Festîvala Fîlman a Amedê xwedî mîrateyek 13 salî ye. Lê mixabin ji ber zext, sansur û qeyûman di nav vî 13 salî de tenê 2 caran pêk hat. Tevî vê jî sînamegerên kurd ti carî teslîmî vê zilmê nebûn, di her şert û mercî de fîlman çêdikin û nîşanî temeşevanan didin. Piştî 8 salan cara 3yemîn, Festîvala Fîlman a Amedê îsal di navbera 7 û 14ê kanunê de tê lidarxistin.
Festîval bi dirûşma ‘Dinya bi çîrokan tê ba hev’ tê li darxistin. Dê bi giştî 84 fîlm bên nîşandan û deriyê festîvalê jî bi belgefîlma, ‘Bi Kardeş Turkuler re 30 sal’ vedibe. Fîlm ji aliyê Çayan Demîrel û Ayşe Çetînbaş ve hatiye kişandin. Ew bi rêya vê belgefîlmê behsa koma muzîkê ‘Kardeş Turkuler’ dikin. Tê zanîn ku ev kom bi kurdî, tirkî, erebî, çerkezî, ermenî û bi gelek zimanan din stranan dibêje. Ji bo wê jî wek reng û dengê Mezopotamya û Anatolyayê tê naskirin. Ev reng û deng êdî li ser perdeya spî ye. Fîlm her wiha behsa dîroka nêzîk a 30 salî û bûyerên polîtîk jî dike ku li Tirkiye û herêmê qewimîne .
Dîrektora Festîvala Fîlman a Amedê derhêner Lîsa Çalan, ji rojnameya Xwebûnê re behsa dîroka festîvalê, rewşa sînemeya kurd û zextên li ser wê kir.
Festîvala Fîlman a Amedê kengî û çawa dest pê kir? Ev pêwîstî ji ku derê derket?
Festîvala Fîlman a Amedê sala 2012an de dest pê kir. Bêguman ji ber gelek pêwîstiyan hat destpêkirin. Ya herî girîng jî ev e; em dizanin ku ji salên 2000î şûnve di sînemaya kurdî de pêşketinek derket holê, gelek ciwan û sînemagerên kurd xwestin çîrok û êşên gel bi rêya sînemayê nîşanî civakê bidin. Ev heta astekê hat kirin. Lê li vir pirsgirêka pêşkêşkirina van fîlman derket holê. Bi teybetî jî li Tirkiyeyê nîşandana van fîlman gelek zehmet bû. Ji bo wê jî li Amedê biryara festîvalek wiha hat wergirtin. Destpêkê de biçûk û tengtir bû, lê ji ber ku sala ewil bi eleqeyek gelek bicoş derbas bû, ev tişt hevalan motîve kir û cesaret da wan. Lewma hevalan festîvalê bi dilrehetî organîze kir.
Ji ber vê jî festîvala 2yemîn ji ya yekemîn xurttir û berfirehtir derbas bû. Lê sala 2015an, dema amedekariya festîvala 3yemîn, mixabin qeyûmên şaredariyan sazî û dezgehên çandî yên Amedê û herêmê desteserkirin û ji ber vê jî ev xebat hatin rawestandin.
Hetanî îro jî derfet nebûn ku bê çêkirin. Îsal em Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn li dar dixin. Festîval di navbera 7-14ê kanûnê de dê pêk were. Eleqeyeke pir mezin heye, bi rastî jî em kêfxweş in. Piştî 8 sal lidarxistina vê festîvalê ji bo me gelek girîng e.
Em dizanin ku li gelek deverên cîhanê sînema rastî polîtîkayên faşîzan hatiye û tê. Gelek festîval û mîhrîcanên fîlman rastî astengiyan hatine. Mînak Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê sala 1939an ji ber Şerê Cîhanê yê 1emîn û êrişên faşîzan nayê li darxistin. Festîvala we jî ne bi heman şêwazê be jî ji ber astengiyan 8 sal hatiye rawestandin. Hûn di vê warî de dikarin çi bêjin?
