Rêzefîlma kurdî ‘Îşev’ bi beşa xwe ya 9’an dest bi sezona xwe ya 2’yan kir. Beşa ewil ya rêzefîlmê di 3’ê mijdara 2020’î de de hatibû weşandin û di demeke kin de bi sedhezaran hatibû temaşekirin. Piştî 8 beşan sezona ewil a rêzefîlmê kuta bûbû.
Di destpêkê de Îşev wekî skeceke yekbeşî hatibû amadekirin lê li ser ecibandin û daxwaza temaşevanan çêker û lîstikvanan biryar dan ku Îşevê wekî rêzefîlm bidin berdewamkirin. Her wiha li ser daxwaza temaşevanan sezona 2’an a rêzefîlmê jî hat kişandin. Koma rêzefîlmê û afrînerê wê Denîz Ozer ji bo kişandina sezona 2’yan li ser înternetê kampanyayeke piştgiriyê dabûn destpêkirin û gelek welatiyan alîkarî dabûn rêzefîlmê.
Sezona 2’yan a rêzefîlma Îşevê li ser Youtubeyê hat weşandin. Vê carê maweya her beşeke rêzefîlmê dirêjtir e.