12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêx Abdurrahîm û 17 şervanên Kurd

Birayê Şêx Saîd ê biçûk Şêx Abdurrahim di 20'ê Tîrmeha 1937'an de bi 17 şervanan li herêma Binxetê ji bo tevlî berxwedana Dêrsimê bibe, bi rê dikeve. Li Deşta Bismilê giliyê wan tê kirin û tên şewitandin.

Şêx Abdurrahim di sala 1925’an de piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd li çiyayên Maden, Xarpêt, Pîran, Çêrmûg û Licê şervan organîze kiribû û berxwedanê didomîne. Heta sala 1935’an ku diçe Binxetê, li çiyayên Kurdistanê gelek çalakiyan dike. Piştî ku diçe Rojavayê Kurdistanê, têkiliyên wî yên nêzîk bi derdorên siyasî yên Kurd re çêdibe. Gelek caran ji ber karê xwe rastî zextên Fransayê tê. Piştî ku dewleta Tirk di sala 1937’an de li dijî Dêrsimê dest bi êrîşên qirkirinê kir, ew jî bi 17 şervanên xwedî tecrube diçe Bakurê Kurdistanê. Armanca wî ew e ku li bejahiya Amed û Xarpêtê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Dêrsimê eniyeke nû veke. Şêx Abdurrahîm û hevalên wî di 20’ê Tîrmeha 1937’an de li deşta Bismilê di encama îxbara serbazekî Tirk de ketibû nava wan, tê şewitandin û qetilkirin.

Birayê herê biçûk ê Şêx Seîd

Şêx Abdurrahim ê ku birayê herî biçûk ê Şêx Saîd e, di 13’ê Sibatê de dema ku serhildan ji neçarî hate destpêkirin, tevî şervanên xwe li sînorê Erxenî, Maden, Çêrmûg û Xarpêtê ya bi Amedê re, kontrolê pêk tîne. Piştî kontrola herêmê, Şêx Seîd dixwaze ew biçe eniya Sîweregê. Şêx Seîd li rêyekê digere ku leşkerên Tirk ên ku wê di ser Sûriyeyê re derbasî Rihayê bibin, bigire. Şêx Eyubê Sîweregê li wir eniyek vekiribû û Şêx Seîd dixwaze birayê xwe Şêx Abdurahîm jî ji bo xurtkirina eniyê bişîne wir. Şêx Abdurrahim ku bi şervanên xwe re ber bi xeta Siwêreg û Rihayê derketiye rê, ji bo êrîşa li ser Amedê hêzên xwe di navbera Amed û Sîweregê de dide sekinandin. Êrîşa Amedê ya ku di planê de tunebû û ji ber ku Şêx Eyub dîl dikeve destê dijmin, geşedanan jî diguheîne. Şêx Abdurrahim li benda encamdana nîqaşên êrîşa li ser Amedê ye. Di encama êrîşa Amedê ya neserkeftî de, bi çend hêzên xwe li hember leşkerên Tirk û çekdarên eşîrên hevkar ên ji xeta Riha-Mêrdîn dihatin, li ber xwe da. Bi rojan li deştê şer dike û piştre xwe vedikişîne qada bejahî.

Rêwitiya dijwar

Piştî ku Şêx Seîd biryara derbasbûna Îranê da, wî û serokê eşîra Botiyan Amê Faro û serokên din ên herêmê ji bo berdewamkirina berxwedanê hewl dan. Ji aliyekî ve hewl dide hêzên belav bûne kom bike û ji aliyê din ve jî li hemberî leşkerên li qada bejahiyê çalakiyan dike. Şervanên Kurd ên ku li hemberî girtina Şêx Seîd û zêdebûna êrîşên leşkerî, teslîm nebûn û li ber xwe dan, biryar dan ku derbasî Sûriyeyê bibin. Li çiyayên Erzirom, Xarpêt û Çewlîgê şervanên ku teslîm nabin û li ber xwe didin kom bi kom şer dikin û hewl didin xwe bigihînin sînorê Sûriyeyê. Şervanên ku cebilxaneyên wan kêm bûne û qada wan teng bûye, derbasbûna Sûriyeyê wekî çareseriyê dibînin. Li bajaran parêzgehan şer dikin û xwe digihînin bejahiya Amedê, komên şervan li vir bi koma Şêx Abdurrahim re dibin yek. Ev rêwîtiya şervanên Kurd bi êş û dijwar e. Bi rojan li qadê şer çêdibe û balefirên şer ên dewleta Tirk tevlî şer dibin. Bi komî şer dikin û xwe digihînin Rojava.

