Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisa Tirkiyeyê daxuyanî da. Sezaî Temellî, bi bîr xist ku dê di 1ê cotmehê de Meclis vebe û got ku divê ev serdema qanûnçêkirinê ya nû divê ji serdemên din cuda be.
Sezaî Temellî, got ku di 1ê cotmeha 2024an de geşedanên dîrokî jiyan û silavdayîna Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî bi bîr xist û got ku divê siyaseta xwe ji şer û pevçûnan xweyî dike bi dawî bibe. Sezaî Temellî, bi domdarî banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Birêz Abdullah Ocalan, Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk weşand. Ev pir girîng û kêliyeke dîrokî bû. Mirov dikare bibêje berê dîrokê guherand. Yek ji geşedana herî girîng jî kongreya PKKê bû ku xwedî li manîfestoyê derket û gaveke girîng avêt. Di 11ê tîrmehê de jî gaveke dîrokî hat avêtin û merasîma çekşewitandinê hat lidarxistin. Piştre jî ev komîsyon hat avakirin û ji 5ê tebaxê ve xebatên xwe didomîne.”
Sezaî Temellî, diyar kir ku êdî dema xelasiya ji feraseta îktîdarê ya berê û zîhniyeta yekperest hatiye û got: “Heke em bikarin pêk bînin, em ê yasayên aştiyê yên gelên Tirkiyeyê li bendê bixin meriyetê. Em ê bikarin yasayên pêşiya demokrasiyê vedikin, bixin meriyetê. Têgehên aştî û civaka demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bang û manîfestoya xwe de behs dike, daxwaza aştî û civaka demokratîk ji me re vedibêjin. Di navenda van têgehan de jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd heye. Di vê sala nû ya qanûnçêkirinê de em mecbûr in teqez di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de gavan biavêjin.”
Sezaî Temellî, got ku komîsyonê tevî kêmasiyên xwe jî gavên girîng avêtiye û li gelek derdoran guhdarî kiriye, her çend nêrîn cuda bin jî mutabeqetek derketiye holê ku ew jî çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk e. Sezaî Temellî, anî ziman ku navnîşana çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd Meclis e û divê muxatabiya siyasî baş were avakirin.
Sezaî Temellî, bi lêv kir ku ji bo sererastkirinên yasayî yên pêwîst bikevin meriyetê divê Meclis vê serdemê baş bi kar bîne û got: “Bêyî vehêlin divê yasayên pêwîst ên navên weke yasaya çareseriyê, yasaya dema veguhêz an jî yasayên entegrasyona demokratîk lê tên kirin, bikevin meriyetê. Herwiha hewcehî bi guhertina TCK, TMK û Qanûna Înfazê heye. Li girtîgehan pirsgirêkên cidî hene. Girtiyên siyasî û nexweş nayên berdan. Sedema vê jî qanûna înfazê ye. Em dixwazin ev bêedaletiye tavilê ji holê bê rakirin. Ji bo guhertina van yasayan divê pakêteke darazê bê Meclisê. Hewceye ev mijar neyê vehêlandin.”
Sezaî Temellî, destnîşan kir ku divê di nava sê mehan de sererastkirinên hiqûqî bên kirin, temînatê bidin kesên çek berdane, mafên siyasî bên dayin û mexdûriyetên di dema şer de çêbûn ji holê bên rakirin. Temellî, anî ziman ku divê girtiyên siyasî bên berdan û got: “Muxatabê sereke yê di navenda van de disekine jî Îmrali ye. Bêyî ku were jibîrkirin birêz Ocalan aktorê sereke û sermizakerevan e, divê Meclis zemîna hevdîtina bi Ocalan re ava bike. Me di komîsyonê de biisrar got ku hevdîtina bi Îmraliyê re ji bo pêvajoyê diyarker û krîtîk e. Divê hûn vê pêk bînin. Lê komîsyonê hêj negirtiye rojeva xwe. Di esasê xwe de ev gav gava herî xurt a ji bo çareseriya pirsgirêkê ye. Înîsiyatîfê li xwe bigirin û gavê biavêjin.”