12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Silêman Ehmed 222 roj in di girtîgeha PDKˊê de ye

Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 222 roj in di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr dibû, hêzên PDK’ê ew revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê pê re bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 222 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku ew revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 sal e di beşa Erebî ya ajansa Rojnewsˊê de wek edîtor dixebite.

Herî dawî di bin zextên sivîl yên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navnetewî de, roja 22’yê Gulanê destûr dan ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Dihokê hevdîtinê pê re bikin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Beşdar Hesen der barê hevdîtina li gel Silêman de agahî da ajansa Rojnewsê û got: “Em bi Silêman Ehmed re li odeyekê rûniştin. Di hevdîtinê de Silêman Ehmed spasiya hemû kesên ku ji bo wî hewl dane kir û silavek taybet ji hemû xebatkarên Ajansa Rojnewsê re şand. Her wiha Silêman Ehmed spasiya hemû rêxistin, sendîka, rojnamevan û welatparêzan kir ku hewl dane wî azad bikin. Em gelek keyfxweşin ku me rewşa tenduristiya wî baş dît, tenê daxwaza wî ew bû ku heta serbest bê berdan zextên heyî berdewam bike.”

Parêzer Beşdar Hesen tekez kir ku niha li gorî madeya 1 a yasaya jimare 21 ya sala 2003 ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê, ku girêdayî ‘têkdana ewlekariya netewî’ ye, zêdetir ji 7 mehane ji aliyê dadwer ve tê ragirtin û got; “Lê belê heta niha tu tomet li ser wî nehatine tesbîtkirin. Me parêznameya wî wergirt û piştre serdana dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Duhokê kir û got deriyê me ji we re wek parêzer vekirî ye.”

Parêzer Beşdar Hesen got; “Em ê di demên pêş de ji bo ku doza wî bibin dadgehê xebatên xwe zêdetir bikin û ji xelkê re ragihînin ku çi rojek Silêman Ehmed bê dadgehkirin wê bê berdan. Em geşbînîn ku bi kêfxweşî mizgîniya berdana wî didin. Bi gotina wî, heta niha bi tiştên tê tometbarkirin nehatiye ispatkirin û di dema lêpirsînê de derketiye holê ku bi awayekî fermî çûye Rojavayê Kurdistanê û vegeriyaye û xwediyê destûra rûniştinê ye.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê