Nûnera Washîngtonê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Sînem Mihemed têkildarî pêşketinên derbarê Peymana 10ê Adarê de ji Platforma Medyayê ya Mjharê re axivî. Mihemed peymana 10ê Adarê wekî gavek siyasî ya girîng nirxand û wiha got: “Ji bo pevçûnên li Sûriyê bên rawestandin gavek siyasî ya girîng e. Ev riya avakirina Sûriyek bêpevçûn, pir dengî, bênavendî û hevpar a li ser esasê naskirina cudahiyan. Helwestek dixwaze bi Hikûmeta Demkî re çareseriyek hevpar ava bike ye.”
Sînem Mihemed di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ev ne tenê peymanek fermî ye lê di heman demê de peymanek bandorê li ser hemû pêkhatiyek Sûriyê bike ye. Sînem Mihemed ev tişt gotin: “Ev tahûda ku dawî li dubenî, vederkirina rengên cuda dike û riya rêveberiyek demokratîk nîşan dide ye. Di heman demê de peymana azûna samîmiyeta Hikûmeta Demkî ye. Di vî warî de Meclîsa Sûriya Demokratîk di vî warî de micid e û dixwaze bibe nîvekarê rêveberiya Sûriyê.”
Sînem Mihemed li ser helwesta hêzên naventeweyî jî da zanîn ku ji bo bicihanîna peymanê desteka navneteweyî heye û got: “Ger ku Hikûmeta Demkî li gorî xwe şîrove bike an jî pêvajoyê paşve bixe dê wekî baweriya li hemberî vê otorîteyê ji holê rake. Ev yek jî dê bandorê li ser piştgiriya ku heta niha Hikûmeta Demkî ji qada navneteweyî girtiyê qels bike.” Sînem Mihemed destnîşan kir ku bi awayek yekpare û temamî bicihanîna peymanê jî dê baweriya navneteweyî xurt bike û di rêya çareseriyê de destekek mezintir bi xwe re bîne.