Careke din diçe Bakur

Piştî demeke kin Şêx Abdurrahîm tevî hejmareke hindik şervanên bi xwe re dîsa diçe çiyayên Bakurê Kurdistanê. Bi şervanên ku li Maden, Palo, Licê, Erxenî, Pîran, Çêrmûg û Xarpêtê berxwedanê didomîne. Li dijî yekîneyên leşkerî yên gerok çalakiyan dike. Li çiyayan milîsên eşîran û artêşa Tirk êrîşî wan dikin. Yek ji sedemên ku artêşa Tirk ewqasî êrîşî Şêx Abdurrahîm dike, pêşîgirtina li xebatên lêgerîna madenê ya li bejahiya Amedê bû. Bi taybetî li Madenê xebatên derxistina sifir û lêgerîna madenê ev demeke dirêj e ji aliyê koma Şêx Abdurrahîm ve dihat astengkirin. Li gorî agahiyên ji malbat û derdorên wî hatine bihîstin; Şêx Abdurrahim ji bo dewleta Tirk çavkaniyên binerdê yên li Kurdistanê bi kar neyne, gelek hesas tevdigere. Şêx Abdurrahîm tesîsa ku ji bo derxistin û barkirina sifir li navçeya Madenê hatibû avakirin, diteqîne. Mifteya hemû şantiyeyên di bin serweriya axayên herêmê de kom dike û demeke dirêj nahêle ku maden were derxistin.

Dîsa dest bi berxwedanê dike

Ji efûya giştî ya ku dewleta Tirk di sala 1928’an de derxist, gelek serok û şervanên Kurd yên li sirgûnê bûn û reviyan, sûdê werdigirin. Bira û zarokên Şêx Seîd jî ji heman efûyê sûd wergirtin û vegeriyan bajarê xwe. Şêx Abdurrahim jî ji vê efûyê sûd werdigire. Li şûna Pîranê li gundê Sirîn a Paloyê bi cih bûye. Ji ber ku baweriya wî bi dewleta Tirk nayê, mala xwe wisa ava dike ku xwe ji her cure êrîşên leşkerî biparêze. Her tim li gund komek şervan bi wî re ne. Dema dewleta Tirk wî vedixwîne cihên navendî ew van daxwazên hevdîtinê red dike. Piştî demeke kurt hemû malbat tevî hemû malbata Şêx Seîd ku ji efûyê sûd wergirtibûn, dişînin sirgunê. Şêx Abdurrahim bi vê texmînê gundê xwe ji her cure êrîşan re amade dike. Leşkerên Tirk rojekê tevî milîsên xwe diavêje ser gundê Sirînê. Şêx Abdurrahim û koma pê re amade bûn bersiva êrîşê dan û pevçûn çêdibe. Di pevçûnan de sîxurên navdar ên herêmê û serokê milîsan Mehmet Alî û Kara Alî tên kuştin. Leşker derbeke giran dixwwin û gelek milîs ji aliyê koma Şêx Abdurrahim ve dîl tên girtin. Piştî êrîşa gundê Sirîn û pevçûnê, berxwedana duyemîn a Şêx Abdurrahîm dest pê dike. Şêx Abdurrahim piştî çend mehên jiyana bêdeng berê xwe dide çiyê û çalakiya xwe didomîne. Çalakiyên herî berbiçav ên vê berxwedanê, li dijî talankirina erdnîgariya Kurdistanê ne.

