Şêx Maşûk Xiznewî an jî Xizna-Xezne. Ew kurê Îzzeddîn Xeznewî bû û ji malbata Xeznewî bû. Malbateke meleyên Kurd ên pir bibandor ku terîqetê Xeznewî, şaxek ji terîqa Neqşebendî, damezrand. Ev malbat ji gundê Xezne yê girêdayî parêzgeha Hesîçê ye. Maşûqê Xeznewî di 1ê Çileya 1958an de li bajarokê Til Marûf ê bajarê Qamişlo ji dayik dibe. Li cem bavê xwe û her wiha Mela Ebdullah Qertemînî xwendiye. Her wiha ji Enstîtuya Şerîetê ya Enstîtuya Zanistên Îslamî, li Bab el-Cebiye li Şamê, mezûn dibe. Paşê diçe Medîneyê û di warê Zanistên Îslamî de lîsansa bilind wergirtiye. Di Zanistên Îslamî de lîsans, master û doktoraya wî ji zanîngehên cihêreng heye. Di gelek konferansên îslamî yên cîhanê de beşdar bûye, ji wan li Riyad, Viyana û gelek semîner li deverên din ên cîhanê li dar xistine. Di serhildana Qamişlo ya 2004an de, dest bi rêxistinkirina çalakiyên Kurdî dike û di xutbeyên ku li mizgeftan de dida rewşa heyî vedibêje. Ji bilî semîner û dersan, her tim behsa siyaseta zordar a rejîma Baasê ya li ser Kurdan dikir. Xeznewî wekî “navenda têkoşînê” ya serhildanên Kurdî yên sala 2004an hate binavkirin û rejîma Sûriyeyê wî ji bo xwe xeter û gef dihesiband.
Li gor agahdariyan, 10ê meha Gulanê ya sala 2005an muxaberata leşkerî ya dewleta Sûriyeyê, Şêx Maşûqê Xizna digrin. Piştî çendakî ew bi îşkence tê kuştin û roja 01.06.2005an li Qudûrbega Qamişloyê li goristana cangoriyan hate veşartin. Me xwest di salvegera kuştina wî de, em Şêx Maşûqê Xizna ji nêz ve bi xwendevanên xwe bidin nasîn.
Norşîn
Norşîn an bi navekî din Nûrsê, navendeke olî ye. Li Bakurê Kurdistanê malbata şêxên Norşînê naskirî ne. Şêx Maşûqê Hazret yek ji şêxên Norşînê ye. Lawê Şêx Masûm Efendî ye. Şêx Maşûq, ji bo ku warîsê Şêx Ehmedê Xizna hilbijêre çibû Binxetê. (Beşa Kurdistanê ya di bin destê Sûriyeyê de) Şêx Ehmedê Xizna li Binxetê, bi zimanê xelkê, xelîfê mala Hezret bû. Şêx Ehmed him li Norşînê perwerde standiye û him jî bûye zavê mala Hezret. Şêx Ehmedê Xizna di sala 1950î de çûye rehmetê. Loma jî Şêx Maşûqê mala Hezret, dadikeve Binxetê, diçe Xiznayê û li şûna Şêx Ehmed kurê wî yê mezin Şêx Masûmê Xizna mîna xelîfe hildibijêre. Li vegerê, di sala 1958an de dema rojnameya Îlerî Yurt derdiket, Şêx Maşûq li Amedê diçe serdana Apê Mûsa Anter.
Xizna
Li Binxetê beriya Til Marûf navenda olî gundê Xizna bû. Cegerxwîn bi xwe jî gelek caran çûye Xiznayê. Ehmed Namî jî li ber destê Şêx Ehmedê Xizna xwendiye. Mala Xizna gelekî dewlemend in, xwediyê hejmareke mezin yên benzînxaneyan, makîneyên çandiniyê û donimên erdan in. Teşkîlata wan ya olî wek ku tê gotin: “Dewleteke bi serê xwe ye.” Li Serxetê wek gelek kesên din, Şêx Ebdulcelîlê Kurka Çeto (Newala Qurdîsê) bi ser Til Marûf ve bû. Mixaletiyê Apê Mûsa, Sofî Bekirê Qurdîsî, barê wî yê dimsê li ser pîyê wî, li ser sînorê navbera Binxet û Serxetê de mayîn pê de teqiya. Mirîdê Şêx Îzeddîn Sofî Bekir li ser riya Til Marûf gihîşt miradê xwe. Şêxên Xizna li Serxet û Binxetê mirîdê xwe hebûn. Dema Şêx Îzeddîn ji Binxetê derbasî Serxetê dibû, ji her du aliyan ve deriyên gumrika Nisêbîn û Qamişloyê li ser piştê vedibûn. Kesî êdî pasaport, nasname û paswan hew kontrol dikirin. Kê bixwesta an jî kariba dikarîbû bi hêsanî li sînor xistibaya. Ne dewleta Tirkiyê û ne ya Sûriyeyê li pelik û defterên kesekî nedinêrîn. Heta dora xelîfetiyê dibe ya Şêx Îzeddîn, çi şêxî ji şêxên Xiznayê warîs hilnebijartine. Şêx Îzeddîn li şûna xwe şêxitiya mezin nade birayê xwe lê beriya ku bimre kurê xwe Muhamed li şûna xwe datîne. Her wiha navenda olî vêca ne Xizna lê Til Marûf e. Belê birayê Şêx Îzeddîn, Abdulxenî niştecihê Xizanayê ye.
