Lêgerîna heqîqet û derxistina rastiyan di nava pergaleke şaş de karekî pir zor e. Nexasim di nava pergala kapîtalîst a li ser hîmên netewedewletan hebûna xwe berdewam dike de heqîqet û rastî her tim têne perdekirin. Cihê rastiyan di vê pergalê de sîmûlasyon digirin. Bêguman pergala dewletê li ser hêzê hatiye avakirin. Lewra di bin kontrola kesên xwedî hêz de ye û di nava van kesên xwedî hêz de ji ber berjewendiyên wan têkoşîneke hişk heye. Di encama vê têkoşînê de kîjan hêz bibe desthilat dixwaze ku dewletê li gorî xwe dizayn bike. Ji bo vê jî endamên xwe li gorî dilê xwe di nav sazî û dezgehên dewletê de bi cih dikin. Li vir berjewendiyên desthilatê ango hêza serdest dikevin pêşiya berjewendiyên civakê.
Dema berjewendiyên kesan dikevin pêşiya berjewendiyên civakê rizîbûna saziyên dewletê dest pê dike. Ji ber ku di bûrokrasiya ku dewletê li ser lingan digire de qul vedibin. Ango di nava bûrokrasiyê de sextekarî, berjewendiyên takekesî û komikan serdest dibin. Heke di civakekê de desthilat û alîgirên wê pêşengiya sextekariyê bikin, di nava wê civakê de bawerî namîne.
Netewedewleta Tirk ev sed sal in ku hebûna xwe bi derew û sextekariyê berdewam dike, lewra civakê ji van derew û sextekariyan para xwe girtiye. Ango derew û sextekariyên dewletê rasterast derbasî jiyana civakê ya rojane bûne. Li ser meseleya sextekariya dîplomayan di van rojan de pir ber bi çav e. Rojeva Tirkiyeyê vegirtiye. Bêguman li Tirkiyeyê rizîbûn li her derê ye. Hemû sazî û dezgehên dewletê xizmeta berjewendiyên desthilatê dikin. Lewra ne li gorî qanûnan tevdigerin. Ji ber ku ne li gorî qanûnan tevdigerin, ji neçarî berê xwe didin rê û rêbazên cuda. Heysiyet, exlaq û wîjdan di nav rejîma Tirkiyeyê de nemaye. Lewra li hemberî sextekariyê bêdeng dimînin û vê yekê normal dihesibînin. Ji ber ku ji serê dewletê ango ji endamên desthilatdariyê heya mirovên ji rêzê yên nêzikê desthilatdariyê vê yekê dikin. Sextekarî li Tirkiyeyê bûye çand û ketiye nav hemû têkiliyên bûrokrasiyê.
Desthilat her tim dixwaze ku hêza civakê parçekirî be ango naxwaze ku civakeke xwedî aheng û yekpare hebe. Lewra civakê ji gelek aliyan ve parçe dike. Li ser meselê bi kuştinên jinan berê/hêza beşeke civakê dide ser van, bi qedexekirin û linçkirinê berê hinek kurdan dide ser wan, bi girtin û zorê berê hinek muxalefetê dide ser wê. Ango bi her awayî civakê parçe dike û bi vî awayî diziya xwe pêk tîne. Bêguman têkoşîna her beşa civakê ya li hemberî vê desthilatê rewa ye. Lê ji ber ku ev têkoşîn ne yekpare ye, hêzê dide desthilatê.
Ev rejîm ango desthilat bi hemû amûr û saziyên xwe ve ketiye nav qirêjiyê û her wiha dixwaze civakê jî bixe nav vê qirêjiyê. Lewra her car bi rê û rêbazên cuda kesên wekî xwe derdixînin ber çavên civakê. Lewra li ser ekranên xwe her roj mînakên dijcivakî, dijexlaqî derdixînin pêşberî civakê. Ango dixwazin bêjin ku ev rizîbûn û sextekarî di nav civakê de jî heye. Bi vî awayî dixwazin vê rewşê asayî bikin.
Dewlet li aliyekî bi kurdên Bakur re pêvajoyekî dimeşîne, li aliyê din gefan li Kurdên Rojava dixwe. Li aliyekî çeteyên Colanî li hemberî kurdan sor dike, li aliyê din behsa biratiya Kurd û Tirkan dike. Li aliyekî behsa wekheviya Kurd û Tirkan dike, li aliyê din jî kesên Kurdî diaxivin lînç dike. Li aliyekî komîsyon ava kirine ku rêyên çareseriyê bibîne, li aliyê din êrişî merasîma cenazeyên Kurdan dikin. Li ser meselê polîsên rejîma Tirkperest li Cizîrê êrişî merasîma cenazeyê Ferhat Tunç ê HPGî kir. Ev rejîm hê nahêle ku Kurd êşên xwe bijîn. Di vê merasîmê de dayikeke kitan spî got ku “dibêjin bariş, bariş, bariș ka barişa we?”Vêca pirsa girîng ev e; gelo di nav evqas sextekariya desthilat û civaka Tirkiyeyê de wê demokrasî çawa pêk bê? An jî wê çawa civaka Kurd baweriya xwe ji vê rejîma Tirkperest bîne ku li ser hîmên sextekariyê xwe xwedî dike. Bêguman divê bê destnîşankirin ku ji aşitiya wan jî bêhna sextekariyê difûre.
Karê belge û kaxizan li Tirkiyeyê bûye karê têkiliyan. Heke têkiliyên kesan bi vê rejîmê re hebin û baş bin an jî heke pereyên mirov hebin di nav vê pergala vê rejîmê de mirov dikare her tiştî bike. Tenê bi têkiliyên mirov bi vê rejîmê re hebin, hemû rê û rêbaz ji bo mirov rewa ne. Wê demê mirov dikare jinan jî qetil bike, ehliyatan jî bi pereyan bikire, otêlên ne li gorî şert û mercan jî veke û 200 kesî di van otêlan de bişewitîne. Li ser meselê her roj li Tirkiyeyê jin tên kuştin. Karker tên kuştin, bi sedan qezayên trafîkê pêk tên û di encaman van qezayan de mirov dimirin. Bi kurt û kurmancî ji ber sextekarî û rizîbûnê li Tirkiyeyê mirin/kuştin bûne qeder! Vê dewlet û rejîma Tirkperest ji ber sextekarî û rizîbûnê bêhn daye. Heke rejîm bi sextekarî nêzikê van kuştinan nebûya bêguman wê her roj jin nehatibana kuştin, wê di qezayan de her roj mirov nemirana.
Heta ku di feraseta rejîm û dewletê de guhertin çênebe, wê rizîbûn û sextekarî ji nav wan û bi wan ve girêdayî ji nav civakê xilas nebe. Ji ber ku di vê ferasetê de ji şûna qanûn, wîjdan, exlaq û dilpakiyê; pere, têkiliyên bi rejîmê re û sextekarî hene. Êdî ev rejîm bi pînekirinê sererast nabe û ne pêkan e ku civak di demeke kurt de bê guhertin.