12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sever: Paradîgmaya Rêber Apo bû hêviya gelan

Hevserokê KCDK-Ewropa Engîn Sever, anî ziman ku dê di meha cotmeh û mijdarê de gelek çalakiyên girseyî pêk bînin û wiha got: “Paradîgmaya  Rêber Apo bi gelek zimanan belav dibe. Êdî ji bo gelan bûye hevî.”

Kurdistanî û dostên kurdan di meha cotmeh û mijdarê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê gelek çalakiyên girseyî pêk bîne. Her ku diçe tevlêbûna çalakiyan zêde dibe. Têkildarî çalakiyên cotmeh û mijdarê Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever agahiyên berfireh dan.

Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever, anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdê de dijî û 43 meh in di bin tecrîdek mûtlaq de dijî û wiha got: “Di 10’ê cotmeha 2023’yan de dostên kurdan li dijî vê tecrîda giran pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dabûn destpêkirin. Heta niha me û dostên kurdan çalakiyên bê navber û demdirêj li dar xistin. Di pêşengtiya tevgera jin û  ciwanan de name hatin komkirin û ji Konseya Ewropa û CPT re hatin şandin. Li pêşiya Konseya Ewropayê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di 15’ê sibata 2024’an li Kolna Almanyayê bi mîtinga girseyê bersivek xurt da. Girseyê di vê çalakiyê de got ‘Nasnameya me Rêber Apo ye. Em tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin.’ Girseyê peyama çalakî û têkoşîna demdirêj da.”

Engîn Sever, da zanîn ku piştî mîtînga Kolnê qonaxa duyemîn a pêngavê dest pê kir û wiha axivî: “Qonaxa duyemîn dostên kurdan û KCDK-E’ê bi daxuyaniyekê parve kir. Piştî daxuyaniyê 8’ê Adarê û 21’ê Adarê bi girseyî hatin pîrozkirin. Newroz li ser şiyara “Ji Rêber Apo re azadî” hat pîrozkirin. Me wekî KCDK-E bi meclis û feredasyonên xwe re civîn pêk anîn. Me di navenda hemû çalakiyên xwe de azadiya Rêber Apo esas girt. CPT û Konseya Ewropa dixwazin tecrîdê li pêvajoyê belav bikin. Herî dawî 69 akademîsyen û navdarên ku xelatgirên Nobelê ji CPT re şandin. Ev girîng e.”

Engîn Sever, bal kişand ser helwesta Konseya Ewropa ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “26 sal berê dewletên İngîltere, Almanya Fransa di nava komployê de cihê xwe girtin. Rol û mîsyonên wan ên di komployê de sereke ne. Niha jî dixwazin komployê berdewam bikin. Ji hemû sûcên şer berpirsiyar in. Tu aliyê exlaqî û hiqûqî yê vê tecrîdê tune ye. Ji ber ku destê wan di nava komployê de heye û naxwazin ev aşkere bike dengê xwe nakin. CPT dikare helwestê xwe diyar bike. Xwedî hêz û mîsyon e. Dibêje heta dewleta Tirkiyeyê biryarê nede ez nikarin daxuyaniyê bidin. Li aliyê din rewşek wisa li Azerbeycanê hebû. Ji bo Rêber Apo li dijî hiqûqa navneteweyî gav tên avêtin.”

Sebra me nemaye

Engin Sever, destnîşan kir ku li dijî vê helwesta CPT û KE’yê daxuyanî dan û gotin êdî sebra wan nemaye û wiha axivî: “Bi rastî êdî serba gelê kurd nemaye. Hedefa me azadkirina Rêber Apo ye. Ji bo vê yekê divê em berê tecrîdê bişkînin. 43 meh in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Bi tecrîdê ji bo xwe wext qezenc dikin û temenê xwe dirêj dikin. Ji 1’ê Cotmehê heta 12’ê cotmehê di pêşengiya dostên kurdan de, em ê li sedan bajaran çalakiyên girseyî li dar bixin. Li gel dostên kurdan, dê meclis, federasyon û hemû pêkhateyên me beşdarî van çalakiyan bibin. Pêşengiya van çalakiyan dostên kurdan dikin. Dê li gelek bajaran jî meclisên me çayakiyan pêk bînin. Dê pirtûkên Rêber Ocalan jî bên xwendin. Civîn, panel û konferans dê bên lidarxistin û Rêber Ocalan dê bi kesên biyanî  re bê naskirin. Dê hevdîtin bên kirin û dosya pêşkêşî rayedaran bên kirin. Dîsa di çarçoveya xebatê de dê şano bên lidarxistin. Dê 11 rojan li sedan bajaran bi girseyî çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bên lidarxistin. Demek dirêj e amadekarî tên kirin û dê encamek xurt jî bi dest bixe .”

