11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Sewr, Lozan, Xîlafet

Ger mirov li axavtina Erdogan a 12ê Tîrmehê binêre, ji bo kurd, ereb û tirkan tenê peyvek jî ji bo azadî, demokrasî, wekhevî, xweşkirina jiyana aborî, berdana zindaniyan û aştiya civakî tine ye. Gelo kurdên wisa bixapin li holê mane?

10.08.1920 Peymana Sewrê, 24.07.1923 Peymana Lozanê û 12.07.2025 Peymana serokê Tirk Erdogan di dîroka kurdan a 105 salên dawî de xwediyê girîngiyekê ne. Di van 105 salan de bermayiyên dewleta Osmanî bi navê tirk ji bo xwe miletek û bi navê Tirkiyê dewletek çêkirin û tê de jiyana xwe misoger kirin. Bi dewletbûnê re tirkan ji bo xwe zimanê tirkî bi peyvên ji her alî dizîn, bi pêş de birin, dîsa di warê wêje, huner, muzîk, sazîbûn, aborî, binesazî û pîşesaziyê de bi diziyeke ji kurd, ermen, asûrî û ji giştiya cîhanê ji bo xwe nirx çêkirin. Îro gihiştine astekê ku ji tineyî ji bo xwe netewek afirandin û miletên di bin destê xwe de digirin jî xistin bin xizmeta vê yekê.

Tevî têkoşîna kurdan îro rastiyek e, ku jimara kurdên xwe wek tirk dibînin, dibe ku ne kêmî jimara kurdên xwe wek kurd dibînin be. Îro jimara kurdên jiyana xwe ya rojane bi tirkî diborînin, ji ya kurdên jiyana xwe bi kurdî diborînin gelekî zêdetir bûye. Gava wêje, huner, muzîk, sazîbûn, aborî, binesazî û pêşesaziya tirkan bi pêş ket, mixabin a kurdan her roj hat têkbirin û hat lawazxistin. Zimanê kurdî, muzîka kurdî, çand û hunera kurdî hat qedexekirin. Aborî ji dest kurdan hat derxistin, sazîbûnên kurdî hatin qedexekirin û Kurdistan ji pîşesaziyê hat mehrûmhiştin. Bêguman ev bêmafiyek bû û xwe dispart ser peymana Lozanê ya di 24ê Tîrmeha 1923an de.

Tê zanîn ku, berî peymana Lozanê, di navbera dewletên serkevtiyên şerê cîhana yekem û dewleta Osmanî de peymana Sewrê hatibû destxetkirin û li gor vê peymanê riya serxwebûnê li pêşiya kurd û ermenan vedibû. Mûstefa Kemal bi şiyara tifaqa kurd û tirkan û bi bikaranîna yekbûniya îslamê ya li hember nemuslîman û dîsa bi gotina dewleteke tirk û kurdan û bi peyvên biratiya gelan, hêza kurdan kişand ba xwe û bi şerê ku navê «Şerê rizgariyê» lê kir, li hember leşkerên Rûm, Îngiliz, Frans û Ewropiyên din şerek da meşandin û destê xwe wiha xurt kir, ku di nav sê salan de peymana Sewrê ya li Fransayê hatiye destxetkirin da betalkirin û li şûna wê li bajarê Lozan a li Swîsreyê di 24ê Tîrmeha 2023an de bi navê peymana Lozanê peymaneke tinekirina kurdan destnîşan kir.

Di navbera her du peymanan de baş tê dîtin, ku di emncama gotinên xemilandî yên wek «biratiya gelan, welatê her du gelan û yekîtiya gelan» de kurd hatine xapandin û tirk bi ser ketine. Bi vî awayî kengî kurd ketibin bin xizmeta tirkan, ew hatine xapandin. Di dema parvekirina Kurdistanê ya di navbera dewleta Osmanî û Sefawiyên Îranê de jî, bi heman awayê bikaranîna biratî, hevgirtina olî, mezhebî û bidestxistina xweseriya herêmî, di 17ê Gulana 1639an de li Qesra Şêrîn di navbera Osmanî û Sefawiyan de Kurdistan kirin du parçe û ew roj û ev roj e, bi vê peymanê yekîtiya netewa kurd hat parçekirin. Begitiyên kurdan herçendî hinek muxtariyet bidestxistibin jî, giştiya netewa kurd birîneke ku heta îro xwîn jê tê girt û hîn jî ev birîn nehatiye dermankirin. Û tişta ku ev birîn di laşê netewa kurd de vekir yekîtiya îslamî û biratiya gelan bû.

Îro piştî evqas tecrube, êş, azar, bindestî, kuştî û mirî kurdên li riyeke rizgarbûn û azadiyê digerin bi têkoşîn û berxwedana xwe gihiştine qonaxa serkevtinê. Destpêkê di sala 1991ê de di encama şerê kendavê û hilweşîna dîktatoriya Sedam Husên de kurdên li Başûrê Kurdistanê xweserî bidest xistin û ji wê demê ve dikarin bi awayekî azad ziman, çand, muzîk, huner, aborî û gelek tiştên din bi rê ve bibin. Ev yek ji bo Kurdistanê destkevtiyek e, her çendî di warê siyasî û dîplomatîk de rexne li ser hikûmeta Herêmê hebin jî, ev yek girîngiya xweserbûna vî parçeyî kêm nake û di riya rizgarbûna Kurdistanê de qonaxeke girîng e.

