‘Ji ber ku kurd bûn hatin qetilkirin’ manşeta hevpar a hemû rojname û nûçeyên ku êrîşa li Konyayê wek êrîşeke faşîst pênase dikirin, ev bû. Ji bo kesên ku vê êrîşê bi vî awayî dinirxînin ev rastiyek e ku qet şik jê nayê. Lê rastî her çiqas bûyereke aşkera û pêş li çav be jî di gotinê de li gorî helwesta kesan ji nû ve tê avakirin. Hem mirov, hem kom û rêxistin rastiyê li gorî sekna xwe şîrove dikin. Lewma jî em dikarin bibêjin her tiştê tê jiyîn li ser lêvên me wate û wêneyên nû werdigire, ji nû ve tê sazkirin û avakirin. Ango em rastiyê di hişê xwe de werdigerînin zimanê ku em jê fehm dikin, em li gorî dilê xwe û pirî caran zanebûna xwe wê rastiyê bi şikl û şemal dikin. Qirkirina nijadperest a Konyayê jî ji hîn ‘şîroveyên rastiyê’ bêpar nema, li gorî helwest û seknên xwe mirovan ew şîrove kirin, nirxandin û şopandin. Ez ê li ser şîroveyên (Kurdan) ên ku ji qirkirinê xemginiya xwe anîne ziman bisekinim. Mirov dikare van şîrovekirinên rastiyê li gorî çar tîpolojiyan ji hev cuda bike.
Tîpolojiya yekemîn, dibêjin ev aşkera êrîşeke nijadperest e; dewleta tirk û polîtîkayên wê yên li dijî kurdan wek sedemên êrîşên bi vî awayî tên dîtin. Li gorî vê şîroveyê hikûmeta AKP û MHP’ê binketîbûnên xwe -bi propagandaya xwe ya bingehîn a sedsalî ya netewperest û nijadperest- pişt perde dike, rê li van êrîşan vedike. Rastiyê bi hêsanî û bi giştî dinirxînin, têkiliyên wê yên tevlihev û heta dubendiyan pişt çav nakin lê di dema hewceyê gotinê be jî ji ‘reş’ re ‘reş’ û ji ‘spî’ re ‘spî’ dibêjin. Tim li wêneyê mezin dinêrin. Di şîroveyên xwe de kurdan homojen digirin û li ser esasa ‘kurd=Tevgera Azadiyê’ bûyeran dinirxînin. Ev tîpolojî ‘pênasekirina giştî’ ya pirsgirêkê esas digirin.
Tîpolojiya duyemîn tevlihev in. Bo wan jî êrîş êrîşeke nijadperest e, kesên êrîşkar nijadperest in û dewleta tirk jî dewleteke faşîst e. Lê ji bo vê aliyê hedefa yekemîn Tevgera Azadiyê ye. Mijar çi dibe bila bibe, çiqas giran dibe bila bibe, bo wan mijar ji bo êrîşa hemberî Tevgera Azadiyê amûr e. Argumanên wan ji hev cuda bin jî di hemberbûna Tevgera Azadiyê de digihîjin hevdu. Hîn cenaze li erdê bûn, hevokên van kesan bi ‘lê ….’ destpê kir û neyariya xwe ya li hemberî Tevgera Azadiyê bi rêz kirin. Şîrovekirina rastiyê di heman demê de pratîkeke bîrdozî ye; herkes ji bîrdoziya xwe û ji çarçoveya têkiliya xwe ya bi hêzên serdest rastiyê dinirxîne. Ev bi çavnebariya hêza serwer qaşo parastina gelê bindest dikin. Naxwazin bindest bi ziman be, dixwazin li ser navê wê di lîga serdestan de biaxivin. Ji tu rîskî re deriyên wan venekiriye, di rastiyê de ew ji windakirina konformizma xwe û windakirina xeyalên xwe yên serweriyê ditirsin. Neyariya wan a hemberî Tevgera Azadiyê di vê çarçoveyê de ne beredayî ye, ne jî bêbingeh e. Ev tîpolojî ‘amûrkirina’ (enstrumentalîze-kirin) pirsgirêkê esas digire.
Tîpolojiya sêyemîn rastiyê bi bertek û bi hestiyarî şîrove dikin. Ji çavê dê û bavan kurd û Kurdistanê û bûyerên ser wan dişopînin. Hem nifir dikin, hem dia dikin; hem pîroz dikin, him şermezar dikin. Rastiyê bi hestiyarî lê ne bi empatî şîrove dikin. Ev jî dibe sedem ku perspektîfa kirdeyê carcaran nabînin. -Ez jî tê de- gelek kes gotin ‘çima malbat li Konyayê tê binaxkirin?’ Hestiyariya me û berteka me nahêle ku em ji çavê malbatê rastiyê şîrove bikin. Em nafikirin sînor li ser erdê hatine xêzkirin. Di bin erdê de sînora welat û dewletan nîn e û Kurdistan ne tenê li Mezopotamyayê ye; di heman demê de cihê ku em wî di rastiya xwe de didin jiyandin e. Welat ji axê zêdetir e. Çawa ku bindestî û qirkirin li derveyî axa Kurdistanê jî bi para me dikeve, divê hestkirin û avakirina vî welatî jî li derveyî axa Kurdistanê bi para me bikeve. Ev tîpolojî ‘hestiyarkirina’ pirsgirêkê esas digire.
Tîpolojiya çaremîn ‘waqayên bêhêvî’ ne. Ew tenê ji bûyerê xemgîn in lê nizanin xemgîniya xwe şîrove bikin. Lewre bi xwe ne xwedî şîrove ne. Şîrovekirina wan a rastiyê li gorî nûçeyên dişopînin diguhere. Nûçe bi dubendî bin, ew jî dubendî dibin lê di ferqê de nînin. Bi bêdengî dibêjin ‘êrîşeke nijadperest e lê hewce nake mirov bi deng bibêje; lewma gere ‘provakasyon’ çênebin.’ Û jixwe di navbera malbatan de jî ‘neyartî’ hebûye, hewce nake mirov di bin kerê de li golikê bigere. Tu yê bêjî qey kurd qet ji ber nasnameya xwe nehatine kuştin û yên ku li Tirkiyeyê cihên ku lê daristan dişewitin, ser kolanan kontrola nasnemeyan dikin, kurd in. Ev tîpolojî di jixwedûrketineke wisa de ye ku sedem çi dibe bila bibe, di binhişê xwe de kurdan berpirsyar dibîne. Di bin derûniya bindestbûnê de her tiştê aîdî kurdbûnê biçûk dibîne. Prototîpekî tewş û reben a serweran e. Dema were zorê humanîzma xwe derdixîne pêş lê nabîne ku humanîzma wî jî li ser esasa hiyerarşiya elîtîst hatiye sazkirin. Li gorî wî, -ew ne di ferqê de be jî -hin jiyan bi nirx in û hin nînin. Ev tîpolojî ‘biçûkxistina’ pirsgirêkê esas digire.