11 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Sîpan Hemo êrîşên li ser taxên kurdan şermezar kir

Fermandarê HSDê Sîpan Hemo piştgirî da daxuyaniya Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê û got: “Çi ji destê me bê emê bikin.’

Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Sîpan Hemo, der barê êrişên li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê û berxwedana li dijî van êrişan, peyam da. Sîpan Hemo, diyar kir ku ji 5ê Çileyê ve li ser Şêxmeqsud û Eşrefiyê êriş pêk tên û wiha axivî: “Herdu tax biyaniyên van êrişan nîn in, lê vê carê êrişek pir hovane heye. Dema dibêjin Eşrefiye û Şêxmeqsud tenê berxwedanî tê bîra mirov. Em bawer dikin gelê Şêxmeqsud û Eşrefiyê wê di vê berxwedana xwe de jî hemû planên dijminan têk bibin, wê serkeftinê bikin aydê xwe û ya gelê Kurd.”

Fermandar Sîpan Hemo, destnîşan kir ku wan weke HSDê di çarçoveya Peymana 1ê Nîsana 2025an de hêzên xwe ji herdu taxan kişandine û got: “Li wir meclisa taxan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ewlekariyan taxan digirin.”

Hemo diyar kir ku ew piştgiriyê didin daxuyaniya meclisê û wiha dom kir: “Ji destê me were, emê alîkariya wan bikin. Mafê tu kesî nîn e ku gelê Şêxmeqsud û Eşrefiyê ji cihê wan derxîne. Gel wê  planên dijmin têk bibin. Em dibêjin ku ev berxwedan wê biser bikeve.”