Ziman yek ji hêmaya herî menewî ya civak û gelan e. Civak çawa xwe li dora nirxên çandî saz dike, ziman jî parçeyek ji vê çandê ye ku civakê li ser pêyan digire. A rast mirov dikare zimên wek çandê bixwe jî binirxîne. Ger em zimên tenê wek navgîna hevfêmkirinê bibînin, em ê şaşiyê bikin. Ji ber ku ziman hafizeye, hafizeyek ku civakê li ser lingan digire.
Ziman ruh e! Ger ziman tune be, ruh jî têk diçe û mirov bê kok dimîne. Dema ziman tune be, dîrok, civak û hemû nirxên ku wê civakê pêk tînin jî tune dibin.
Li rojhilatê Kurdistanê îro zimanê kurdî bi asîmîlasyoneke cidî re rû bi rû ye. Helbet di gelek serdemên cuda de, ji dema Şah Îsmaîl bigirin heya Şah Riza Pehlevî kurd her tim rastî polîtîkayên asîmîlasyonê hatine. Nexasim kurdên di navbera dewletên osmanî û şahên Îranê de her tim rastî koça bi darê zorê dihatin, di nav kom, an jî civakên cihê de dihatin bicihkirin û ev yek jî bi demê re rê li guherîn û tunebûna zimanê wan ê dayikê vedikir. Bi taybetî guhertinên erdnîgarî di tunebûna zimên de roleke xwe ya diyarker heye.
Bêguman polîtîkayên asîmîlasyonê di dema Komara Îslamî ya Îranê de jî berdewam dike. Carcarnan hişk, gelek caran jî bi polîtîkayên zirav ev yek tê birêvebirin.
Ger em îro lê binêrin, em ê bandora zimanê farisî ya li ser zimanê kurdî hîn zelaltir bibînin. Çi zaravayê soranî, çi jî kurmancî (zaravayên kurdî yên din jî di nav de), her du zarava jî rastî şikestinê hatine. Ziman dema rastî şikestinê hat, wê demê gelek tişt jixwe kêm dike. Vediguhere tişteke din. Zimanê kurdî bi têra xwe dewlemend e. Lê em di salên dawî de li şûna peyvên kurdî hîn zêdetir rastî peyvên farisî tên.
Mînak, li şûna peyva ‘meşîn-rêveçûn’ê ‘piyadê rewî’, li şûna peyva ‘birsîme-birçîme’yê ‘gorusnemê’, li şûna peyva ‘duh û îro’ jî ‘dîroz-emroz’, dîsa reng ne bi kurdî bi zimanê farsî tên destnîşankirin. Bêguman ev tenê hin mînak bûn û bi dehan mînakên wiha hene. Gelo çiqas haya me ji vê yekê heye? Yan jî em ji xwe sedemên wê yekê dipirsin! Ji ber ku ziman li ser zîhniyet û tevgera me tesîreke rasterast çêdike.
Bi şoreşa komara îslamî re rêbazeke nû ji asîmîlasyonê re tê dîtin. Heya wê demê bi gelemperî dayikên kurd li derveyî zimanê xwe tu zimanên din nedizanîn. Ger berhemên nivîskî tune bin jî, em ji wan hay ji çîrok, serpêhatî û destanên kurdan dibûn. Ev çîrok û destan jî bi zimanê kurdî yê herî resen tanîn ziman û ji nifşekê vediguhestin nifşeke din.
Di bin navê “Em Îranê bikin dibistan”, di 28’ê çileya 1979’an de, salek piştî şoreşa îslamî û bi destê Ruhullah Xomiynî, dibistanên şevê yên bi navê “Nehzet Sevad Amozî” tên damezirandin. Ev dibistan roleke diyarker di asîmîlasyonê de dilîzin. Navên kurdî tên qedexekirin û her çend zimanê jiyanê yê kurdan kurdî be jî, bi demê re ziman bi xeteriyek cidî re rû bi rû dibe. Ji ber ku her diçû di kurdî de şikestin çêdibû, peyvên nû şûna peyvên kurdî digirtin.
Jixwe zimanê kurdî di nav çanda gundewar de hîn baştir xwe parastibû û hîn mirov nedikarî behsa şikestin û guherîna di zimên de bike. Lê koçberiya ji ber şer, aborî û hwd. dîsa jiyana bajarvanî bandoreke neyînî wê li zimên bikira. Nexasim jî pêvajoya piştî şoreşa îslamî. Ji ber vê çendê, gerek em nebêjin li Rojhilat zimanê kurdî ne di xeteriyê de ye. Îro hema bêje li her çar perçeyên Kurdistanê heman xetere li ser zimanê kurdî heye.
Li Meşhedê di navbera salên 1981-1985’an de xwendekarên zanîngeha Ferdewsî dest bi xebata xwendin û fêrkirina zimanê dayikê dikin. Her wiha di radyoya Meşhedê de ku rojê saetekê weşana bi zimanê kurdî dikir, gelek dengbêj û stranbêjên kurd stran gotine. Dîsa li Xorasanê kêm be jî gelek xebatên wêjeyî û ziman hatiye kirin. Li Urmiyeyê di sala 2003’yan de, bi saya komek rewşenbîr û çalakvanên çand û hunerê, destûra vekirina navenda Ehmedê Xanî ji wezaretê tê wergirtin lê di demeke kin de rastî zext û zordariya dewletê tê. Bi taybetî piştî çapa kovara “Çand” a sala 2013’yan (1390), kovar yekser hat qedexekirin û di sala 2014’an de deriyê navendê tê mohrkirin.
Di navbera salên 1997-2005’an heya rêjeyekê xebatên ziman û wêjeyê hatibin kirin jî, piştî 2005’an zexta li ser xebatên ji bo ziman her ku çû zêdetir bû.
Ziman weke rêyeke di navbera hafize û hebûnê de ye. Dema ev rê bê qutkirin an jî bê guhertin, wê demê dişikê û ber bi cihekî din ve diçe. Lewma jî îro pêwîstiya kurdan ji av û nan zêdetir bi perwerdeya zimanê dayikê heye. Hewceye her kêlî û jiyana me bi kurdî be, ji ber ku ger em pêşiya vê şikestina di zimên de negirin, her ku biçe wê mezintir bibe. Ger em dixwazin di vê sedsalê de “Hebûn”a xwe biparêzin, wê demê hewce ye em di mijara zimên de serferber bin.