3 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şibandina Jiyanên Wekhev  

Çîroka jiyana Nelson Mandela û Rêber Abdullah Ocalan, ne tenê di fîlmên sînemayê, an pirtûkên dîrokê de cih digire, di dilê her yek mirovî de cih girtiye û bi têkoşîna azadiyê re deng vedide û diqîre.

Fîlmê “Meşa Dûvdirêj ya Ber bi Azadiyê”; wek neynikek perdeya sînemayê ya portreyî, çîroka destanî û efsanewî ya parêzvanê azadiyê ku ji axa bêber a Afrîkaya Başûr derket û qedera neteweyekê guherand, ya Nelson Mandela nîşan dide. Ev fîlmê biyografîk, ne tenê jiyana mirovekî, di heman demê de têkoşîna rizgariya gel, lêgerîna dadî û berxwedana bêhempa ya azadiya mirovî bi awayekî resen vedibêje. Rêwîtiya Mandela, ji zarokatiya wî ya li bajarokekî gundewarî ku dest pê dike û bi hilbijartineke demokratîk heta dibe yekem Serokê Demokrasiya Afrîkaya Başûr; ne tenê kronolojiyeke dîrokî derdixe pêş, manîfestoyeke gerdûnî ya ji bo rûmeta mirovî, xîret, azadî û lihevhatinê derdixe pêş.

Zarokatî û salên destpêkê

Di sala 1918’an de, Rolihlahla Mandela li gundê Mvezo yê li herêma Eastern Cape ya Afrîkaya Başûr, wek endamekî ji eşîra Xhosa û nijada Thembû hat dinê. Têgeha navê “Rolihlahla” di zimanê Xhosa de tê wateya “şax kişandinê” an jî “pirsgirêk derxistinê”; dibe ku ev nav nîşana qedera wî ya ku dê statukoya neteweya ku bihejîne û biafirîne. Navê “Nelson” ku mamosteyekî wî lê kiribû, bû sembola nasîna ku bi cîhana Rojava û jiyana wî bi perdeya modern re bê teşekirin. Zarokatiya wî di nav xwezaya bajarokê wek gundewarî bû de derbas bû. Dema li serê çiyayan şivantî dikir, li çîrokên ji devê mezinên gund guhdarî dikir û têgihişt ku yekem car xwe li gor edaleta civakî bide rûniştandin.

Ciwaniya Mandela di bin siya pergala Apartheidê de derbas bû. Cudaxwaziya nijadî ya pergalê, bi her awayî Reşik dikir bindest û di her qadê de rûmeta wan binpê dikir. Mandela, ku çawa li Zanîngeha Fort Hare dest bi xwendina hiqûqê kir, li wir tovên yekem ên hişmendiya siyasî bi xwe re da rûniştandin. Helwesta wî ya li dijî polîtîkayên otorîter ên rêveberiya zanîngehê, nîşan da ku di temenekî ciwan de xwedî ruhekî têkoşer be. Dema ku çû Johannesburgê û di buroyeke hiqûqê de xebitî, bi rûyekî bêrehm polîtîkayên nijadperest ên li Afrîkaya Başûr dihat birêvebirin ji nêz ve nas kir. Ev bû destpêka veguherîna wî ku bibe parêzerek û têkoşerekî azadîparêz.

Salên têkoşînê

Mandela bi tevlêbûna Kongreya Neteweyî ya Afrîkî (ANC), gavên xwe yên siyasî avêt. ANC tevgereke ku mafên piraniya Reşikan diparast; Mandela jî di demeke kurt de di nav ciwanan de bû serokekî qeşeng û pêşengtî kir. Bi vê raman û hişmendiyê, vîna xwe ne tenê ji bo civaka Reşikan, ji bo hemû Afrîkaya Başûrî xist xizmeta gel û bû xwedî ramanekî mafên wekhevî ku biparastin bide pêş. Bi vê îdealê derket rê, lê rastî astengiyên “mûşta hesinî” ya pergala Apartheidê hat. Di sala 1948an de, dema Partiya Neteweyî bû desthilatdar, pergala Apartheidê bû polîtîkayeke fermî ya dewletê û zordestiya li ser Reşikan gelekî zêdetir kir.

