Dewleta tirk ji 23’ê Cotmehê heta niha li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê bi sedan caran êrîşên hewayî pêk anîn. Li gorî daneyên Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî 100 êrîşên hewayî pêk hatin. Navenda Ragihandinê da zanîn ku di 3 rojan de 99 êrişên balafirên keşfe, 13 êrişên balafirên şer pêk hatin. Navenda Ragihandine da zanîn ku di 3 rojan de dewleta tirk herêm 573 caran topbaran kir û got: “Dewleta Tirk bi giştî 685 caran êriş herêmê kir. Di encama wan êrişan de, bi giştî 17 kes di bombebaran û topbarana dewleta Tirk de şehîd bûn û 48 sivîl jî birîndar bûn.”
Bêrîvan Silo Endama Yekîtiya Jinên Êzîdi ya Rojava Bêrîvan Silo der barê êrîşên li ser Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin kir.
Bêrîvan Silo da zanîn ku di 23’ê Cotmehê de li ber çavên her kesî dewleta tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û şer êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û bi taybet êrîşî Şengalê kir û wiha got: “Bê navber û bê ser û ber êrîş kirin. Ji Kobanê dest pê kir û heta Minbic, Cîzîr û Şengalê êrîşên xwe berdewam kir. Rayedarên dewle tirk diyar kiribûn ku dê li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonekê bidin destpêkirin. Di van êrîşên dawî de Rêveberiya Xweser û binesaziya herêmê dikin armanc. Di navenda van êrîşan de firinên nan, stasyonên ceyranê û petrolê hene. Di Kanûna 2023’an de dîsa êrîşî navendên xizmetê kiribûn. Êrîşî stasyonên ceyranê û petrolê kiribûn. Wê demê jî binesaziyên xizmetê kiribûn hedef û gelek zerarên mezin çêbûn. Hîna Rêveberiya Xweser nikare wê zerara ku pêk hatiye bi ser û ber bike û çareser bike. Hîna ew zerar çareser nebûye careke din êrîş hatin kirin. Tîmên ku li van kargeriyan dixebitin jî rastî êrîşan hatin.”
Dewlet dixwaze vîna gel bişkîne
Bêrîvan Silo da zanîn ku dewleta tirk a dagirker li ser hev êrîş dike û êrîşên xwe berdewam dike û wiha axivî: “ Ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Şengalê gel li ber xwe dide. Ji bo vîna gel bişkîne û gel ji xizmetê bêpar bihêle her tim êrîş dikin. Ji bo gel neçarî koçberiyê bike her tim êrîşî binesaziyên xizmetê dikin. Dixwazin herêmê vala bikin. Armanca êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê valakirina herêmê ye”
Şengal koka ola êzidatiyê ye
Bêrîvan Silo bal kişand ser armanca êrîşên li ser Şengalê jî û wiha got: “Bi heman armancê êrîşî Şengalê jî dikin. Şengal koka êzidîtî û kurdayetiyê ye. Koka kurdan di Şengalê de ye. Êrîşkar difikirin ku Şengalê têk bibin dê karibin Kurdan jî û olê ezdatiyê jî tune bikin. Lê Şengal heta niha her çiqas rastî 74 fermanan hatibe jî dîsa tune nebûye. Bi van êrîşan dixwazin tirs û xofê têxin dilê gelê Şengalê. Ji bo aramiya gelê Şengalê xera bikin her tim êrîşên xwe yên li ser Şengalê zêde dikin.”
