Balafira şer a dewleta tirk li semta Du ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê beriya çend deqeyan malek bombe baran kir. Der barê encama êrîşê de hêj agahî nehatin parvekirin. Balkêşe ku dema şandeya Iraq û Neteweyên Yekbûyî ji bo çêkirina nasname, kartên erzaq û serjimêriyê li nav wargehê bûn, êriş kir. Balafira şer a dewleta tirk a bê mirov (SÎHA) saet di 17:05’an de xanî bombe kir. Dema şande li Mxemûrê bû êrîş pêk hat. Şande îro jî li malan digeriyan, ji bo nasname, kartên erzaq û serjimêriyê karê xwe dikirin. Tevî ku şandeyên Iraq û Neteweyên Yekbûyî di nava wargeha Mexmûrê de bûn, dewleta Tirk êriş kir.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Rojnewsê, di encama êrişê de dayikên bi navê Gulê Ozek, Ezime Kabul û Edîbe Paksoy ji deng û hêza guleya balafirê bandor bûn. Hat zanîn ku rewşa dayikekê nebaşe û niha li nexweşxaneyê tê tedawî kirin. Xelkê Mexmûrê li ber derê nexweşxaneyê kom bûn.
SÎHA di 15 rojên dawî de bi êrîşan 2 jê rojnameger 10 welatî qetil kirin.