Navenda Ragihandina HSDê têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kirin:
“Vê êvarê saet di 18.00an de SÎHAyek Tirkiyeyê ya bi tîpa Akinci, li herêma neftê ya Thawra ku dikeve başûrê bajarê Tebqayê, kozikek (Mewzî) leşkerî ya hêzên me bombebaran kir. Di êrişê de ziyana madî çêbûye. Ev yek piştrast dike ku dewleta Tirk rasterast mudaxeleyî Suriyeyê dike û dibe hilkişînek xeternak ku gefa berfirehbûna pevçûnên heyî, çêdike.”