Bi rastî eger mirov dema li dîroka sînemaya cîhanê binêre, gelek mînakên bi vî rengî dikarin bên rêzkirin. Sînemaya ne li gorî sîstemê be her dem rastî zextan hatiye. Li Tirkiyeyê jî ev rewş wisa ye. Ji sînemaya ‘Yeşîl Çam’ê vir de di serî de kurd û gelek beşên civakê hedef hatine girtin. Jiyana kurdan, rewşa jinên kurd, şexsiyet û hestên wan di vê sînemayê de bi awayekî neyinî hatine nîşandan. Ev sed sal in bi rêya sînemayê li ser kurdan faşîzmeke mezin hatiye meşandin. Kurd îro bi heman şêweyê yanî bi rêya sînemayê dixwazin van polîtîkayan pûç bikin. Ji bo wê ciwanên kurd fîlmên berxwedêr çêdikin.
Çeka me ya herî bihêz îro fîlm û sînema ne. Em bi vê rêyê çîrokên gelê xwe tînin ser perdeya spî û nîşanî raya giştî didin. Ez wek Lîsa bi dilekî rehet dikarim bêjim ku sînema çeka min e. Ez tenê bi vê rêyê dikarim behsa bîrdozî û felsefaya xwe bikim. Di wê baweriyê de me ku piraniya sînamegerên kurd jî di vê hişmendiyê de ne. Dixwazin rewşa kurdan û çîrokên xwe belge bikin. Derdê me ev e. Ji ber ku cîhan çavên xwe li me girtiye. Di vê kêliyê de derketina van festîvalan jî parçeyek vê berxwedanê ye. Em dikarin fîlmên hatine kişandin, bi vî awayî nîşanî gelê xwe bidin. Ji bo wê jî gelek girîng e.
Dê li vê festîvalê bi giştî çend fîlm bên nîşandan?
Festîval 7 rojan berdewam dike. Bi gişti 84 fîlm tên nîşandan. Nîviyên fîlmên festîvalê fîlmên kurdî ne, nîviyên din jî ji sînemaya navneteweyî ne. Ji fîlmên kurdî, 17 fîlm metrajdirêj in, 12 jî kurtefîlm in. 7 an 8 belgefîlm hene. Vekirina festîvalê jî bi belgefîlma ‘Bi Kardeş Turkuler re 30 sal ‘ a Çayan Demîrel û Ayşe Çetînbaş çêkirine, wê were destpêkirin. Em fîlmên di 8 salên dawî de hatine kişandin nîşan didin. Panaromeyek 8 salî ye. Ji ber ku ev 8 sal in festîval nehatiye çêkirin. Em dixwazin van fîlmên hatine kişandin, nîşanî gelê xwe bidin. Ji bo fîlmên navneteweyî jî wisa ye. Bi gelek festivalên navneteweyî re me hevkarî kiriye û di wê çarçoveyê de fîlm werin nîşandan.
Dîsa em di festîvalê de belgefîlmek ‘Fanon 100 sal’ nîşan bidin. Di aliyê din de jî li ser kolonyalîzmê panelek me heye. Em dixwazin vê mijarê jî nîqaş bikin. Ji ber ku rewşa em îro tê de heman tişt e. Gerek em li dijî kolonyalîzmê têkoşîna wekheviyê û edeletê bidin.
Ji bo qebûlkirina fîlman krîtêrên festîvalê çi bûn? Li ser çi esasî we fîlm diyar kirin?
Bêguman gelek krîterên ji bo festîvalên cîhanê yên navneteweyî derbas dibin ji bo me jî girîng in. Pîvanên sînemayê, ziman û nêzîkbûn in. Ev krîterên giştî ne. Lê li aliyê din gelek tiştên taybet jî hene. Mînak; di sînemayê de û di fîlman de şîrovekirina mijarên jin, xweza û civakê. Eger di fîlmekê de jin were biçûkxistin, an jî wek figûrek klasîk bê dîtin, em wê fîlmê qebûl nakin. Dîsa nêzîkatiya li mafên mirovan û nêzikatiya cudahiyên gelan divê ne neyînî bin. Heke nêzikatiyeke bi vî rengî hebe ne pêkan e ku em wan fîlman qebûl bikin. Ev xalên me yên sor in. Wekî din deriyê me ji hemû fîlman re vekiriye.
