31 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Sezaî Temellî: Ji bo destpêka çareseriyê pêşî deriyên Îmraliyê vekin

Sezaî Temellî der barê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nêzikatiya Tirkiyeyê got: “Heke daxwaza we ya vekirina deriyên guftûgoyê hebe, wê demê ji ewil deriyên Îmraliyê vekin. Bi vê re bila rêya aştiyê li Tirkiye û herêmê vebe.”

Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û parlamenterên DEMê, li Meclisa Tirkiyeyê êrîşên Dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Çalakî, li Deriyê Çapemeniyê yê Meclisê hat lidarxistin. Di çalakiyê de dovîzên ‘Şoreşa Rojava şoreşa jinan e’, ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Rojava rûmeta me ye’ û ‘Gelên Rojava bi tenê nînin’ hatin hilgirtin.

Sezaî Temellî ji bo gotina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku gotibû “xwe hinek nû bikin” jî wiha got: “Em jî ji wezîrê karên derve re dibêjin ku divê tişta were nûkirin polîtîkaya we û feraseta we ye. Tevî krîza 13 salan a li Sûriyeyê jî we ji xwe re ders negirtine û hûn hewl didin bêîstîqrariyê bidomînin. OSOyî, SMOyî berhemên DAIŞ, El Nusra û rêxistinên din ên terorê ne. Hûn bi van re siyasetê ava dikin û ev yek deraqilî ye. Tekane hêza ku li wir dikare demokratîkbûnê pêk HSD ye. Heke hûn qala nûbûnê bikin, tam jî li vir lê bigerin. Yên vê herêmê hedef digirin, dê li dîwar biqelibin û dê bibin mehkûmên çiravê.”

Sezaî Temellî axaftina xwe wiha domand: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din xetereya DAIŞê mezin bû. Sedema vê jî hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji 1ê Cotmehê ve ye hûn qala destê aştiyê dikin. Heke daxwaza we ya vekirina deriyên guftûgoyê hebe, wê demê ji ewil deriyên Îmraliyê vekin. Bi vê re bila rêya aştiyê li Tirkiye û herêmê vebe.”

‘Sûcê şer tê kirin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît jî bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û pinpêkirinên sûcên şer ên tên kirin û ev tişt anî ziman: “Divê Tirkiye li Sûriyeyê ne xwedî roleke rê li ber bêîstîqrariyê vedike lê divê ji bo aştiyê û demokratîkbûnê rol bilîze. Divê bi hemû gel, civak û derdorên cuda re guftûgo bên pêşxistin û ev tevek di pêşeroja Sûriyeyê de xwedî gotin bin.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye ev demke dirêj e ku çeteyên SMOyê ji aliyê çavkanî, lojîstîk, leşkerî û siyasî fînanse dike û wan ser kurdan ve dişîne. Ma we dîtiye ku SMOyê bi HTŞê re şer kiriye? Naxêr. Tenê li dijî kurdan şer dike. Êrîşî xaka kurdan dikin. Ev yek nîşan dide ku kurdfobiya Tirkiyeyê bingeha hemû polîtîkayên wê ye. Ev jî xizmetê ji çareseriya pirsgirêkan re nake. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bedelên giran hatin dayin. Tu ferqa êrîşkirina Kobanê, Qamişlo û Hesekê û kurdên li vir nîne. Hûn nikarin hem qala aştiyê bikin hem jî êrîşê Rojava bikin.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha dawî li axaftina xwe anî: “Weke DEM Partiyê em ê li dijî êrîş û komkujiyên çeteyên SMOyê li qadan bin. Em ê bi tu awayî rê nedin pêvajoyeke nû ya komkujiyan. Em ê bêdeng nemînin. Qada ezmûna aştiya Tirkiyeyê, Rojava ye. Nêzikatiya we ya li hemberî wan Kurdan, dê cidîbûna we nîşan bide.”