7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şêx Murşîd : Ji bo parastina gel divê partî bibin yek

Şêx Murşîd El Xiznewî li bajarê Girkê Legê bi şêniyan re civiya û bang li wan kir ku bibin yek û teqezî bi yekitiya Kurdan kir ku daxwazên hevbeş werin pêşxistin da ku kurd bikaribin mafê xwe bidest bixin

Şêx Murşîd El Xeznewî têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û girîngiya yekitiya Kurdan li bajarê Girkê Legê di civînekê de ji girseya gel re axivî.  Gelek rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, endamên saziyan û şênî di civînê de amade bûn.

Murşîd El Xeznewî ji bo parastina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, bang li şêniyan, partiyan û pêkhateyan kir ku bibin yek da ku mafên gelê Kurd werin parastin.

Murşîd El Xeznewî bang li partiyên Kurdan kir ku berjewendiyên xwe yên partiyetî û teng bidin alî, girîngiyê bidin yekitiyê û got dem hatiye ku Kurd mafên xwe bi dest bixin.

Murşîd El Xeznewî wiha domand: “Îro dîrokeke nû li Sûriyeyê tê nivisandin. Ji me tê xwestin ku siberoja nifşên xwe binivîsin da ku nebêjin we mafê me ji dest da.”

Di dawiya axaftina xwe de Murşîd El Xeznewî teqezî bi girîngiya parastina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û pêşxistina wê kir.

Şêx Maşûq kî ye?

Şêx Murşîd El Xeznewî yek ji kurên şêx Maşûqê Xeznewî ye.  şêx Maşûqê Xeznewî bi rengekî tarî hate kuştin. Yek ji axaftinên wî yên herî bi nav û deng di Newrozê de hat pêşkêşkirin û her wiha axaftina wî ya bi agir di salvegera mirina Ferhad Mihemed Elî de di 8ê Nîsana 2005an de hat kirin. û diyar kir ku fikra mirinê wî ji têkoşîna ji bo Kurdan nahêle.  Xeznewî bang li Kurdan kir ku eger pêwîst be tundûtûjiyê bikar bînin û yek ji gotinên wî yên navdar jî ev bû: “Maf wek xêrxwaziyê nayê dayîn, maf bi zorê tê bidestxistin.

Wî çalakiya xwe berdewam kir ta ku ket kemîna rejîma sûrî dema ku ew ji karê xwe li Navenda Lêkolînên Îslamî li Şamê, di 10ê gulana 2005an de vedigeriya malê. Tê gotin ku îşkencekirina wî ji aliyê birayê Beşar Esed, Mahir el-Esed ve hatiye kirin. bandora xwe di nav Kurdan de zêde dike. Xeznewî piştî îşkenceya 20 rojan jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî di 1ê hezîrana heman salê de li Dêrezorê hate dîtin û şopên îşkenceyeke giran li ser laşê wî hebûn.