13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şikestina serwextî û secihiyê

Hêman, nîşane yan jî dirûvên fikriyata mirovahiyê di kîjan zîmanî de zêde bin, bawer bikin ew ziman û civata wî zimanî bi kar tîne, pêşketî ne. Zên, zîhîn, dîn, dîhîn, dîtin, hema ji yek kokê tên. Lê li gor rewşê wateya wan jî guheriye ku hemû jî di tevna zimanê kurdî de hatine hûnandin û derbasî erebî jî bûne. Lewma gelek kes van yekser wek peyvên erebî dizanin ku çewt e. ‘Serwext û sercih/secih’ jî peyvên xas, xweş û bedew in. Xêncî vê, koka peyvan çi dibe bila bibe êdî bûne malê zimanê kurdî. Wek ‘fikir û hizir’ jî lê zêdekirin pêkan e.

Hemû peyv nîşana behreya, deryaya, zerengiya, kapasîteya zên û zanîn û derûniya ziman û civata me nin. Hewce ye ku yeko yeko bibin mijarên kûr û berfireh. Da ku vereşana her peyvê behreya fikrî ya kurdî nîşan dide. Bi rastî heke bi şaristaniyên hevçax re bê rûbirûkirin, ji yekî wan jî ne kêmtir e, lê zêdeyî û hêzbariya wê yekser berbiçav e.
Bala xwe bidinê, ka pêçeka şaristaniya me bi kîjan rengan hatiye xemilandin? Welatên Sumer, Asur, Akad, Urartû, Yewnan, Fars, Qefqasya, Misir, Hînd û wekî vê, bi destê gelek şaristanî, civat, zanînên herêmê ve xemiliye û xurt bûye. Her wiha dîn û çandên wek paganî, dînên semavî wek misilmanî, cihû, xaçperestî, hîndû, budaî û hwd. Cih û warê me, yekser ji kaniya van zanînan av vexwariye. Lê belê nexweşî û neçêyî jî pek hatine. Romî, turanî, mongoliyan gelek wêranî û wêrtasî jî pêk anîne ku ji ber kiryarên van yên dijminaniyê, nexwaziyê, dijberiyê, êşê, azarê jî birînên me kul bûne.

Jixwe civata me civateke pirdînî, pirzimanî/zaravî û pircivakî/cematî/eşîrî ye. Civakên ji hev cuda bin jî di nav hev de stunên di bin sîwana şaristaniya tevbinî de hevpar in.
Lê belê civat xweserê xwe têrê nake. Her civak li ser hîmekî ava bûye, xwezayake wî heye. Cih û warê lê dijî reng dide hal û bextê wî. Çiyayên bilind, geliyên kûr, deştên bêdawî, zozanên rengîn, sewal û rawerên bêhejmar û cureyên bêsînor yek bi yek ruh û bedena me têr dikin, xurt dikin, berz dikin. Her kurdek di jiyana xwe de pir ziman e, pir çand e û pir zana ye. Him jî ne niha di zemanê berê de ev bêhtir rengîn û xurt bû. Bi modernîzmê re gel kete nav dest û lepên çendîn sermayedar, sazî û dezgehan û dixitime. Êdî bi serweran re xizmetguzar e û girêdayî ye. Lê civatên me yên berê azad bûn serbest bûn. Ji ber ku sazî û dezgehên wan dorpêç bikin, tune bûn. Belê zemanê berê cihêrengî baştir bû. Sebebên vê hene. Gundiyekî salê serdana çend çiyayan dikir. Li gund xwedî mal, li çolê wek şivan, li zevîyê wek cotkar û rencber, li zozana wek koçer gerok in. Li her deverê jî heval, dost, destebirak hene. Ji bo têkildarbûyînê zimanê hev hîn dibin. Ken û henekên hev hîn dibin, dostanî, merdî û comerdiya hev hîn dibin. Destekariya debara hev dikin. Ji hev dizewicin û bi vî awayî xet û bendên dan û stendinê xurt dikirin. Her wiha ji ber destê hev her tiştî hîn dibin.

Belê gava cihêrengî hebe, stunên cuda û danustandinên wan hebin, ji ber debarê çûnûhatin hebe, ev nîşana amûrên liv û tevgeran in. Bi navgînên hişber û hişyar û serxwe kes berê xwe didin hev, alavên xwe bi hev re parve dikin û diguherînîn. Ji sewalan, ji çem û robaran, kevr û zinaran, dar û beran sûd werdigirin.
Li ser axa me kesek ji civakê, ji xwezayê, ji amûran tiştan hîn dibe. Ev çawa bin, bi çi teşeyî hebûna xwe bimeşînîn, kes jî li gor wê dirûv digire.
Ji vê hêlê ve civata me bextewar e. Lewma him serwext e û him jî secih e. Kesekî ku serwext û secih be, ji hêla zanîstî, hişberî, jîrbûyînê ve bêhempa ye. Êdî raz û sirra wext hîn bûye. Zeman pê nikare ku hemû tevna wê hîn bûye. Se(r)cih e ku êdî tevna cih û waran hîn bûye. Asoyên cih, sewal, ajal û rawiran xitim kirine. Yanî ji hêla zênê ve zanînê ve hosteyê hosteyan e.

Lê mixabin ev her du gotin, ango serwext û sercih êdî zêde nayên bikaranîn. Di gotaran, pirtûkan rojnameyan û edebiyatê de zêde cih nagirin. Ev ne kêmasiya van nivîskaran e. Ji ber ku jiyan diguhere. Êdî ew kesê îroyîn tenê peyva têgihiştînê bi kar tîne. Ji ber ku yek gotinên xwe dîkte dike û dipirse ‘ma tu têgihîştî yî?, an go fem kir?’ û mixabin kes êdî nafikire, an jî şêwrê nake, dîtinên kesên cuda hîn nabe. Lewma serwextî û secihiya kesekî jî nayê li ser rûyê erdê. Ji ber ku em di jiyana modern de ne. Kesê serdest dibêje û yê bindest jî dibîhîse. Kesê serdest ferman dide û kesê bindest jî serê xwe ditewîne.
Axx modernîzm ax te em hêrandin, te em korezanî kirin.