Di nav 13 salan de ev festîvala 3yemîn e ku hûn li dar dixin. Te behsa festîvala yekemîn û duyemîn kir. Hûn îsal li benda eleqeyek çawa ne?
Ez dikarim bêjim; li Tirkiyeyê gelek festîval têk diçin. Hesasiyeta sînemayê û hunerê nemaye. Rizîbûnek heye. Ji bo wê jî gelek sînemagerên Tirkiyeyê berê xwe dane me, yanî Amedê. Çavên wan li me ye, dinêrin em çi dikin, em ê çi bikin. Ev jî nêrin û felsefeya me ya jiyan û sînemayê nîşanî cîhanê dide.
Ji bo sînemaya kurdî rol û mîsyona festîvalên fîlman çi ne?
Bi rastî jî gelek girîng e. Mînak em li Kurdistanê tenê fîlmên kurdî nîşan nadin. Filmên navneteweyî jî nîşan didin. Hinek berfirehtir e. Lê li diyasporayê mîhrîcanên bi vî rengî girîngtir in. Di navbera sînameger û temaşevanan de rola pirê radibe. Gelek aliyên wê yên erênî hene.
Bi rastî jî em sînemagerên kurd ji hev dûr in. Ji bo wê jî ev festîval girîng in. Ev berî her tiştî lobiyekê çêdike. Sînameger ji 4 parçeyên Kurdistan û derve tên gel hev. Didin û distînin, behsa projeyên xwe dikin û di navbera wan de têkiliyek çêdibe. Ev jî bi xwe re motîvasyon û xwestekek pozîtîf derdixe holê. Fîlmên hevdu dibînin û bi zimanê sînemaya li hevdu dihesin. Ev jî ji bo sînemaya kurdî tiştên gelek erênî û baş in.
Li gor te îro rewşa sînemayê çi ye û tu rewşa sînemaya kurdî ya îro çawa dinirxînî?
Li hemû cîhanê sînema di asta jor de ye. Her sal fîlmên cur bi cur tên kişandin. Lê mixabin yên me em hîna jî ji bo hebûnê têdikoşin. Ev tişt tenê ji bo sînemaya kurdî ne derbasdar e. Ji bo hebûna gelê me jî wisa ye. Li ser gelê me nasname û hebûna me zilm û zext berdewam in. Mixabin sînema jî para xwe ji vê zilmê werdigire. Ji bo wê jî her çiqas zext, sansur û bêderfetî hebin jî sînamegerên kurd di nava hewldanekê de ne. Her sal bi dehan fîlm tên çêkirin. Her çiqas ji ber rewşa aborî fîlmên metrajdirêj kêm bin jî belgefîlm û kurtefîlm têra xwe tên çêkirin. Ev hewldanek baş û serkeftî ye, hêviyê dide.
Wek sernivîsek navber; mînaka Rojava bi rastî jî gelek girîng e. Li wir gelek fîlm tên kişandin û liv û tevgereke sînemayê heye. Herî dawî Festîvala Fîlman a Rojava hat lidarxistin û gelek bi serkeftî derbas bû. Ji qada navneteweyî jî eleqeyek mezin çêbû. Bi rastî ji bo sînemaya kurdî ev gavên gelek baş in.
We behsa aboriyê kir. Gelo ji bo çi wezareta çandê ya Tirkiyeyê fon nade sînemagerên kurd?
Hetanî niha ev sîstem çand, ziman û hebûna kurdan qedexe kirine û tune hesibandine. Ev hişmendî îro jî berdewam e. Ji bo wê jî ev sazî ti alîkarî nade projeyên sînamegerên kurdî. Ne tenê sînamegerên kurd, kesên fîlmên alternatîf û derveyî sîstemê çêdikin jî nikarin alîkariyê werbigirin. Eger behsa xweşk û biratiyê, wekhevî û aştiyê tê kirin, gerek êdî sînamegerên kurd jî ji vê saziyê alikariyê werbigrin. Ev tiştekî xwezayî ye û mafê me ye.
