Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê sibatê de PKKê kongreya xwe ya 12emîn pêk anî û feshikirina xwe ragihand. Piştî xwefesihkirina PKKê hemû qadên civakî ji bo pêkanîna civaka demokratîk ketin nav hewldanan.
Em der barê biryara ku hatiye girtin bi Seydayê Xelatî yê ku di sala 1958an de dest bi têkoşîna bidestxistina mafên kurdan kiriye re axivîn.
Seydayê Xelatî yê ku 67 sal in ji bo mafên kurdan têdikoşe di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji sala 1958an heta 1978an li Bakur kesên ku ji bo mefên kurdan têdikoşiyan 200-300 kes bûn. Bi avakirina PKKê gelê kurd hişyar bû û dengê xwe gihand hemû cihanê. Bi saya Abdullah Ocalan û rêbaza ku wî da avakirin hemû kurd bi xwe hesiyan û şiyar bûn. Bi vê şiyarbûnê dest bi têkoşînê kirin. Ji avabûna PKKê şûnve navê kurdan li her derê navê kurdan hat bihistin û dengê wan gihişt hemû cihanê. Kurdan bi siyaseta xwe, da zanîn ku ew jî xwedî maf in lê hemû mafên wan ji wan hatiye stand. Beriya PKKê navê kurdan belkî 20-30 rojan carek di cihek de bihata bihîstin. Dema ku navê kurd bihata gotin me mizgînî dida hev. Lê îro rewş cuda ye. Em spasdarên wan kesên ku bi xwîna xwe ya paqij ji me re van rojan anîn ku li hemû cihanê ji serê sibê heta êvarê behsa kurdan tên kir. Kurd neteweyeke dewlemend û xwedî nirx e. Bi têkoşîna ku hat dayîn hat ispatkirin ku kurd çiqas bi bext in û di hevaltiya xwe de çiqas rast in.”
Seydayê Xelatî di berdewamiya axaftina xwe de ji bo xwefesihkirina PKKê wiha got: “Bi saya çekan îro hemû cihan kurdan nas dike. Lê erka çekan temam bû ji ber vê yekê xwefesihkirina PKKê gelek girîng û bi wate ye. Êdî rê li ber me hat vekirin ku em bi rêya demokrasiyê dewa mafên xwe li gor cihana îro bikin. Di sedsala 21emîn de maf dê bi avakirina demokrasiyê bi dest bikevin.”
Banga ji bo yekitiyê
Seydayê Xelatî di axaftina xwe de bal kişand erkên ku piştî xwefesihkirinê dikevin ser milên gelê kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Piştî ku PKKê erka xwe bi dawî kir êdî barê me bi taybet jî barê serokên kurdan zêdetir bû. Ez wek helbestvan, mele, zana û kesayeteke ku 67 sal in ji bo mafên kurdan têdikoşim bang li Mesûd Berzanî, Bafil Talabanî û Mazlûm Ebdî dikim ku yekitiyek di nav kurdan de çêbikin da ku kurd jî bigihijîn mafên xwe yên rewa.”