12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sibê ji du baskan Meşa Azadiyê dest pê dike

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Koçyîgît got “Ji bo deriyek aştiyê were vekirin çi ji destê me tê em ê bikin.” Hevseroka DEM Partiyê Hatîmogûllari jî got: “Ji bo azadiya Ocalan û şikandina tecrîdê em dikevin rê.”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ji bo tevlibûna “Meşa Mezin a Azadiyê” ku dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê destpêkirin banga tevlibûnê kir û wiha got: “Ji bo deriyek were vekirin û şensekî bidin aştiyê ya ku ji destê me tê em ê bikin.”

Di serî de Koçyîgît bal kişand ser betalkirina parlamenteriya Can Atalay û wiha got: “Sepanekî derhiqûqî ye. Ev rewş, sûcekî li dijî Destûra Bingehîn e. Yên ku darbeya darazê kirin îcar bêyî ku şerm bikin, li Meclisê sedema betalkirina parlamenteriyê jî weke hewcehiya Destûra Bingehîn nivîsandine. Ji roja bûye îktîdar heta niha AKP her tim di nava pratîka darbeyê de bû. Yên ku hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an red kirin, yên ku dema di 20’ê gulana 2016’an de parêzbendiyên parlamenterên me hatin rakirin li gel ku li dijî destûra bingehîn jî destê xwe rakirin, yên ku di 4’ê mijdara 2016’an de hevserokên me yên giştî û parlamenterên girtin, yên ku qeyûm li şaredariyan tayîn kirin, bingeha vê darbeyê jî amade kirin. Lê li vir tenê gotin ji AKP-MHP’ê re neyên kirin, yên ku dema li dijî kurdan her cureyên derhiqûqtiyê dihatin kirin bêdeng diman îro jî bûne sedema biryara Can Atalay. Yên ku dema rejîma qeyûman ketî meriyetê digotin; ‘tiştek nabe, dikarin li kurdan bikin’ îro bûne sedema vê.

Sedema grevên birçîbûnê çi ye?

Bi domdarî Koçyîgît bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hatine destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Du meh li pey xwe hişt. Ji 25’ê adara 2021’ê heta niha tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin. Ne parêzer, ne malbat ne jî şande dikarin biçin serdanê. Li gel daxwazê jî nahêlin em parlamenter biçin. Girtiyên siyasî jî li dijî vê rewşa tecrîdê ketin greva birçîbûnê. Hewl didin dengê xwe bigihînin Meclisê.

Meşa Mezin Aa Azadiyê bibîrxist

Em ê di navbera 1-15’ê sibatê de meşa azadiyê li dar bixin. Meş dê ji du baskan pêk bê. Baskekê wê li Wanê yê din jî dê li Qersê dest pê bike. Di van meşan de dê daxwaza azadiya birêz Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bên kirin. Em ê careke din bang li Meclisê bikin ku înîsiyatîfê li xwe bigire.

Helwesta waliyê Qersê

Meşa me dê li Qersê dest pê bike. Walîtiya Qersê çawa ku agahî bihîst, li seranserî bajar ji bo 5 rojan biryara qedexeya lidarxistina çalakî û xwepêşandanan derxist. Em vê biryarê şermezar dikin. Krîmînalîzekirina meşa ku ji bo aştî, demokrasî, azadî û wekheviya welêt tê lidarxistin, hewldana astengkirina wê rewşekî ketî ye. Lê em careke din dibêjin ku çi dibe bila bibe em ê vê meşê li dar bixin. Em ê vê meşê di 15’ê Sibatê de temam bikin. Ji bo ku di dawiya vê meşê de li vî welatî deriyeke nû vebe, şensek ji aştiyê re were dayîn ya ku ji destê me tê dê bikin. Em careke din bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê, jin, bindest, hunermend û her derdoran dikin ku bibin dengê aştiyê.

Hevseroka DEM Partiyê li Qersê axivî

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Qersê axivî û wiha got: “Ji bo azadiya Ocalan û şikandina tecrîdê em dikevin rê.”

Bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin, gelek sazî û rêxistinên girseyî yên demokratîk di navbera 1-15’ê sibatê de “Meşa Mezin a Azadiyê” li dar bixin. Starta meşê dê li Qers û Wanê bê dayîn. Tê payîn ku tevlibûneke girseyî çêbibe û 75 aktîvîstên mafên mirovan jî tê de cih bigirin. Baskekî meşê dê li Qersê û baskê din jî li Wanê dest pê bike û li gundê Amara yê Rihayê bi dawî bibe. Dê sibe saet di 12.00’an de li Qersê daxuyaniyeke girseyî bê dayîn. Piştî daxuyaniyê dê parlamenter û nûnerên rêxistinên civaka sivîl biçin serdana esnaf û malbatan û armanca ji meşê vebêjin. Dê serdan tevahiya rojê bidomin û di 2’yê sibatê de jî ber bi Dîgor û Îdirê ve bikevin rê. Amadekariyên ji bo meşê hatin temamkirin. Tê payîn ku şande di saetên êvarê de bên ba hev û amadekariyên dawî binirxînin.

