28 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şêx Xezal li dijî qirkirina Elewiyan banga xwepêşandanan kir

Şêx Xezal Xezal li dijî qirkirina Elewiyan banga xwepêşandanên girseyî û aştiyane kir û got. "Bêdengiya li ser van sûcan tê wateya zêdekirina qetilkirin û hilweşînê."

Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyeyê û Diyasporê Şêx Xezal Xezal, ji bo şermezarkirina teqîna li mizgefta Humsê, banga xwepêşandanên girseyî û aştiyane kir.

Şêx Xezal di dîmeneke bideng de got tiştên îro rû didin ne bûyereke demkî ye, lê şerê qirkirinê yê sîstematîk e ku li dijî civaka taîfeya Elewî li pêş çavên cîhanê tê kirin û li ser nasnameyê qetilkirin çêdibe.

Şêx Xezal xîtabî civata navneteweyî û xwedî biryaran kir û got: “Bêdengiya li ser van sûcan tê wateya zêdekirina qetilkirin û hilweşînê. Berdewamkirina vê rewşê bêyî pêkanîna çareseriyên bingehîn ên lez û ferzkirina parastina navneteweyî wê bi xwe re wêraniyê zêde bike.”

Şêx Xezal Xezal bang li Elewiyan kir ku ji bo redkirina sûcên qetilkirinê û piştgiriya daxwazên azad ên pêkhateyên din bi girseyî û aştiyane dakevin qadan. Xezal anî ziman ku ew şerekî navxweyî naxwazin, lê “federaliya siyasî” dixwazin û got: “Randevûya me sibe (yekşem) saet ji 12.00 nîvro heta 17.00an êvarî ye.”

Şêx Xezal Xezal, piştî teqîna terorane ya li Mizgefta Elî Bin Ebû Talib a li taxa Wadî Zeheb a bajarê Humsê pêk hatiye û di encamê de hejmarek sivîl di nav sivîl bûne qurban, ev bang kir.