Lê sîstema dewşirme, hêza eskerî esas digire, qanunên wan û perwerdehiya wan jî, li ser bingeha hêz û hişmendiya eskerî ye.
Mixabin, sîstema kapîtalîst û sîstema dewşirme, li Kurdistan û Rojhilata Navîn tevlîhev bûye. Yan jî hevkarên hev in. Bi gotina, nivîskarê, “Bi Çavên Masonîk Yusuf” Tamer Ayan, eger em bi “aqluhikmet” li rewşa Tirkiyê û Kurdistanê binêrin, em ê bibînin ku kiryarên li derveyî aqil û zanistî, li derveyî demokrasî û hiquqê hundir û gerdunî têne kirin. Vê jî hemû îmana civakan, hem ji dengeya aqilê mirovî, hem ji aqilê kûmûlatîf a civakî derxistiye û mêjiyekî dewîxî derxistiye holê.
Ji serdema Yewnana klasîk û heta îro, cîhanê giringî daye zanist û wêjeyê; her welat jî bi taybetî xwedî dîrokek wejeyî ye. Bêguman li dewleta Enqerê jî, dîrokek wêjeyî heye. Lê ev dîrok, ji rastiya sosyo-ekonomîk dûr e û gavekê ji teoriyên Ziya Gokalp, Yusuf Akçûre, dûrneketiye. Mabedek hatiye avakirin. Her çiqasî min ev mabed weke “Quleya Babîl” binavkiribe jî, gotina “mabeda ulkuci”yan wê rasttir be. Tu têkiliya vê mabedê, bi zanistiyan re nîne û ji nasnameya mirovî jî dûr e. Bi taybetî di desthilatdariya AKP/MHPê, ya 22 salan de, siyaseta her cûre xerabiyan, bike û bi siyaseta “settar’ul ûyûb”- (veşartina kiryarên qirêj) haraket dike û tê meşandin.
Mixabin zanistiya li Tirkiyê jî xizmeta vî ruhê bêyom dike, dibe sedema ku aqilê mirov û civakî, bibe deşo, bibe şolav û avşolkî bibe. Mêjiyê avşolkî, nikare pêşketinan bişopîne. Eger bişopîne jî, nikare binirxîne û encameke erênî derbixe û ji bo riya rast bikar bîne..
Ev têkbirina hafizeya gelan e û desthilatdariya AKP/MHPê jî vê dike. Mînaka vê rastiyê, banga Dewlet Bahçelî û piştre xepkariya şaredariyan û teyinkirina qeyuman e!
Jean Paul Satre jî di pirtûka “Em Hemû Kujer in” de, li ser dagirkeriya Frensa ya li Cezayir, 3 xalan rêz dike û dibêje; Dagirker, hem provakator in, hem fitnecî ne… Dagirkerên Frensî, dixwazin kompleksa xwe li gelê Cezayir bar bikin. Prof. Dr, Taner Akçam jî, di pirtûka “Di Çanda me ya Siyasî de Zulum û êşkence” de, mina ku gotinên Jean Paul Srtre erê dike, dibêje; “Di Xanedaniya Osmanî de, serdama Ittihat û Terakkî taybet e. Kevneşopiya dewletê serûbînî hev kirin, bi vekirina ofîsên li bajaran, (Bakurê Kurdistanê jî di nav de) burokrasiyek paşverû û li ser îdeolojiya Jon Turkan avakirin. Kuştin esas girtin û rojnamevanên weke Ahmet Samîn beg jî, di nav de gelek kes bi êşkencê kuştin. Ev metirsiniya potansiyal, di serdema avakirina dewleta Enqerê de jî, bû bingeha siyaseta dewletê. Civakên ku “tirkî”tî qebûl nekirin, “zindiq”, “cihêkar” û “xayin“ hatin binavkirin. Lîderên civakan weke sergerde, eşqiye hatin binavkirin û tunekirin.
Prof. Dr. Taner Akçam jî, dema behsa felsefe û îdeolojiya Îttîhat û Terakkî dike, dibêje, “Çi dibe bila bibe, ji bo desthilatdarî ji dest neçe, her cûre rê û kiryar mubah in.” Îro jî, desthilatdariya mîratzedeyên, paşayên Ittihat û Terakkî, bi gotina gelê Suryanî “misilmenî” jî heman siyasetê dimeşînin û teva kujer in. Ji xwe J. P Sartre jî dibêje, em tev kujer in!
Kesên ku dixwazin vî qalibî bişikînin jî, yan digirtin, yan jî têne tune kirine.