Şêx Maşûqê Xizna
Di jiyana netewa kurd de, kuştina Şêx Maşûq xwedî wate û giraniyeke taybet e. Vê bûyerê ne tenê asoyê me zelaltir kir lê careke din gelek xalên jibîrkirî xiste rojeva me û tehn da kurdan. Li gor ku bavê wî Şêx Îzeddîn li ser kitêba wî ya feqîtiyê nivîsiye, Şêx Maşûq di sala 1957an 25 meha yekê de li Til Marûfa ser bajarê Qamişloyê ji diya xwe re çêbûye. Ew li ber destê bavê xwe perwerde bûye. Bi dibistana şerîetê re dibistana dewletê jî xwendiye. Di sala 1974an de dibistana navendî û sala 1977an de amadekarî qedandiye. Di sala 1978an de derbasî Şamê dibe û li wir fakulteya şerîatê ya bi navê “Babîl Cebîye” dixwîne. Hingî zîrek e Şêx Maşûq, vê dibistanê di nava salekê de xelas dike. Dû re jî diçe Medîneyê Zaningeha Îslamî dixwîne. Pişt re Şêx Maşûq li gelek herêmên Sûriyeyê wek mamosteyê olî û xetîbê mizgeftan kar dike. Di sala 2001ê de li ser mijara “El Emnel Meesîfil Îslam” doktoraya xwe dide. Beriya kuştina xwe, Şêx Maşûq li Qamişloyê xutbe dida, serokê perwerda olî ya mezhebên sûnî û her wiha cîgirê serokê olî li Şamê bû. Şêx Maşûqê Xizna endamê Meclîsa Muesesa Qudsê ya li Beyrûdê û endamê Heyeta Hevkariya Îslam û Mesihî ya li Sûriyeyê bû.
12ê Adarê
Hin bûyer dema ku rû didin, gelek bandorê li dora xwe dikin û xwedî giraniyeke taybet in. Kuştina Şêx Maşûq jî yek ji van serpêhatiyan e. Vê bûyerê bi taybetî di nava Kurdan de teşkîlata olî ji qurmê xwe ve hejand. Kurdên her çar aliyên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê xwedî li Şêx Maşûq derketin. Lewma Şêx Maşûqê Xizna di doza miletê Kurd de bi biryar bû. Gotinên wî yên Newroza par vê yekê dibêjin: “Heger di alema Îslamê de cihê miletê Kurd tune be ez jî bi we re.” Bêşik xutbe û civînên Şêx Maşûq xelkê Kurd li hev dicivand û bibû magneteke cuda. Wî dixwest tu tişt di binê merşan de nemîne. Cudabûna ol û dewletê toleransa di navbera ol, mirov û miletan de xalên ku di rojeva şêxê me de bûn. Ne tenê Kurd lê raya giştî ya cîhanê jî bi Şêx Maşûq hisiyabû.
“Divê mirov bi tolerans bin”
Çendekî berî ku Şêx Maşûqê Xizna şehîd bikin, riya xwe li bajarê Gavle yê Swêdê xistibû. Piştî civîna ji bo Kurdên li vî bajarî, li taxa Brynesê, li lokala NBV, bi amadebûna gelek kesên din 11ê Sibata 2005an ev hevpeyvîn bi Şêx Maşûqê Xizna re hate kirin. A rastî, ev ji hevpeyvînekî bêhtir, ji bo hevpeyvîneke fireh gotinên Seyda yên pêşî bûn. Ji ber ku dema Seyda pir tune bû û me li hev kir ku em paşre vê hevpeyvînê dewlementir û berfirehtir bikin. Lê mixabin, desthilatdaran, çavsoran rê nedan û Şêx kuştin. Wan careke din bi bîra me anîn ku li gor wan mirov nikare hem şêx û hem jî Kurd be. Em vê hevpeyvînê bêyî tu guhertinê ji bo bîranîna Şêx Maşûqê Xizna digihînin gelê xwe. Careke din serê gelê Kurd sax be.
