16 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Sezaî Karakoç û kêmxistina zimanê kurdî

Ev destkeftîyên çandî li navendeke ku ji aliyê fermî ve bi navê Sezaî Karakoç tê nasîn pêk tên, dibin sedema hebûneke çewt. Navê navendê hîn jî neguheriye û wekî “Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç” tê zanîn, ku ev nav bi zihniyeta kêm-xistina kurdî re têkildar e

Sezaî Karakoç, di çarçoveya nêrîna xwe ya Vejîna Şaristaniya Îslamî de, bi perspektîfeke ummetperest û îslamîst tevdigere û pêşniyar dike ku divê weşanên ji bo kurdan bi zimanê farisî bin. Îdiaya wî ev e: “Zimanê wêjeya kurdî ji xwe farisî ye”*. Ev nêrîn ne tenê tercîheke zimanî ye û nîşaneya zihniyetekê ye ku nasnameya çandî ya kurdî bi awayekî sîstematîk kêm dixe û marjînalîze dike. Li gorî têgeha Hegemonyaya Çandî ya Gramscî, çînên serdest çanda xwe wekî standardeke gerdûnî ferz dikin û çanda çînên bindest, yên wekî çanda kurdî, dixin asta duyemîn an jî bi temamî înkar dikin.

Karakoç, bi nepejirandina kurdî wekî zimanekî wêjeyî, vê hegemonyayê li ser zimanê kurdî bi awayekî aşkere ferz dike û înkareke veşarî bi pêş dixe. Nêrîna wî ya ku dibêje, ‘Kurdî ji bo hilberîna wêjeyê ne guncav e’ tenê zimanê kurdî kêm naxe, her wiha pê re dîrok, bîr û nasnameya çandî ya gelê kurd jî hedef digire û kêm dixe. Nêzîkatiya Sezaî Karakoç a ku dibêje kurdî nikare bibe zimanekî edebî, nêrînên kêmxistinê yên oryantalîst ên Rojava yên li ser ziman û çandên Rojhilatî, tîne bîra mirov. Ev nêzîkatî, wekî ku Edward Said di “Oryantalîzm”a xwe de destnîşan dike û dibêje, ramanên kolonyalîst yên ku ziman û çandên “din” kêm, ne-têr û ne-pêşketî pênase dikin bingeha xwe ji kolonyalîzmê digirin û dîskûrsa kolonyalîst ne tenê bi dagirkirina fizîkî, lê her wiha bi destavêtina temsîlên çandî jî dixebite.

Tundiyeka epîstemolojîk

Li ser vê meseleyê, nêrîna Sezaî Karakoç, wekî versiyoneke navxweyî ya mantiqa kolonyalîst divê bê dîtin, ku tundiyeke epîstemolojîk li hemberî kurdî pêk tîne, berovajî vê, zimanê kurdî dîskûrseke dewlemend a fîlozofîk, teolojîk, mîtolojîk û evînî hilberandiye. Angaşta Karakoç, bi paşxaneya dîrokî û çandî ya kurdî re li hev nake. Wêjeya kurdî, bi destên mîmarên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Mestûre Erdelanî, Ebdulla Goran, Hêmin Mukriyanî dîwarê xwe lêkiriye û kevneşopiyeke edebî ya dewlemend afirandiye. Nexasim Mem û Zîna Ehmedê Xanî ne tenê destaneke evînê ye, lê her wiha manifestoyeke neteweyî û fîlozofiyê ye ku nasnameya kurdî bi awayekî zelal temsîl dike. Her wiha, kevneşopiya dengbêjiyê û wêjeya devkî ya kurdî, bi destan, çîrok û helbestên xwe, dîrokeke çandî honandiye.

Sezaî Karakoç, ku dibêje kurdî ne zimanekî wêjeyî ye, rastiyên dîrokî vedişêre û hewl dide ku zimanê kurdî di çarçoveya hiyerarşiyeke çandî de, li jêrî zimanên “serdest” ên wekî tirkî, farisî û erebî, bi cih bike.

