Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik ji bo navê gund, mezra, bajarok û gelek deveran paşde were vegerandin, Teklîfa Qanûnê pêşkêşî Serokatiya Meclisa Tirk kir.
Sirri Sakik di hinceta teklîfa xwe de diyar kir ku navê cih û deveran tenê ne pênaseyek erdnîgarî ye, di heman demê de navê van cih û deveran parçeyek hafize û nasnameyê ye. Sirri Sakik anî ziman ku navê cih û deveran dîroka bi hezarê salan e û navê van cih û deveran bûne stran, helbest û destan û ev cih xwedî hafizeyek civakî û çandî ye.
Sirri Sakik bi bîr xist ku li bakurê Kurdistanê ji 40 hezarî bêtir navê cih û deveran di çarçoveya polîtîkaya asîmîlasyonê de hatiye guhertin û tevî vê yekê jî gel hînî navê van cihên bi Tirkî nebû û navê van cih û deveran bi Tirkî nabêje.