Mandela, di vê serdemê de bi xwepêşandanên aştîxwaz û çalakiyên civakî têkoşîna xwe domand. Bi kampanyaya Serhildanê (Defiance Campaign) re tevgera wî ya wekhev, şiyana wî ya serkêşiyê û hêza wî ya mobilizekirina girseyî xwe da der. Li hember zilm, zor û tundiya pergalê, dest bi xebat û rêbazên aştîxwaz kir lê bi serneket. Di sala 1961ê de, artêşa çekdarî ya ANCê bi navê “Mizraqa Neteweyî” (Umkhonto we Sizwe) damezrand û berê xwe da têkoşîna gerîlatiyê. Êdî tenê ne aktîvîstek bû û di çavên pergalê de bibû “terorîstek!”

Salên zindanê

Têkoşîna Mandela ya herî dijwar di sala 1962an de, bi girtina wî xwe da der. Di sala 1964an de, ji “Doza Rivonia” cezayê girtîgehê yê hetahetayî wergirt. Li hember vê li dadgehê bi kûrahî dest bi parastinê kir; bi vê parastinê re hem wekî Serokekî û hem jî wekî fîlozofekî xwe da der û got: “Ji bo îdeala wekhevî û azadiyê, ger hewce be ez amade me ku bimirim!” Vê gotina wî ne tenê li Afrîkaya Başûr, li seranserê cîhanê deng veda.

Zindana Girava Robbenê azadiya Mandela ya fizîkî jê standibû, lê ruhê wî qet teslîm negirtibû. Bîst û heft salan li ocaxên keviran xebitî, di hucreyeke biçûk de hat tecrîtkirin, ji malbat û cîhana derve qut bû. Di wan salan de Mandela bû sembola têkoşîn û berxwedanê. Êdî di nav dîwarên zindanê de ne tenê mirovek bû; ala berxwedana cîhanî ya li dijî pergala Apartheidê bû. Kampanyayên navneteweyî dest pê kiribûn; stran, xwepêşandan û zextên dîplomatîk bi navê Mandela bû bangeke azadiyê ya gerdûnî û bi dirûşma “Nelson Mandela Azad Bike!” belav bûn.

Salên zindanê, bûn serdemeke ku kesayeta xwe hîn bêhtir xûrt bike. Li şûna hêrs û tolhildanê, felsefeya lihevhatin û efûkirina giştî hembêz kir. Nîqaşên bi hevalên xwe yên di zindanê de re meşand, pirtûkên ku bi xwe xwend û nivîsand, bû rêwîtiya wî ya ber bi fikirîneke hundirîn û li xwe pirsînê. Bi vê nêzîkatî û helwesta xwe tenê nebû Serokek, di heman demê de bû rêpîvanek û xeteke gerdûnî biafirîne. Di binê vê bingeh û xeta gerdûnî de vîna xwe ya yekbûyîna Afrîkaya Başûr bi dest xist û dema xwe ya azadiyê nêzîktir kir.

Ji nû ve zayîna neteweyekê

Di sala 1990î de, zextên navneteweyî û aloziyên navxweyî yên li Afrîkaya Başûr, rejîma Apartheidê xist rewşeke xerab. Azadkirina Mandela ne tenê serkeftinek bû, di heman demê de ji nû ve zayîna neteweyekê bû. Ew kêliyên dema ku ji zindanê derket, ji bo bi mîlyonan mirovan bû mûcîzeyek. Bi kincên gewr ku nîşana aştî û azadiyê bû, bi destê jina xwe Winnie Mandela girt û bi serbilindî meşiya. Ev meş bû yek ji kêliyên herî bi wate ên dîroka mirovahiyê ku bê afirand û ji nû ve bê nivîsandin.