Careke din diçe Rojava

Şêx Abdurrahim ê ku ji bo serê wî xelat tê diyarkirin, hemû malbata wî dîl tê girtin û wan dişînin sirgunê. Şêx Abdurrahîm demeke dirêj li çiyayan çalakiyên xwe didomîne. Paşê biryarê dide ku cara duyemîn here Rojava. Bi çend hevalên xwe re diçe Rojava. Piştî demeke kurt li Qamîşlo dimîne, diçe Şamê û bi siyasetmedar û nivîskarê kurd Celadet Mîr Bedirxan re dibe cîran. Ji ber xebatên xwe yên siyasî yên li vir her tim rastî zextên Fransayê tê. Rayedarên Fransî her tim gefa radestkirina wî dixwin. Ji ber israra dewleta Tirk her dem tên şopandin.

Serbazê îstixbaratê Ziya dikeve nava wan

Dewleta Tirk bi xebatên xwe yên îstîxbaratê Şêx Abdurrahîm ji nêz ve dişopîne. Şêx Abdurrahim bi rêya hevalên xwe bi Bakurê Kurdistanê re di nava têkiliyê de ye. Ji serokên eşîran re nameyan dişîne da ku dîsa toreke berxwedanê bi rêxistin bikin. Têkiliyê bi şervanên berê re datîne. Bi rêya kûryeyan her dem têkiliya wî bi Bakur re heye. Dema ku bi nepenî karê xwe didomîne, Kurdekî ji Meletiyê yê bi navê Ziya nas dike. Ziya ‘serbaz’ekî artêşa Tirk e û xwe spartiye Rojava.

Ziya her kesî qanih dike û diyar dike ku dema ew di artêşa tirk de serbaz bû, ji ber ku li hemberî neheqiyên li ser Kurdan serî netewand, reviyaye. Ev efsane belav dibe beriya ku ew derbasî Rojava bibe, êrîşî qereqolên Tirkiyeyê yên li herêmên sînor kiriye. Ev efsane bi zanebûn ji aliyê leşkerên Tirk ve tê belavkirin. Li Rojava tê bihîstin ku ji ber çalakiyên wî gelek leşker birîndar bûne. Ev efser dixwaze bi rêya kesên ku li Rojava nas kiriye biçe cem Şêx Abdurrahim, lê ji ber ku baweriya hevalên wî bi wî nayê, wî nabin Şamê. Ziya israr dike ku ew ê agahiyên girîng bide Şêx Abdurrahîm û israr dike. Di encama van israran de 6 meh şûnde wî dibin cem Şêx Abdurrahîm. Demekê li Şamê li cem Şêx Abdurrahîm dimîne.

Celadet Mîr Bedîrxan wî hişyar dike

Celadet Mîr Bedirxan di hevdîtina bi Şêx Abdurrahim re dibêje ku ew ji çîroka serbaz Ziya bawer nake û daxwaz dike ku wî bişînin. Celadet Mîr Bedirxan di vê mijarê de Şêx Abdurrahim bi israr hişyar dike. Ziya baweriya bi Şêx Abdurrahîm distîne û êdî di hemû xebatan de cih digire.

Ji bo Dersîmê eniyeke nû

Pevçûnên ku di sala 1937’an de li Dêrsimê dest pê kir, di nav Kurdên li sirgûniyê de jî heyecanekê çêdike. Ji bo barê Dêrsimê were sivikkirin, xebatên eniyên nû tê destpêkirin. Di van nîqaşên ku ji aliyê Xoybûnê ve hatibûn organîzekirin de, xebatên Şêx Abdurrahîm ên ji bo avakirina eniyeke nû li bejahiya Xarpêt û Amedê leztir bûn. Şêx Abdurrahim komeke kesên ku berê tecrûbeyên wan ên şerê bi artêşa Tirk re hebû, ava dike. Di nav van şervanan de kesên ku berê di serdema Osmaniyan de wezîfedar bûne jî hene. Komeke ku ji 20 kesan pêk tê, tevî serbazê bi navê Ziya amade ne. Celadet Mîr Bedirxan beriya ku Şêx Abdurrahîm vegere welêt, bi israr Şêx Abdurrahîm hişyar dike ku hay ji serbaz Ziya hebe. Lê Şêx Abdurrahim diyar dike ku ji bo berdewamkirina şerekî nû ew ê ji tecrubeya Ziya sûdê werbigire.