Birêz Şêx Maşûq, dinyaya ku em îro tê de ne hûn çawa dibînin?
Dinya di wextê çêbûnê de di cehalet û xeşîmiyê de bû. Zemanê em tê de ne, ewelê zaman e ji bo mafê mirovan û demokrasiyê, her çiqasî ne bi qasî em dixwazin be jî.
Li gor we, pirsgirêka esasî ya ku îro divê were çareserkirin çi ye?
Gerek însan bi tolerans be, yanî xelkê ne wek hev hev du qebûl bikin.
Ango rengên cuda?
Rengên cuda, olên cuda, miletên cuda û her tiştên cuda. Xelkên ku yên din qebûl nakin, mîna ku yek zemha boyaxê be, yan jî fotokopiya hev du bin. Eger her kes wek Îsa, Muhamed an jî Nemrûd bûna xwezî ne bi halê me.
We di axaftina xwe ya îşev de doza jiyaneke azad û birûmet kir. Me azadiya olî fêhm kir lê azadiya ji olê jî di nava vê azadiyê de ye?
Însan ji xwe re çi bineqîne ew û Xwedayê xwe li hev.
Ev nêrîna olî ya nûjen ku hûn doza vê yekê dikin, pişta xwe dide çi û kê?
Quranê.
Quran bi tenê?
Suneta pêxember a li ser Quranê jî kiriye, lê ne ya pêxemberê wek serokê dewletê.
Bi qasî ku ez têdigihêm, hûn Muhamed hem wek qasidekî Xwedê dibînin û hem jî mîna mirovekî wek her kesî.
Muhamed ji kundirê hez dikir, kêfa min ji kundirê re nayê.
We qala hin pêşketinan kir. Lê li aliyê din jî piraniya mirovan birçî ne, li gor we di vî warî de ol dikare bi çi rabe?
Dewra ol ew e ku wijdanê xelkê şiyar bike. Ol nikare nan çêke û bide xelkê. Di bin navê olê de nan dipêjin û didine xelkê, ev çi ye; hîle, îstîsmar û îstiqlal e.
Li welatên ku tesîra olê lê kêm e, wekhevî û tehamula xelkê çima zêdetir e?
Li dewletên ku ol ji siyasetê cuda kirine, xelk bêhtir tehamula hev dikin.
Hûn doza azadiya ferdî ya bêsînor dikin?
Sînor bi şertê ku ez tehdê li sînorê birayê xwe yê însan nekim.
Şêxê min, nêzîkî sed alimên olî ji ol û miletên cuda li Norwecê li hev civiyan, wek mêvanê Wezareta Karên Derve ya Norwecê, cenabê we jî yek ji wan bû. Hûn bi çi rengî beşdarî vê civînê bûn?
Wek Kurdekî misilman. Behra Kurdan yek an jî du kes bûn. Ewrûpî min nas dikin û ez aştîxwaz im. Du: Ez jî melayek im ku di nav Kurdan de têm naskirin û sekularîst im.
Cenabê we niha li Qamişloyê dimîne?
Belê.
Beriya bi salekê bûyerên giran li Qamişloyê qewimîn û bajarên din ên Kurdan û yên Ereban ku Kurd lê dijîn jî dane ber xwe. Bi wan serhildanan Kurdan çi bi dest xist?
Yek jê dinya pê hesiya ku pirsa Kurd li Sûriyê jî heye. Nemaze piştî bazarên siyasî ku mesela Kurdî hatibû veşartin. Du: Hestên milî di nava xelkê de geş bûn û Kurd bawerî bi xwe anîn ku dikarin gelek tiştan bikin. Fedekarî û hevkarî zora tirsê bir.
Bayê îsal çawa ye?
Gelekî baş e. 12 partiyên ji milet bi hev re kar dikin û dev ji menfeatên grûbî berdidin. Ez mîna melayekî mizgeftê bi tirs û şik destê xwe didim wan ku ji bin barê milet rabin.
Giş melayên Kurd destên xwe didin destê we?
Mela du qismin in. Hin qisim hene serbixwe ne. Bi sedî sed bi min re radibin û rûdinên. Qismek jî heye ku mixabin ev qismê herî zêde ye û dibine lobiyên çakûç û sîndan. Çakûç teşkîlata olî ye yanî şêx in, tabiyê çakûç in. Karekî me jî ew e ku em bikaribin wan qurbanan ji halê wan xelas bikin.
11.02.2005-Gavle/Swêd