Ev berxwedaneke çandî ye

Piştî hilbijartinên herêmî ku kurdan rêveberiyên herêmî bidest xistin, Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç (ku ev nav di dema qayûman de lê hatiye danîn) bû qadeke girîng a ku pê ziman û çanda kurdî dîsa xuya bibe. Çalakiyên şanoya bi kurdî, sînema, konser, semîner, xebatên akademiyê û atolyeyên din ên bi zimanê kurdî, li vê navendê tovên xwe avêtin. Bêguman ev yek wekî berxwedaneke çandî ya li hemberî polîtîkayên tepisandin û înkarkirina kurdî divê bê nirxandin. Di vê rewşê de tişta ku derdikeve holê, “nakokiya naverok û forma klasîk” e: Naverok (kakil, hilberîna çandî ya bi kurdî) bi formê re (qaşil, çarçoveya ramanî ya ku navê Sezaî Karakoç temsîl dike) li hev nake. Ev yek di temsîla çandî de şikestineke sembolîk çêdike. Ji ber ku navê mekan bi wateya ku lê tê hilberandin re, di nav nakokiyê de ye. Naverok, formê red dike, qaşil kakilê înkar dike.

Ev nav rewa dibe

Ji aliyê naverokê (cewherê) ve, ev çalakiyên hanê normalîzebûn û bipêşxistina ziman û çanda kurdî didin xuyakirin û teşwîq dikin. Lê belê, ev destkeftiyên çandî li navendeke ku ji aliyê fermî ve bi navê Sezaî Karakoç tê nasîn pêk tên, dibin sedema hebûneke çewt. Navê navendê hîn jî neguheriye û wekî “Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç” tê zanîn, ku ev nav bi zihniyeta kêm-xistina kurdî re têkildar e. Bourdieu dibêje ku desthilatdariya sembolîk bi nav, sembol û temsîlan tê rewakirin. Di vê rewşê de, navê Sezaî Karakoç temsîla nêrîneke asîmîlasyonîst û înkarker e li hemberî kurdî. Ev nav li wî mekanî bi xebatên ku bi zimanê kurdî tên kirin, rewa dibe. Lazim e ku texayula çand, huner û zimanî ne bi navê Sezaî Karakoç be.

Mekan ne tenê avahiyên fizîkî ne

Ji aliyekî din ve ev rewş, bi têgiha Foucault a ‘’îdeolojiya mekanî’’ re girêdayî ye, mekan ne tenê avahiyên fizîkî ne, di heman demê de ew qad in ku desthilatdarî û îdeolojî tê de xwe temsîl dikin. Navenda Çandê ya Sezaî Karakoç, bi navê xwe, bîra îdeolojîk a zihniyeteke ku kurdî kêm-dixe, diparêze. Ev nakokî, bi nêrîna Althusserî, dişibe “saziyên dewletê yên îdeolojîk” yên ku xwe ji nû ve ava dikin. Navê mekanî hê jî îdeolojiya navendî ya înkarê temsîl dike, lê naveroka çalakiyên bi kurdî li dijî vê îdeolojiyê berxwedaneke dij-hegemonîk nîşan didin. Nêzîkatiya Sezaî Karakoç a li dijî kurdî, wekî mînakeke aşkere ya hegemonyaya çandî û kêm-xistina zimanî, ne tenê pirsgirêkeke dîrokî ye, her wiha pirsgirêkeke exlaqî ye jî. Zimanê gelekî ne tenê amûreke ragihandinê ye, pê re berdêla nasname, bîr û pêşeroja wî ye jî. Înkara zimên, bi awayekî rasterast, înkara hebûna gelî ye. Hê jî nepejirandina kurdî wekî zimanê perwerdehiyê, wêjeyê û avanekirina polîtîkayên çandî yên li ser bingeha zimanê dayikê û gelek pirsgirêkên strukturel, encamên vê hişmendiyê ne.

Nasnameya çandî ya kurdî

Ji bo ku ev nakokiya sembolîk bi awayekî mayinde bê çareserkirin, rêveberiyên herêmî divê gavên berbiçav biavêjin. Pêşî, polîtîkayên ku zimanê kurdî, perwerdehiya kurdî û hunera kurdî dê bi pêş bixin divê bên çêkirin û bi wan polîtîkayan bi awayekî domdar bi bername bixebitin. Dûre, navên mekanên giştî bi navên ku nasnameya çandî ya kurdî bilind dikin, binav-bikin û biguherînin. Ev guherîn dikare di navbera form û naverokê de hevsengiyê çêbike û yekîtiyeke ramanî di navbera sembolan û naverokên çandî de ava bike. Ev yek dê ne tenê zimanê kurdî, her wiha nasnameya çandî ya gelê kurd jî bi awayekî xurttir temsîl bike. Li dawiyê, ev gav di çarçoveya polîtîkayên pirzimanî û pirçandî de divê bên avêtin, da ku ciyawaziya çandî ya herêmê bi dadperwerî bê parastin û teşwîqkirin.

*Çıkış Yolu 1, r. 101, Sezai Karakoç

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê