Endamê HPGê Oguz Çelîk (Agît Arî) di sala 2019an li navçeya Qaxizmanê ya Qersê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan di 4ê Adarê de radestî malbata wî hate kirin. Malbata Çelîk, sê roj berê cenazeyê zarokê xwe ji Goristana Bêkesan a Erziromê girtin û anîn navçeya Hênê ya Amedê.
Malbata Çelôk xwest li mala şînê ya li navçeyê şîna xwe danin. Lê belê Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê li malbatê geriya û got ku ew ê destûrê nedin ku şîna xwe li mala şînê deynin. Li ser vê yekê malbata Çelîk, şîna xwe li ber deriyê mala xwe danî.
Şîna Çelîk, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çand a bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) bi girseyî hate ziyaretkirin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li şînê bûn.
Hevserokên MEBYA-DERê ji malbatê re sersaxî xwestin.