Kesên navê wan tespît bûne

Ji nav koma Şêx Abdurrahîm navê van kesan hatiye tespîtkirin: Hesen Axayê Palo, Şêx Misbah ji malbata Bukarkî, Cemîlê Seyda (Licê), Xalitê Şerîf (Licê), Abdulsamet (Licê), Mihemedê Xetê (Licê), Serres Baxistanî, Hecî Teyip (Licê), serbaz Huseyîn (Mêrdîn), serbaz Alî (Mêrsîn), Silhedîn (Kurê Seyidxanê Usuvê Seydo/Mûş, Hîlmî Beg (Brûsk-Mûş), serbaz Mistefa (Mêrdîn), birayên bi navê Silhedîn û Abdulazîz Hido (Ji eşîra Berazî/Erzirom – Qereyazî) û serbaz Ziya.

Ji ber Ziya du kes vedigerin

Şêx Abdurrahim bi 17 Kurdan re bi nepenîyeke mezin ji ser sînor derbasî herêma Merdînê dibe. Şervanên bi wî re tevî çek û cebilxaneyên xwe yên ferdî derbasî herêmên çiyayî dibin. Kom bi roj xwe vedişêrin û bi şev dimeşin. Li bejahiya Stewrê du kes ji wan vediqetin. Silhedîn û Abdulazîz ên ku birayê hev in bi serbaz Ziya re nîqaş dikin û vê rewşê radigihînin ji Şêx Abdurahîm re. Herdu bira li Stêwrê ji komê vediqetin û vedigerin Sûriyeyê. Şêx Abdurrahim bi 15 kesan dewam dike. Dema ku digihêjin deşta Bismilê, kom biryarê dide ku xwe li qada zilikan a li kêleka çemê gundê Selatê veşêre. Cihekî nêzîkî gundê Selata Jorîn. (Li gundê Selata Jor koçberên ji Bûlgaristanê hatine bicihkirin.)

Sîxur dikevin tevgerê

Rahîmê Usuf ê ji gundê Selata Jêr, hay ji komê çêdibe û haya Emerê Kopê û îxbarvanê navdar ê ji gundê Maladanê, Abdulkadirê Suleyman re çêdike. Her sê bi hev re diçin qereqola li gundê Selata Jor û dixwazin haya jendirmeyan pê bixînin.

Serbaz Ziya di nobeta pêşîn de direve

Şervanên ku bi rojan di rê de dimeşin, ji ber ku westiyane, biryara xwe didin û radizên. Lêbelê, serbaz Ziya pêşniyaz dike ku nobeta yekem bigire û nobetê digire. Dema kesên di komê de radizên, Ziya direve. Serbaz Ziya tê gundê Selata Jor û xwe wekî serbazê Qereqola Jendirmeyan a Bismilê dide naskirin , diyar dike ku dema hatine wesayîta wan di rê de xera bûye û divê ew xwe bigihîne qereqolê. Gundî ji vî tiştî bawer nakin, ew nasnameya xwe nîşan dide, derbarê peywira xwe agahiyan dide û wî dibin qereqola jendirmeyan. Serbaz Ziya û sê îxbarvanên ji gundê Selata Jêr xwe digihînin qereqola jendirmeyan.

Artêşa tirk dora zililan digire

Qereqola gund di cih de agahiyê dide Qereqola Jendirmeyan a Bismilê. Der barê mijarê de Fermandariya Alaya Amedê û Mêrdînê tê agahdarkirin. Leşkerên nêzî gundê Sînana Bismilê û Selata Jor, milîsên eşîrên sîxur kom dikin û dest bi êrîşê dikin. Leşker û îxbarvan dora zilikên çemê Selatê digirin.

