Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî li Meclisê têkildarî mijarên di rojevê de axivî. Temellî bal kişand ser nîqaşên têkildarî Paketa Darazê ya 9’emîn û weke “gaveke nû ya bêedaletiyê” nirxand. Temellî wiha domand: “Sernavek jî sîxûrtiya bandorê ye. Gaveke ji bo mafên muxalîfbûnê ye. Dema qanûna dezenformasyonê anîn, me got ku armanca ew e ku dezerformasyonê têxin tekela xwe. Jixwe wisa jî bû. Li Serokatiya Ragihandinê navenda dezerformasyonê, navenda hilberandina derewan û ya trolan heye. Dixwazin çapemeniya azad bêdeng bikin.”
‘Ji bo aştiyê divê Ocalan muxateb were girtin’
Temellî, wiha domand: “Heke hûn ê paketeke darazê amade bikin û derdê we edalet be, weke gava ewil divê hûn dewleta hiqûqê ava bikin. Lê em di paketa darazê de vê nabînin. Heke hûn gav biavêjin wê demê hûn ê ji bo aştî, aştiya siyasî, aştiya siyasî, îktîsadî û civakî gav biavêjin. Pêdiviya Tirkiyeyê ji ewil bi aştiyê heye. Noqteya sifirê ya siyasî xwe dispêre 25 sal berê, xwe dispêre sala 1999’an. Xwe dispêre rewşa îstîsnaî ya li Girava Îmraliyê. Lewma heta hûn xwe ji vê noqteya sifir xelas nekin, heta hûn tecrîdê bi dawî nekin û birêz Ocalan dîsa muxatab nebînin dê li Tirkiyeyê aştiya siyasî mimkin nebe. Dema mirov li tevahiya qanûnên li Tirkiyeyê dinêre, dibîne ku li gorî birêz Ocalan hatine amadekirin. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin, hûn bi vî awayî tevdigerin. Gelo me di rewşeke wiha de avakirina welatekî demokratîk û destûreke bingehîn pêkane? Bêguman pêkan nîne.”
Doza kobanê
Di berdewamê de Temellî bal kişand ser Doza Kobanê û wiha got: “Bendewariya raya giştî, civak û her kesê xwedî wijdan ew e ku tevahiya girtiyan bên berdan. Ji ber ku ev bûyereke kompasê ye. Kî vê îdianameyê bixwîne ji xwe dê fêm bike. Weke ku hûn jî dizanin dadgerê ewil çete derket. Derheqê dozgerê ev îdianame amade kirî de jî gelek îdia hene. Divê ev doza kompasê tavilê bê bidawîkirin.”
Tevdîrên teserûfê
Temellî, bi domdarî qala “Paketa Teserûfa di Cemaweriyê de û Berhemdarî” ya hikûmetê kir û wiha nirxand: “Hem Cevdet Yilmaz hem jî birêz Şîmşek 5 meh berê çîrokeke aboriyê ya ku pesnê wê didan vegotin. Wê rojê me ji wan re çi gotibe jî guhdar nekirin. Niha jî weke ku kesên 5 meh berê ev axaftin kirin ew nebin, îcar tevdîrên teserûfê ragihandin. We gel xapandiye û 5 meh piştre we dît ku dawiya rê hatiye lewma we xwest tevdîran bigirin. Baş e lê gelo tişta hûn ji me re dibêjin tevdîra teserûfê ye? Na. Binêrin; tam 45 deqeyan axivîn lê tenê yek reqem nedan. Hêj hesab nekirine bê ka çiqas teserûf kirine lê derketine pêşiya kamerayan. Tu dane nehatine parvekirin. Tenê inyeta xwe dibêjin. Careke din çav berdane mafên kedkar, keda wan û mafên cemaweriyê yê civakê.
Teseruf di aştiyê de ye
Teserûf di aştiyê de ye. Heta ku hûn ji bo aştiyê gav neavêjin hûn ê nekarin bûdçe û aboriyê komî ser hev bikin. Heke hûn her roj ji Amedê balafiran rakin û Bakurê Iraqê û Rojava bombebaran bikin dê aborî têk biçe. Heke wezîrê karên hundir quncik bi quncik ji bo derxistina şer bigere bêguman dê welat têk biçe. Aştî, teserûf e. Ev welat ji bo aştiyê amade ye. Di 31’ê Adarê de ev anî ziman. Hûn nikarin ji vê teserûfê birevin.
Hûn bacê ji dewlemendan nagirin, ji sektora fînansê nastînin, derdora ji sedî 70’ê hûn bacê distînin. Hûn li pişta kedkaran siwar bûne û dibêjin ‘ez ê teserûfê bikim.’ Bi rastî jî rewşekî pêkenok e. Yek ji cihên dê lê teserûf bikin wesayîtên veguhestinê yên cemaweriyê ne. Qaşo dê mazot-benzîna wê kêm bikin û deynê bûdçeyê yê 3.4 trîlyonê bidin. Gelo ma ev pêkan e? Mehmet Şîmşek jî îktîsadê fêm nake. Hêj nîha jî krîza cîhanê ya 2008’an fêm nekiriye. Tu hedefên xwe nekarî pêk bîne. Di gulanê de mizgînî daye ku dê enflasyon bibe ji sedî 70.”