29 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Silaveke germ ji dilekî bi kul û kovan

Di van çend salan de çi hat serê me Xwedê dizane, ruh û simbêlên şêx û meleyan dan ber kêr û gûzanan, bi hinceta ku ji Meleyê Derewîn re naçin şejdeyê. Hinekan got, mezhebê şafiyan betal e, werin ser mezhebê henîfiyan.

Silav gelî xwînerên xwînşêrîn!

Bi evîneke kûr û dêrîn

Wekî welatekî xweş û berîn

Ez dîsa dibêjim merheba!

Her wekî me berê jî di nivîsên xwe de bi palpişta helbestkarê me yê klasîk Axayok dabû xuyakirin, berî kelamê selam e. Piştî navbereke dûvedirêj em dîsa bi hev re ne. Em dizanin ku xwînerên Xwebûnê hemû berî çend salan xwînerên Azadiya Welatî bûn. Lê mixabin xêrnexwazan qufle li deryê Azadiya Welatî da, lewma jî em ê ji niha pê ve li vê derê hasbîhal bikin.

Di van çend salan de çi hat serê me Xwedê dizane, ruh û simbêlên şêx û meleyan dan ber kêr û gûzanan, bi hinceta ku ji Meleyê Derewîn re naçin şejdeyê. Hinekan got, mezhebê şafiyan betal e, werin ser mezhebê henîfiyan. Ji ber ku li ser termê mirovan li gorî baweriya şafiyan telqîn xwendine, gelek hevalên me li Stenbola xopan ketin heps û zindanan. Bi kurtasî tiştên nedîtî û nebînayî anîn serê me şêx û meşayîxan. Lê şikir ji Rebê jin û mêran; tevir û bêran re ku pêvajoyeke nû dest pê kir û hinekî germahî û nermahî çêbû. Wekî kulîlkên ku bi hatina biharê re serê xwe ji bin berfê derdixin, em bawermendên dilqewîn jî êdî dikarin serê xwe di derî û pacê re derxin derve, li hal û ehwalê dinyalixê binêrin. Bi vî awayî reng û dengê me jî tê dîtin. Aştî hêvî û daxwaza hemû mirovên qenc e, ez jî wekî mirovekî bawermend dibêjim:

Bira ez hinareke miz bûma

Li dora serê te viz bûma

Ey aştî û ey azadî!

Em giş ji aştiyê hez dikin, lê em ditirsin ku gurên har me ji paş ve gez bikin. Ji ber ku zilamên Roma Reş heftaqil in, bi fetlonek û teqil in, wekî mastê biçeqil in, ne jidil in, ne jidil in, wekî lîlanekê diteyisin, diçilwilin, dimilmilin.

Gelî xwişk û biraderan

Ji hev re wekî dara ter bin

Ji xêrnexwazan re wekî pola û mermer bin

Nehêlin ku em tim li binî ew li ser bin

Her û her bi tevger û bizav û ger bin

Ji bo doza xwe balindeyên bibask û per bin

Xwedê bike, em îcar serkeftî û serwer bin

Amîn!

Belkî hûn pê nizanin, lê ez Şêx Zubêrê Kurdî êdî yekî navdar û naskirî me. Van rojên hanê ji nav Weşanên Sîdarê pirtûka min a bi navê “Her Bijî Empatî, Her Bijî Sempatî” derket. Kekê Samî Tan nivîsên min ên ku min bi rêya telepatiyê min jê re şandibûn û di rojnameya Azadiya Welat de dabûn çapkirin, berhev kirine û wekî pirtûk dane çapkirin. Kesên ku ew nivîs nexwendine divê teqez pirtûkê bistînin û bixwînin.  Ez gotara xwe bi çend malikê ji pirtûka xwe bi dawî dikim.

EVÎN

Evîn dilsoziyê dixwaze

Dilsozî bîrdoziyê

Bîrdozî berxên berkozî

Zêde xwe mede ber tavê berxê min

Dê te bisoje

Evîn agir e, hêtûn e

Çiqlê dara zeytûn e

Lê ew çiqil bistirî ne

Xwe jê bistirîne

Evîn hestiyê pişta dil e

Qîrîn û hawara bilbil e

Wele evîn karekî şil e

Sîwanek divê kurê min