Şervan di nav erdan de asê dimînin

Şervan fêm dikin ku serbaz Ziya reviyaye û ew jî berê xwe didin Farqînê. 3,4 kîlometre dûrî çemê Selatê li Deşta Perîşanê fêm dikin ku dora wan hatiye girtin. Pevçûn di berbangê de dest pê dike û leşkerên ji Mêrdîn, Amed û Êlih û navçeyan tevlî şer dibin. Pêşiya şervanan hatine girtin û şervan di nav erdan de asê dimîninin. Heta şev şer didome û Şêx Abdurrahîm bi giranî birîndar dibe. Li nêzî gola biçûk a Deşta Perîşanê Şêx Abdurrahîm bi birîndarî şer dike. Li ba wî Cemîlê Seyda û serbaz Alî jî hene û heta şehadetê şer dikin. Şervanên din jî li qadê belav dibin û şer dikin.

Artêşa tirk zeviyan dişewitîne

Di roja duyemîn a şer de artêşa Tirk ji ber ku nikaribû li hemberî şervanên Kurd li ber xwe bide, hemû zeviyan dişewitîne û agir bi tevahî herêmê dikeve. Hinek şervan dişewitin û hinek ji wan jî xeleqa dora xwe dişkînin û xwe dispêrin gundên li herêmê.  Piştre gundiyên herêmê şervanan îxbar dikin û şervan yeko yeko tên girtin û kuştin.

Şêx Mîsbah û Silhedîn

Şêx Misbah û Silheddînê Mûşî ji şerê 3 rojan rizgar dibin û  ji qada dorpêçê derdikevin. Piraniya şervanên ku westiyane û cebilxaneyên wan qediyane, bi çekên ku ji ser leşkeran rakirine şer dikin. Şêx Misbah û Silheddînê ji Mûşê di roja sêyemîn a pevçûnê de xwe digihînin gundekî dûr. Du şervanên Kurd ên ku êdî xwe li deştê vedişêrin, xwe wekî rêwî didin nasîn. Du şervanên ku li cihekî xwe veşartine û li benda şevê ne. Di encama îxbarê de dîsa tên qetilkirin.

Ji kolyeya xwe tê têşhîskirin

Muxtarê gund û çend gundî ji bo teşxîskirina cenazeyên şervanên Kurd ên ku di nav zeviyan de şewitîn, tên herêmê. Cenazeyê Şêx Abdurrahîm ji kolyeya di stûyê wî tê teşxîskirin. Li ser kolyeyê “Palev-î Şêx Abdurrahim” hatiye nivîsandin. Li gorî şahidiya gundiyan; dema gustîla di destê wî de dernakeve, leşker hewl didin tiliya wî jêkin. Li gorî şahidiya Şêx Salih ku li heman gundî dijî; leşkerên ku hewl didin tiliya Şêx Abdurrahîm jêbikin, li wir ji aliyê fermandarên xwe ve tên astengkirin. Cenazeyê wî li zeviyê hatiye veşartin û qad tê rastkirin. Lê ji bo ku winda nebe, gundî wê derê nîşan dikin. Piştî ku artêşa Tirk vedikişe bi awayê ku ber çavan nekeve, dora wê bi keviran tê parastin. Gundî tên serdanê. Piştî salan qad tê girtin û dikin tirb.

Piştre serê şervanên Kurd jêdikin û li navenda bajêr teşxîs dikin. Piştre cenaze li nêzî Mizgefta Hazretî Silêman a Amedê bi awayekî nepen di çalekê de tê veşartin.

Şervanek bi birîndarî rizgar dibe

Yek ji şervanan Serres Baxistanî bi birîndarî ji herêmê direve. Baxistanî di dema şewitandina zeviyan de birîndar digihîje çem. Baxistanî ku demekê di nava çem de ma, birîndar bû û dîl hat girtin. Baxistanî ku demekê di zindana Amedê de ma, piştre firar kir û li Rojava bi cih bû.

Îdîayên der barê serbaz Ziya de jî cihê ne. Li gorî hin îdiayan ji ber ku tevlî pevçûnê bûye hatiye kuştin, lê derbarê aqûbeta wî de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Îshaq Dûrsûn / ANF