Her desthilatdar, ji Mustafa Kemal û heta bi Reîs Erdogan, her kes, weke “deha”yên metafîzîk têne nîşandan. Hin ji generalên ku bi trawmatîk û gotina xwediyê dewletê haraket dikin, piştî salên’50’î dest bi darbeyên eskerî kirin. Wan generalan jî xwe wek “qumaşê Hindê ku peyde nabin nîşan dan. Vê jî olîgarşiyek di qaliban de, kamp, an jî ofîsên polîtîk yên “statîk”ên ajîtator, cihêkar û “ firsetperest derxistin holê.
Partiyên bi kanunên zincîrî hatine avakirin jî, xelekên tifaqa eniya dewşîrmeyan ên û xwedî wî ruhê bêyom in.
Ev tablo, weke karîkatura teatrowarî ye. Daketina Reîs Erdogan, a ji pêpelûkên qesra Bêştepe mînak e û weke palyaçoyekî radîqal e. Di dîrokê de, Frankenstein û Adolf Hitler, weke zebaniyên dojehî têna naskirin. Lê paşayên Îtîthat û Terakkî, ansiklopediya “seyfo, qirkirin û holokost” nivîsîn dîse jî weke zebaniyan ne hatin nivîsandin. Hîna jî siyaseta wan a qirkirinê dewam dike. Di nava 40 salî de 2yemîn ansiklopdiya komkujiyan hatiye nivîsandin. Lê hunermendekî mîna Chaplin nîne ku qirkirin û komkujiyên lîder û miratzedeyên îttîhat û Terakkî bikin fîlm û teatro.
Ev rêxistiniya bêyom û tifaq ku menendê wê li cîhanê nîne, êrîşî hafizeya civakan dikim. Piştî ku Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan, li Mêrdînê behsa Şêx Seîd û Seyit Riza kir, lêpirîsîn dane destpêkirin. Ev lêpîrsin bi armanca tunekirina hafizeya dîrokî ya gelê Kurd e!
Balkêş e, George Thomson, dibêje, Tirk, di radeya fetîşên dewletek dirrinde de haraket dikin. Ji roja derketine ser dika dîrokê barbariyê dikin. Hikmet Kivilcimli jî, balê dikişîne ser vê barbariyê. Cewat Şakîr, namî deger Halikarnas Balikçisi jî, vê barbariyê bi gotina “zêde îdealîzasyonê” ve girêdide.. Kemalîzmê li derî dîroka zanistî dibîne û di netewparêziyak teng de û çêkirî dinirxîne.
Dewlet Bahçelî û Erdogan, fikrê Ziya Gokalp . Yusuf Akçora, F. Nafiz Çamlibel û M. Akîf Ersoy diparêzin. Erdogan çikasî xwe weke pêşengê “fikr-î-vahdet” yekbûna gelan nîşan bide jî, ne rast e. Islam, gelan û nasnameyan inkar nake, Lê Erdogan nasname û zimanê Kurd, dîrok û cogrfaya Kurdan înkar dike. Qeyumên ku bi fermana Erdogan têne tayinkirin jî, “şirk” e. Qeyum , navekî ji 99 navên Xweda ye; tê wateya “xulqet”a xwezayê û qekheviye, parastina heq e. Ev heq di rengê xwezayê de ye. Xweza wekhevî ye û hemû xulqetan xwedî dike. Yekî ji yê din nabijêre, yekî ji bo yekî din red û înkar nake. Lê sîstema qeyum û mekanizmeya sîstema qesrê, sosyo-polîtîk e, red û înkar e û xesp e.
Qeyum di ola îslamî de, tê wateya “fazîlet”ê, Lê qeyumê Erdogan û Bahçelî ji fazîletê dûr in û parçeyek ji Kanuna Takrîr-î Sûkûn e.” (4ê Adara 1925). . Lê di lîteratura Kurdan de, dema mirovek ji kesekî re bibêje, “sukût bibe”, tê wateya heqaretê. Qeyum ev heqaret e.
Kurd jî, gelên li Tirkiyê jî dizanin, tifaqa AKP/MHP, yanî Erdogan û Bahçelî bêyî hev naxivin, bi taybetî di pirsa Kurd de, bêyî hev naaxivin. Lê di demên dawî de, bi taybetî derdorên her du partiyan, gotinên Bahîçelî, bêyî Erdogan axiviye, Erdogan jî bêyî Bahçlî qeyum tayin kirine, ev ne rast, manîpulekirin e. Kulliyen derew e. Ev îddîa û “şaşiya”, hem normalizekirina tecrîdê ye, hem normalizekirina qeyuman e.
Yanî civakê manîpûle dikin û operasyonên “îdraqê” dikine pratîkê.
Di siyaseta sed sali de, hem “laîk”tî”, hem komar, hem demokrasî, hem heq û hiquq bi siyaseta manîpule û operasyonên “îdraq”ê de têne meşandin. Ne wateya “laîk”tî, hate fêhmkirin, ne demokrasî û ne edalet hate fêhmkirin. Enerjiya derewan, teşqeleyan, mandelekirin û operasyonên “idraq”ê her dem hebûn û hene.
Em dev ji siyaseta qeyum û tecrîdê berdin, kîndarî û feraseta fesadî û dijminatiya li dijî Şoreşa Rojava, ku terorizekirina YPG û YPJ tê kirin; gelo mirov bi kîjan aqilî, kîjan vijdan û ahlakî ve girê bide? Herî dawî diruşmeya “Em rê nadin Terorîstan”e. Erdogan di civna YE ya Macaristanê de jî hemen mijar anî holê û ji dewletên Ewropa lavekariya destekê kir. Ev helwest, bêyî avakirin û darizandina li Dadgehên Istîklalê ye, mahkumkirina îradeya gelê Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û hwd. ne.
George Thomson, di pirtûka “Beriya Dîrokê, Ege’de dibêje; Heywan têne çêrandin, tov – bizir têne çandin, lê mirov bi keda xwe û aqilê xwe li ser piyan dimîne. Ked û aqil, bingeha azadiyê û bingeha aboriyê ye. Azadî û aborî têkildarî hev e. Eger aqil azad nebe, aborî jî sernakeve. Eger, mekanizmeya mezin a rêxistînî, (dewlet) were avakirin, çînen “asalak”-xwerek, weke “golikên paçxwar”, derdikevin hole û mina li qeraxên Dicle, Firat û Nîlê hate dîtin û Dehaq û Fravun pîkolê dikin. Weke li Mazopotamya hate xuyakirin, wê qesrên diktatoran bibin “malên xwedê”.
Li Tirkiyê jî, qesra Beştepe ya reîs Erdogan, bûye “mala xwedê” û fermanên newî “şer’î emir” dide. Her ferman jî dibe nîrekî li ser stuyê gelan. Li hemberî hemû kiryarên faşîzan jî, Erdogan, fotografekî li gorî keyfiyeta xwe bidestnexistiye. Tevgara Azadiya Kurd û felsefeya ku gelê Kurd li pey dimeşe, di aliyê civakî û siyasî de, ji texmînên Erdogan û Bahçelî, ji texmîn û hizrên entelektul û rewşebîrên ku Kurdan di “mecra” “tirk”î de dibînin, bi gelekî mezintir e.
Mumtaz Er Turkone, berê digot, îslamiiyet ne ideolojî û olek e. Nikare bibe gevdeyek siyasî. Ji ber van gotinan, dûçarî êrîşên îslamîstan bû. (1) Lê îro, weke şêwirmendê qesrê kar dike. Du-sê gotinên wî; Turkîtî, Turantî, netewparêziya Anatolya, ûlkûcû, netewparêziya Ataturk û ideolojiya Nihal Atsiz”, me li ser piyan digire. ( Mumtaz Er Turkone, ji kulliyeta ulkucu derketiye hole.)
Balkêş e, netewparêziya Anatolya ku di senteza “turkî” de hatiye hêrtin û hevîrkirin, di netewparêziya aborî de tê vegotin. Ev jî siyaseta “îdrak”ê ye û ev operasyon jî, bi destê rewşenbîr, akademisyen, nivîskar û rojnamevanan tê kirin.
Dubarê dibêjim: Kurd, êdî bi hafizeya ezber tevnagerin. Xwedî felsefe û îdeolojiyek hemdemî ne. Serdema hovîtî û dirindehiya salên 1915, ‘19, ‘25, û ‘38an jî baş dizanin û weke Tuncer Bakirhan, wê her dem van mijarên dîrokî bikarbînin û weke şujina dîrokê bikin çavên mîratzedeyên dewşirme. Dîroka alternative jî ev ratsî ne!
Kurd hem şerê 3yemin ê cihanê dijin, hem şerê sedsala dûyemîn a Komara Tırk dijîn. Miratzedeyên paşayên dewşrime jî, biqasî bavûkalên xwe, kompetanê şerê qirêj, dek û dolab û lîstikan e. Li hemberî vê; gelê Kurd jî, hêzeke dînamîk û enerjîk e. Bi îrade û lehengîyek ku diyalektîka dîroka serdemê zemt kiriye berxwedanê dike. Ev fedekariyek mezin e û wê teqez serketinê misoger bike.
……….
* Emel Yalçin, Di Serdema Komarê de Islamîk u Islami Felsefe, Çanakkale, 2014, teza doktore