Di 2014’an de DAIŞ niha dewleta tirk êrîş dike
Silo bal kişand ser fermana 2014’an jî û wiha berdewam kir: “Beriya 2014’an Şengal di bin parastin û ewlehiya Pêşmergeyan de bû. Lê Şengal neparastin. Bi tifaq û planek qirêj Şengal firotin. Bi tifaqiya di navbera malbata Barzanî û Tirkiyeyê û DAIŞ’ê de Şengal firotin. Niha jî dewleta tirk Şengalê dike hedef û êrîş dike. Fermandar û rêveberên ku Şengalê bi rê ve dibin dikin hedef. Gelê Şengalê dikin hedef. Ferqa van êrîşên dewleta tirk û DAIŞ’ê ya 2014’an ji hev tune ye. DAIŞ’ê bi rêya bejayî êrîşî Şengalê kir û komkujî pêk anî. Jin û zarok dîl girtin. Lê niha bi armanca tunekirina civaka êzîdî dewleta tirk êrîşên hewayî pêk tîne. Bi van êrîşan dixwazin resentî û rastiya kurdan tune bikin.”
Jinên êzidî tev li eniya şer bûn
Silo bal kişand ser piştî êrîşên DAIŞ’ê û rewşa civaka êzîdî û wiha lê zêde kir: “Civaka Şengalê heta niha li dijî hemû êrîşan li ber xwe daye. Bi taybetî di fermana 2014’an de bi hezaran jinên êzidî ketin destê DAIŞ’ê. Piştî fermanê û êrîşa DAIŞ’ê civaka êzîdî karibû xwe bi rêxistin bike û parastina xwepêş bixe. Cara yekem hêzê parastina Şengalê û Yekîneya Berxwedana Şengalê ava bû. Jinên êzîdî cara yekem ji bo parastina ol, nasname û mafê xwe derbasî eniya şer bûn. Jinên êzîdî êdî di aliyê civakî û dîplomasiyê de xwe pêş xistin. Bi parastina xwe ya cewherî di raya cîhanê de îspat kirin ku civaka êzîdî û baweriya êzîdî heye. Nîşan dan ku civaka êzidî rastî 74 fermanan hatiye û rastiya civak û baweriya êzidîyê nîşanî cîhanê dan. Gelê Şengalê piştî van êrîşan bi hêztir û xurtir dibe. Bêtir xwe bi rêxistin dike û dîplomasiya xwe xurttir dike.”
Dema mijar dibe êzîdî û kurd her kes bêdeng e
Bêrîvan Silo helwesta Neteweyên Yekbûyî jî rexne kir û wiha bi dawî kir: “Neteweyên Yekbûyî li dijî êrîşên Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ker û kor in. Erka xwe pêk nînin. Bêdeng in. Kesên li van teran dên kuştin kesên sivîl in. Lê YE bêdeng e. Dewleta tirk li dijî gel sûcê şer dike. Lê NY bêdeng e. Tu helwestê nîşan nade. Ji xwe hikûmeta Iraqê jî li Şengalê xwedî dernakeve. Tevî ku Şengal parçeyekî Iraqê ye jî beriya fermanê jî û piştî fermanê jî hikûmeta Iraqê Şengal û civaka Şengalê neparastiye. Balafirên dewleta tirk bi hêsanî derbasî sînorê axa Iraqê dibin û Şengalê bombe dikin. Lê dewleta Iraq li dejî van êrîşan û derbasbûna sînor bêdeng e. Bê helwest e. Dewlet û hikûmeta Iraqê nikare civak û axa Şengalê biparêze û bêdeng dimîne. Bi taybet dema mijar dibe kurd, şengal û ezîdî her kes bêdeng dimînin. Dema mijar dibe Başûr û Bakurê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser her kes bêdeng dimîne. Di encama van êrîşan de jin û zarok tên kuştin. Herêmê binesaziyê dibin hedef. Çavkaniyên jiyanê dikin hedef. Lê li dijî van hemû êrîşan Rêveberiya Xweser li ber xwe dide. Gel li ber xwe dide. Di rojên dawî dîsa çavkaniyên jiyanê dikin hedef. Bê ser û ber êrîş didomin. Bi taybet ez wekî jinek êzîdî van hemû êrîşan şermezar dikim. Ez bi hêvî me ku her kes li dijî van êrîşan bi hemû hêza xwe rawestin û van êrîşan bidin rawestandin. Ji bo em karibin parastina çand, ziman û ola xwe bikin divê em êrîşan bidin rawestandin.”