Hatîmoglulari banga tevlêbûnê kir

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di baskê meşê yê Qersê de cih bigire. Hatîmogûllari banga tevlibûnê li tevahiya gel kir. Hatîmogûllari ji bo meşê hate Qersê, ji hêla partiyiyan ve hate pêşwazîkirin. Hatîmogûllari li avahiya DEM Partiyê bangî gel kir û got ku dê sibe ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bimeşin.

‘Divê riyek werevekirin’

Hatîmogûllari bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em ji bo azadiya birêz Ocalan û rakirina tecrîdê dimeşin. Em vê meşa mezin sibe ji du baskan didin destpêkirin. Armanca esasî ya meşa me ew e ku piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin û Nobeta Edaletê ya dayikan li derve dane destpêkirin e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek êş hatin kişandin. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin, li parlamento, bajar û kolanan çi ji destê me bê em ê bikin. Em ji vir careke din bang dikin; hêj grevên birçîbûnê bi xwe re encamên dilêş neanîn rêyekê vekin. Em ji bo vê yekê meşa azadiyê didin destpêkirin. Banga me li tevahiya gel ew e ku piştgiriyê bidin meşê.”

Dayikan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin

Dayikên Aştiyê ku di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li gelek bajaran Nobeta Edaletê dane destpêkirin, ji bo hevdîtina bi Wezîrê Dadê re duh hatin Enqereyê. Lê belê daxwaza hevdîtinê ya dayikan nehate qebûlkirin. Li ser vê yekê Dayikên Aştiyê ji bajar derketin û ji bo “Meşa Mezin a Azadiyê” ku dê sibe dest pê bike banga tevlibûnê kirin.

Ji Dayikên Aştiyê Ayşe Elegaş ku ji Edeneyê hatibû Enqereyê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: “Bizava me ya niha ji bo Rêbertiyê û girtiyan e. Em dayik çi ji destê me bê dê bikin. Em bi Rêbertiya xwe, girtî û gelê xwe re ne. Em ‘Meşa Azadiyê’ silav dikin.”

‘Bila dayik dest bidin destê hev’

Ji Dayikên Aştiyê Fatma Çig ku ji Edeneyê hatibû jî destnîşan kir ku ne edalet ne jî hiqûq li welêt heye û ev tişt anî ziman: “Gelê kurd heta dawiyê bi Rêbertiya xwe re ye. Em wî mirovê ku li gel 4 kesan em ji tunebûnê afirandî dixwazin. Banga me li her kesî ew e ku tev li Meşa Mezin a Azadiyê bibin. Wezareta Dadê daxwaza me ya hevdîtinê qebûl nekir. Em dixwazin ev xwîn bisekine. Bila dayikên leşker û polîsan jî bi destê me bigirin û em pêşî li rijandina vê xwînê bigirin. Bila êdî xwîn nerije û edalet û hiqûq were vî welatî.”

Bang li CPT’yê kirin

Têkildarî mijarê ji Dayikên Aştiyê Sûltan Azboyu ku ji Êlihê hatibû jî wiha got: “Yên di greva birçîbûnê de zarokên me ne. Divê em derkevin kolan û qadan. Di salên berê de em daketin kolan û qadan û me gav bi wan paşve da avêtin. Bi rûniştina li malê em nikarin tu encaman bi dest bixin.”

Azboyu, berpirsyartiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bi bîr xist û wiha domand: “Em kurd in û bi kurdbûna xwe serbilind in. Welat welatê me ye lê em çima li welatê xwe mehkûm û firarî ne? Em dixwazin deriyên Îmraliyê û girtîgehên din bên vekirin. Em dixwazin tecrîd bê rakirin û hevdîtin dest pê bikin. Banga min a ji bo rêxistinên mafên mirovan û CPT’yê ev e; peywira xwe bi cih bînin. Madem we Rêbertî radestî Tirkiyeyê kir, wê demê heq û hiqûqa wê jî bipirsin. Bi bêdegniya xwe hûn dibin şirîkên vî sûcî. Weke dayikekê ez vê helwesta CPT’yê şermezar dikim. Gelê kurd vê rewşê qebûl nake. Her wiha Meşa Mezin a Azadiyê ji bo me gelek girîng e. Ji 7 salî heta 70 salî banga min li her kesî ew e ku tev li meşê bibin. Ev meş hebûn û tunebûna me ye.”

Dayika Aştiyê ya ji Mêrsînê hatibû Enqereyê Şerbet Altik jî wiha got: “Li ser kurdan şerekî giran heye. Ziman û nasnameya wan tune tê hesibandin. Lê divê bê zanîn ku ev têkoşîn heta kengî didome bila bidome dê di dawiya dawî degelê kurd bi ser keve.”