30 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Sirgûn / Rîşa Pûç

Ayhan Erkmen
Ayhan Erkmen
Ax! Welato

Min xwest di şehsê sê rewşenbîr û nîvîskarên me yên sirgûnî; Celadet Alî Bedirxan, Erebê Şemo û Mehmed Uzun de jiyana sirgûniyê ya kambax bînim ziman.

Bi ya min peyva ku herî bêtir jiyana “Sirgûnê” terîf dike, peyva “Rîşa Pûç e.” Rîşa Pûç li serhedê ji bo derdên bêderman tê bikaranîn. Sirgûn jî derdekî bêderman e. Dîroka sirgûniyê bi qasî dîroka mirovahiyê kevnar e. Desthilatdar dema ku dixwezin gellekî, çînekê û baweriyekê bindest bikin, ewil davêjin ser rewşenbîrên wan. Rewşenbîr wijdana civaka xwe ne. Dema ku ji girtin û kuştinê difilitin an bi zorê an jî bi neçariyê berê xwe didin Sirgûniyê. Dibe kû canê xwe xelasdikin lê rûhê wan, tim di kesaretê da ye.

Ew kesên ku li welatê xwe dijîn û koxekî wan heye, rewş çi dibe bila bibebextewar in. Lê ew kesên ku sirgûn in, tim bê welat û bê war in. Bi tenê baholeke tijî xewn û xeyalên welat ji wan re hevaltiyê dike, kela dilê wan sar dike. Rewşenbîrên me kurdan jî her li ku bûne, dema ku xwedan fikr û ramanên welatparêzî û azadiyê bûne, bûne hedefa desthilatdaran; ev, li tirkiyê jî, li îranê jî, li iraqê jî, li sûriyê jî û li sovyetê jî wiha bû û wiha ye.

Min xwest di şehsê sê rewşenbîr û nîvîskarên me yên sirgûnî; Celadet Alî Bedirxan, Erebê Şemo û Mehmed Uzun de jiyana sirgûniyê ya kambax bînim ziman. Rojên Celadet Alî Bedirxan yên li Şamê, Rojên Erebê Şemo yên li Sîbîryayê û yên Mehmed Uzun yên dema ku wê nexweşiya Rîşa Pûç dikeve û vedigere welat…

Çima dû şopa wan ketim. Ji ber ku deynekî min û derdekî min heye. Ez xwe di hêla hînbûn û xwendina zimanê kurdî de deynedarê  Celadet Alî Bedirxan, Erebê Şemo û Mehmed Uzun dihesibînim. Helbet Elî Herîrî, Baba Tahîrê Ûryan, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî jî hene lê yên ku derdê Rîşa Pûç, derdê Sirgûniyê kişandine Celadet Alî Bedirxan, Erebê Şemo û Mehmed Uzun in. Roja îrohîn mixabin pirtûk pir nayên xwendin, ev her sê nivîskarên me jî an hindik tên xwendin an jî  ji alî nivşên nû ve pir nayên naskirin. Ev ji min re bû derd ku ez bibim zimanê her sê pêşangên xwe; wan ji vê dinya derewîn koça xwe barkiriye û em mane.

Min ji zanîngehê vêdatir, hemû berhemên wan, hemû berhemên derbarê wan de, çendî çend caran xwendine û bi gellek kesên ku ew ji nêz ve naskirine re jî danûstandinên min çêbûn û di dawiya dawîn de teksta şanoya bi navê SIRGÛN / Rîşa Pûç derket holê.

Hunermend Sabrî Ejder Ozîç, derhêneriya lîstikê kir, hunermend Memo Gûl û Rêber Soyler di hêla muzîkên lîstikê de piştgiriya min kirin, em bi mehan li ser lîstikê xebitîn. Afîşa lîstikê jî hunermend Ceren Tûgen Akdenîz çêkir. Ji dawiya îlonê pêve, em SIRGÛN / Rîşa Pûç pêşkêş dikin; me li Îstenbolê, li Amedê, li Tatosê, li Mersînê, Li Edenê, li Enqerê û li Îzmîrê bi eleqeyeke mezin lîst.

SIRGÛN / Rîşa Pûç di şexsê her sê nivîskar û rewşenbîran de kurt û kurmancî dîroka kurdan a sedsala dawî tîne ziman; Sirgûna Bedirxaniyan, derketina rojanmeya Kurdîstan, damezrandina Xoybûnê, şikestina serhildana Agiriyê, derketina Hawarê, naverok û mebesta name ya ku Celadet Alî Bedirxan ji Mistefa Kemal re şandiye; Bûyîna Erebê Şemo, zarokatiya wî, çek şewitandina Malakanan, nasîna wî û şoreşê, tekoşîna wî û xebatên ji bo zimanê kurdî, derketina rojnameya Riya Teze, nivîsandina romana kurdan a ewil, Şivanê Kurmanca, sirgûniya Sîbîryayê, û xemên wî; dîsa girtina Mehmed Uzun, derketina sirgûniyê, rojên Şamê û Stokholmê, sedema nivîsandina bi kurdî, xewna wî û daxweza wî ya dawî û vegerîna welat… Bersiva van hemû pirsan û gellekên din di lîstika SIRGÛN / Rîşa Pûç da ne.

Lîstik, 70 deqeyî dikişîne, Ez li ser dikê geh dibin Celadet Alî Bedirxan, geh  Erebê Şemo û geh jî Mehmed Uzun. Ji ber ku di hêla çavkaniyê de her sê nivîskarên me jî ji wêjeya devkî têra xwe sûdwergirtine, di beşa her yekî de dengbêjên ku ji hêlekê ve riya wan gîhîştiye hev, di şahidiya wan de tên ziman; Ehmedê Fermanê Kîkî, Seyadê Şame û Mehmûd Qizil rûh didin lîstikê. Armanca min ew e ku ez vê lîstikê welat û dervayî welat bigîhînim her kesî.