Piştre li rojavayê Kurdistanê, bi taybetî bi destpêkirina êrîşên rêxistina terorist DAIŞê, ku  di hezîrana 2014an de piştî bidestxistina Mûsilê berê xwe da Şengal, Mexmûr, Xaneqîn, Başûrê Kurdistanê û piştre jî di 13ê îlona 2014an de bi dorpêçkirina Kobanê qonaxeke nû ji bo kurdan a mirin û mayînê dest pê kir. Kurdan pir bi dijwarî li ber xwe dan. Li derdora berxwedana Kobanê cara yekem di navbera her çar parçeyê Kurdistanê de lihevxwedîderketineke ber bi yekîtiya netewî ve biçe, derket holê. Ne tenê di nav kurdan de, di giştiya cîhanê de piştgirî ji bo kurdan derket holê û di 26ê Çileyê 2015an de kurd bi ser ketin û dawî li terora DAIŞê anîn. Ji wê rojê û pê de tevî hemû êrîşên dijmintî yên dewleta tirk, li Başûr-Rojavayê Kurdistanê xweseriyeke berbiçav bi pêş ket û niha ev xweserî dibe ku bi ber federasyonê ve biçe – dibe ku di demeke kin de li şûna erebên sunî, kurdên demokrat şiyandariya Sûriyê bidest bixin- û kurd li giştiya Sûriyê bibin birêvebir. Ev yek niha di rojeva Îsraîl, Amerîka û Fransayê de ye, ger bi lez û bez pêk nayînin, ji ber pêdiviya sazkirina lingên wê yên herêmî ye. Gava Amerîka, Îsraîl û Fransa biryara cîguhertina kurdên demokrat bi erebên sunî re bidin, divê tedbîrên bertekên tirk, ereb û farisan bistînin, ji bo wê niha di erênayê de ne.

Di rewşeke wiha de li Tirkiyê hevdîtinên li girava Îmraliyê dest pê kirin. Di encama van hevdîtinan de aliyê PKKê partiya xwe betal kirin û bi qasî sih çekên xwe wek nimûne şewitandin û xwestin bi vê yekê peyamekê bidin dewletên dagirkerên Kurdistanê û bibêjin, «em ji aştiyê re amade ne, em miletekî mazlûm in, gava mafên me neyên xwarin û êrîş li ser me çênebin, em ne dildarê şerkirinê ne».

Piştî vê bi rojekê serokê tirkan Erdogan di civîna partiya xwe de axavtineke qaşo dîrokî kir û bi israr got: Ez vekirî dibêjim, projeya Tirkiyeyeke bê teror, ne di encama hevaxavtinekê, bazarekê, yan danûstendinekê de ye» û bi vê yekê bêguman dereweke mezin kir, ji ber ku bê destûra wî ti heyet naçin Îmraliyê û nayên. Li Îmraliyê bazar hat kirin, lê aliyê tirk ji birêz Ocalan re got ku: «Em wek dewlet naxwazin navê me derkeve ku bi rêxistineke ev pêncî sal in em wek terorist bi nav dikin re bibêjin hevdîtinan û bazaran dike. Hûn yek alî gavan biavêjin û emê jî wek dewlet gavên pêwîst biavêjin. Lê ne hûn qala bazarê bikin, ne jî em. Lê belê emê gavên hûn dixwazin biavêjin, hûnê jî gavên em dixwazin biavêjin û emê her tiştî li paş perdeyê bi rê ve bibin».  Ger ne wisa be eniya gerîla bi israr nabêje «me gavên dihatin xwestin avêtin, niha dor a gavavêtina dewleta tirk e.» Bazarek û sozdayînek heye, ku wisa tê gotin. Lê dewleta tirk li şûna ew soza li Îmraliyê daye bi cî bîne, Recep Erdogan derket pêşberî koma xwe û peyama xîlafetê da. Li gor peymana Erdogan: «Ji şamê bigir, heta Amed, Mûsil Kerkûk, Enqera û Stenbolê welatê wan ê hevpar e, şerê rizgarî yê Mustefa Kemal daye, şerê hevbeş ê tirk, kurd, ereb û qewmên din ên musilman bûye. Ev pêncî sal in ji 15ê Tebaxa 1984an û vir ve hin hêzan xwestine tovên nîfaqê bixin navbera tirk û kurdan, lê belê îro ruhê malazgîrtê, tifaqa Qudsê ji nû ve ava dibe û roja Tirkiya mezin û xurt hil tê û ne tenê hemwelatiyên kurd ên li Tirkiyê meseleya wan e, meseleya kurdên li Iraq û li Sûriyê jî meseleya wan e!»

Ji xwe dewleta Tirk, nîvê Başûrê Kurdistanê û nîvê Başûr-Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye. Bi vê gotina Erdogan dixwaze Başûr û Rojava jî tev li xwe bike û bi banga ruhê Qudsê, tifaqa kurd, tirk û ereban saz bike û xwe jî li serê wê bike xalîfeyê demê û dewleta Tirkiyê jî bixe şûna împaratoriya Osmanî ya hemdem a endamê NATOyê.

Ger mirov li giştiya axavtina Erdogan binêre, ne ji bo kurdan, ne ji bo ereban û ne jî ji bo tirkan tenê peyvek jî ji bo azadî, demokrasî, wekhevî, xweşkirina jiyana aborî, berdana zindaniyan, aştiya civakî, bersivandina pirsên dayikên şemiyê, pêçana birînên qirkirinên li ser kurd, asûr û ermenan, dermankirina dilê civaka bindest ku ev sed sal in hemû mafên wê hatine xwarin tine ye. Çi heye? Kurdan bi banga îslamî bixapîne, axa dewleta tirk berfireh bike û bi hêza kurdan xwe bike xalîfe. Gelo kurdên wisa bixapin li holê mane?