Sever, da zanîn ku ji 9’ê cotmehê heta 12’ê cotmehê dê di pêşengiya Têkoşîna Jinên Kurdistanê de çalakî bên lidarxistin û wiha got: “Dê li her cihî bi sazî û jinên biyanî re hevdîtin bên kirin. Bi taybetî dê di 12’ê cotmehê de li tevahiya welatên Ewropa û welatên cîhanê ji bo komplo şermezar bikin, dê di pêşengiya TJK-E’ê de çalakiyên girseyî bên lidarxistin.

Gelê Ewropayê êdî heqîqeta zanin

Sever di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên 16’ê miijdarê û wiha dirêj kir: “Çawa di 17’ê sibatê de li kolnê çalakiya herî girseyî hat lidarxistin, em ê di 16’ê mijdarê de jî çalakiya herî girseyî pêk bînin. Em ê ji 12’ê cotmehê heta 16’ê mijdarê çalakiyan pêk bînin. Em ê li her derê civînên gel pêk bînin û bi hemû beşên civakê re hevdîtinan pêk bînin. Em ê bi miletên Ewropa re hevdîtinan bikin. Nerîna gelên Ewropa û civakên Ewropayyê piştî şerê li Kobanê gelek hatiye guhertin. Êdî heqîqeta dewleta tirk nas dikin. Di nava gelan de heqîqeta dewleta tirk hatiye teşîrkirin. Ji 1’ê mijdarê heta 27’ê mijdarê dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin. Em ê hem ji bo Rêber Apo azadî û hem jî mezinkirina têkoşînê çalakiyên xwe mezintir bikin. Beriya wê dê li Marsilya û Awûstûrya, Danîmarka, Awûstûralya û Kanadayê dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin. Dê bi tevlêbûna 10’ê hezaran heta 16’ê mijdarê çalakiyên girseyî bêlidarxistdin. Em ê di 16’ê mijdarê bi tevlêbûna sed hezaran li dijî tecrîdê li Kolnê seknek pir xurt nîşan bidin. Em ê bersivek xurt birin û encamek xurt jî bistînin. Ji bo wê yekê kar û xebatên me berdewam dikin.”

Engîn Sever, li ser nêzîkatiya gel û civakên Ewropayê ya li hemberî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rawestiya û ev agahî dan: Piştî Şoreşa Rojava û berxwedana şengalê, di nava gelê Ewropayê gerîla û şervanên Kurdistanê wekî leheng hat dîtin. Di nava gel de helwestek gelek erênî pêş ketiye. Bi taybetî paradîgmaya Rêber Apo bi her ziman, olî belav dikin. Paradîgmaya Rêber Apo ji bo gelan bû hêvî û baweriyek mezin. Ji ber vê yekê gel li dora gelê kurd komek mezin ava kirine. Dewlet li dijî fikrên Rêber Apo ketine nava tirsekê. Ji ber ku êdî gel li padagimaya Rêber Apo xwedî derdikevin. Ev jî dewletan ditirsîne.  Eger dengek ji Rêber Apo derkeve, dê gelên Rojhilata Navîn û cîhanê nefesek nû bistîne. Ji bo nefesê divê ji Rêber Apo deng derkeve. Bedelê azadiyê çi dibe bila bibe em ê li derdora Rêber Apo wekî çemberek agir bisekinin. Em armanc dikin ku di 2025’an azadiya Rêber Apo bi dest bixin.”