Mandela piştî azad bû, li şûna tolhildanê aştî û lihevhatin hilbijart. Wekî serokê ANCê, di pêvajoya avakirina sazûmana destûrî ya Afrîkaya Başûr a piştî pergala Apartheidê de roleke sereke lîst û cih girt. Di sala 1993an de, bi serokê berê F.W. de Klerk re Xelata Aşitiyê ya Nobelê ku nîşana dilsoziya bi diyalog û aştiyê bû, wergirt. Serkeftina herî mezin di sala 1994an de, di hilbijartinên demokratîk ên Afrîkaya Başûr de hat bi dest xist. Mandela, wekî yekem serokê Reşikên li welêt dest bi kar kir. Bi vê tenê serkeftina siyasî bi dest nexist, di heman demê de serkeftina rûmeta mirovihê jî bi dest xist.Mandela di dema serokatiya xwe de hewl da ku vîna “Neteweya Keskûşî”yê bike neynik, da ku cihan li rastê li xwe bimeyzîne. Komîsyona Rastî û Lihevhatinê damezrand da ku kiryarên di serdema pergala Apartheidê de hatibûn kirin, bê darizandin û mehkûm kirin. Bi vê helwestê ne tenê Afrîkaya Başûr, tevahiya cîhanê bi bandor kir. Mandela nîşan da ku bi helwestek wiha dikare hem xwedî hêz û qûdret be û hem jî dilrehm û aram be.

Şibandin û dengvedana ronahiyekê   

Bi vê fîlmê sînemayê re portreyeke wiha rengîn xwe dide der. Jiyana Mandela bi zayîna neteweyekê re ji nû ve têkel dike û gerdûnîbûna îdealên ji bo dadî, wekhevî û azadiyê bi hêz û qûdreteke bêhempa ronî dibe. Çîroka wî, tenê nabe mîrateya Afrîkaya Başûr, dibe ya tevahiya mirovahiyê. Mandela, ji fîgûrê siyasî wêdetir dibe nîşaneke berbiçav û bêhempabûna ku  ruhê mirovan bi hêvî dagire. Dema mirov çîroka Mandela li ser perdeya sînemayê dimêzîne, ji perdeya sînemayê wêdetir wekî destanekê ji nû ve tê jiyîn, di paş perdeya çav de dibore û ev pirs di hişê mirov de derbas dibe; Mirov ji bo van îdealan gerek çi qas bedel bide? Ev 26 sal in Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku hîn di zindanê de ye, wê wêneyekî çawa li ber çavên me derbas bike û kengî bibe fîlmekî sînemayê? Gelek pirs û bersiv xwe didin der.

Wêneyê yekbûyîna neteweyî û jiyana ku ji bo rûmeta mirov hatiye veqetandin, di manîfestoya dawîn ya ku ji bo aştiya gelan xwe daye der de, ji mînaka jiyana Mandela ne dûr û kêmtir re. Îro mîrateya Mandela li seranserê cîhanê çawa têkoşîna azadiyê teşwîq dike, fikr û ramanê Rêber Abdullah Ocalan jî wiha teşwîq dike. Rê nîşan dide ku jiyana wan bi her awayê xwe dişibin hev; ev rê dibe delîla vê yekê ku mirovahî di kêliyên herî tarî de jî bikaribe bi fikr û ramanên Rêber Abdullah Ocalan ronahiyê bibîne.

Çîroka jiyana Nelson Mandela û Rêber Abdullah Ocalan, ne tenê di fîlmên sînemayê, an pirtûkên dîrokê de cih digire, di dilê her yek mirovî de cih girtiye û bi têkoşîna azadiyê re deng vedide û diqîre. Ev nîşan dide ku pêvajoya Mandela tê re derbas bûye,  pêvajoya Rêber Abdullah Ocalan  derbas bibe nêzîktir dike.

Êdî em li benda fîlmekî Sînemayî ne ku kêliyên Rêber Abdullah Ocalan derxîne ser dika perdeya spî û bi kêliyên Mandela ên nemir û efsaneyî re jî bihûne. Di heman demê de têkoşîna Mandela ya neqediyayî û ya Rêber Abdullah Ocalan bi îdealên xweseriya demokratîk belav bike û bike mînakek bêhempa. Ev pêkan e û bi têkoşîna ku bê dayîn re girêdayî ye.