Şîna ku ji bo rojnameger Huseyîn Aykol ku wekî şehîdê Çapemeniya Azad hat ragihandin, roja duyemîn li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê berdewam dike. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, endam û parlamenterên partiyê û herwiha gelek rojnameger, nivîskar, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar serdana sersaxiyê kirin.
Malbat, hevkar û hezkiriyên Huseyîn Aykol ku bîranînên xwe di lênûska ji bo wî hat danîn nivîsandin, hevpîşeyên wî û hezkiriyên wî bîranên xwe yên bi wî re li lênûskê kirin. Şîn dê sibê jî berdewam bike.
