13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Şewira Jinên Kurd’ destpê kir

Bi pêşengiya Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdistan û Yekîtiya Jinan ya Kurdistanê, li Silêmaniyê li ser rewşa jinan ya li her çar parçeyên Kurdistanê, şêwira Jinên Kurd bi dirûşmeya ‘Qirkirina Jinan rawestînin’ destpê kir.

Di destpêkê de pêşangehek ku wêneyên jinên ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, hat vekirin. Der barê wekheviya zayendî, pîvanên erk, maf û azadiya jinan de belavok li beşdarvanan hatin belavkirin.

Şêwir destpêkê bi axaftina Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistan Kafiye Silêman destpê kir. Kafiye Silêman di axaftina xwe de bal kişand ser  sedemên kuştinên jinan û wiha got: “Sedema sereke ya kuştina jinan, aqilê zilamsalariyê ye. Ew nêrîna ku jin weke milkê zilam dibîne, di civaka zilamsalariyê de kuştina jinan weke suc nabîne. Ji ber ol, eşîr, civak van mafane daye zilam. Li başûrê Kurdistanê azadiya jinan sînordar e. Di dîrokê de xaka kurdan ji aliyê dagirkeran ve hatiye dagirkirin û parçekirin. Jin carek bi aqilê milkparêziya zilam û carek jî ji ber ku xak û gel dibin destê dijminan de ye, hatiye çewisandin.”

Piştî axftina Kafiye Silêman hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê Zeyneb Murad jî axivî. Zeyneb Murad da zanîn ku di nava civaka kurdan de jin ji derveyî biryardayînê hatine girtin û wiha axivî; “Pirsgirêka sereke ya jinên kurd parçebûne, tevî hemû êrişên ser jinan tê kirin, hîn jî jin bi hêvî ne û ber bi azadiyê diçin. Jinên kurd di dîroka gelê me de xwedî rolên mezin in. Dikare bersiva aqilê zilamsalariyê û dagirkeran bide. Îro jinên kurd bûne hêviya cîhanê, êdî dem dema azadiya jinane û yekîtî dikare ‘kuştina jinan’rawestîne.

Şêwir di van kêliyan de dewam dike.

Wê di şêwirê de 2 panel werin dayîn. Di di panela yekem de wê mijarên ‘Tundûtujî û girtina jinan ya ji ber desthilata siyasî, di nasnameya jinan de rola yasa û çandê û rewşa jinan ya dibin zextên siyasî de’ werin pêşkêşkirin.

Di panela duyem de jî wê ‘Rewşa jinan ya dibin desthilata dagirker de, rewşa jinên êzidî ya di rastiya niha de’ werin pêşkêş kirin.

Ji her çar parçeyên Kurdistanê aktivîst, parlamenterên jin wê tev li şêwirê bibin û mijarên xwe pêşkêş bikin.